Siyasetmedar Ceylan li Amed spartin axê

Siyasetmedarê Kurd Hanîfî Ceylan ê 8’ê Mijdarê li Lozan a Swîsreyê ji ber vîrûsa koronayê rehmet kir, piştî merasîma li Lozanê û şûnde li gundê Xuruç a navçeya Pasûr a Amedê spartin axê.

Bi sedan kes tevlî merasîma cenaze ya li Lozanê hate lidarxistin bûn. Di merasîmê de nûnerên KCDK-E û CDK-S axivîn.

Di şexsê Ceylan de yên li Swîsre û Ewropayê li gelek qadan erk girt, ji bo hemû şehîdan deqeyek rêz girtin.

Di merasîmê de bal kişandin ser têkoşîna Ceylan a 27 salî ya li sirgûnê û ev hate gotin: “Mele Hanîfî di tevgera azadiya Kurd çi li Swîsre, çi jî li Lozan û Ewropayê li her cihê civaka Kurd û Kurdîtî lê bûye û ji têkoşînê qût nebûye.”

Cenazeyê Hanîfî Ceylan 12’ê Mijdarê roja Pêncşemê li gundê Xuruç a Pasûr a Amedê spartin axê.