Siyasetmedarê Kurd Şerafettîn Kaya spartin axê

Parêzer Şerafettîn Kaya ku yek ji kesayetên girîng ên tevgera siyasî ya Kurd bû û li Elmanyayê jiyana xwe ji dest da, li bajarê xwe Mûşê hate definkirin.

Yek ji kesayetên girîng ên tevgera siyasî ya Kurd parêzer Şerafettîn Kaya li Elmanyayê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kaya ku ji Elmanyayê anîn, li bajarê wî Mûşê hate definkirin.

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Şevîn Çoşkun, Parlamenterê Bedlîsê Mahmut Celadet Gaydalî, Rêxistina HDP'ê ya Mûşê, parêzerên baroya Mûşê û xizmên malbatê beşdarî merasîma cenazeyê Kaya bûn.

ŞERAFETTIN KAYA KÎ YE?

Kaya li navçeya Gimgimê ya Mûşê ji dayik bû, xwendina xwe ya seretayî li Mûşê xwend. Piştî ku di sala 1951'an de mamostetiya Erziromê qedant, demekê mamostetî kir. Piştî ku di sala 1962‘an de Fakulteya Hiqûqê ya Enqereyê qedand, dest bi karê parêzeriyê kir. Piştî bîrnameya leşkerî ya 12'ê Adara 1971'an, darizandina gelek girtiyên siyasî şopand û parastina wan kir. Di derbeya leşkerî ya 12‘ê Îlona 1980‘î de hat destgîrkirin û rastî îşkenceyê hat. Ew hem wek bersûc û hem jî yek ji parêzvanên doza Kurd hat naskirin. Hem weke mexdûr û hem jî weke parêzer pêkanînên li dijî mirovahiyê yên li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê şopand û deşîfre kir; Bi navê “Îşkenceya li Amedê” jî pirtûkek nivîsandiye. Şerafettîn Kaya di salên 1990’î de dema ku li Tirkiyeyê nekarî têkoşîn bidome, çû derveyî welat û li Elmanyayê jiya.