Siyasetmedarên Kurd nerazîbûn nîşanî êrişên PDK'ê dan

Siyasetmedarên Kurd li Wanê civîneke çapemeniyê li dar xistin û nerazîbûn nîşanî êrişên PDK'ê yên li Başûrê Kurdistanê dan. Siyasetmedaran gotin, "Tirkiye MÎT'ê li Başûr bi cih dike."

Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCDK) Leyla Guven û Berdan Ozturk, Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûrat Sarisaç têkildarî êrişên PDK'ê yên li Başûrê Kurdistanê li avahiya HDP'ê ya Wanê civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Bayindir diyar kir ku Kurd di pêvajoyeke dîrokî de ne û got, "Em Kurd, sed sal in bi rengekî parçebûyî gihîştine asteke krîtîk. Dixwazim bêjim ku Kurd li dijî hêzên dagirker di qonaxeke krîtîk a biryardanê de ne. Bendewariya gelê Kurd a ji hêzên siyasî û rêxistinî ew e ku polîtîkaya xwe li gorî hesret û bendewariya sed salî ya gelê Kurd dîzayn bikin û li gorî wê polîtîkayê hilberînin."

Bayindir got, "Partî û hêzên siyasî yên Kurdan hemû divê xwe ji bûyer û pratîkên ku dikarin bibin bingeh ji şerê navxweyî re, xwe vegirin û ji bo hesret û statuya siyasî ya gelê Kurd polîtîkayan diyar bikin. Bi taybetî di vê mijarê de zemîneke aloz û şer heye. Lewma berpirsyariyeke dîrokî dikeve ser milê 40 milyon Kurdan. Em bang li rewşenbîr, siyasetmedar, rûspiyên Kurdan dikin, ku li pêşiya şerekî gengaz ê navbera hêzên Kurd bibin asteng. Bi taybetî jî divê çapemeniya Kurd, rojnamevan û televîzyonên Kurd pênûs û gotinên xwe ji bo vemirandina vî agirî bi kar bînin, bi hewldanên xwe bibin hêjayî bendewarî û azadiya gelê Kurd."

'JI BER KU EM NABIN YEK, EM TÊN QETILKIRIN'

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ragihand ku Kurd di pêvajoyeke dîrokî de ne û got, "Kurdistan kirin çar parçe. Niha careke din li pey lîstikên qirêj in. Bi vî rengî dixwazin Kurdan bi destê Kurdan qir bikin. Em van lîstikan baş zanin. Yên ku bi hezaran sal in dijminê Kurdan e ti carî nabin dostê Kurdan. Kurd ji bo hebûn, jiyan û çanda xwe heta niha timî hewl dane. Berdêlên gelekî giran dane. Em niha careke din di pêvajoyeke krîtîk de ne. Careke din ji Kurdan berdêlê dixwazin. Bi her awayî komkujiyê li Kurdan dikin. Komkujiyên Enfal, Helebçe, Agirî, Dersim, Zîlan, Roboskî... Ev komkujî hebû ji ber bêtifaqiyê hatin serê me."

NERAZÎBÛNA LI BARZANÎ

Guven bang li Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî kir û got, "Tirkiye gav bi gav MÎT'ê li Başûrê Kurdistanê bi cih dike. Di nava Kurdan de lîstikan dilîzin. Dixwazin tevlîheviyê di nava Kurdan de derxînin. Mesûd Barzanî gotibû 'Em birakujiyê qebûl nakin'. Em jî bang li Mesûd Barzanî dikin: Dawî li birakujiyê bîne. Yê ku dixwaze me li hemberî hev rake kî ye? Yên ku bi komploya 1999'an Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê kirin û yên xwestin Tirkiye gardiyantiyê bikin heman hêz in. Heman hêz in ku li Başûrê Kurdistanê referandûm nexwestin. Ew hêz in ku digotin 'Hûn nikarin li ser xaka xwe çarenûsa xwe diyar bikin'. Baş e ev hêz kî ne? Dema ku jin û mêr ên Rojavayî li dijî DAÎŞ'ê ji bo parastina xaka xwe şer dikirin, ew hêzên ku dixwestin Kobanê bikeve, ew hêz in ku dixwazin Rojava ji destê Kurdan bê derxistin. Heman hêz niha li Başûrê Kurdistanê bi heman lîstikê dilîzin."

'EM Ê BÊDENG NEMÎNIN'

Guven anî ziman ku li hemberî şerekî li Başûrê Kurdistanê biqewime wê bêdeng nemînin û got, "Başûrê Kurdistanê jî ya me ye, Bakurê Kurdistanê jî ya me ye, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê jî yên me ne. Kurdistan yek parçe ye. Dagirkeran ev yek kirin çar parçe. Lê belê nikarin hest û nêrînên me parçe bikin, ji ber ku yek in. Li Başûrê Kurdistanê kengî dagirkerî bibe wê Kurdên li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê heman bersivê bidin. Em radigihînin ku em vê qebûl nakin. Ew al di heman demê de ala me ye. Biçin Şirnexê, Colemêrgê li wan deveran gelek pêşmerge hene. Wan pêşmergeyan jî demekê xaka Başûrê Kurdistanê parastin. Hûn dikarin van cihê bikin? Em ti carî ji hev cihê nînin. Em yek in. Dixwazin me li dijî hev bidin şerkirin."

Guven destnîşan kir ku divê dawî li aloziyê bê anîn û yekîtiya neteweyî ya Kurdan bê pêkanîn.