'Sîstema ku sermayeyê diparêze ji vîrûsê bêhtir metirsîdar e'

Nûnerê DÎSK'ê yê Herêma Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz nerazîbûn nîşanî patronan da ku bi firsenda şewba vîrûsa koronayê karker û kedkar ji kar derxistin.

Hikumeta Tirk, piştî ku nexweşên destpêkê yên Covîd-19 bi fermî hatin ragihandin, hin tevdîrên aboriyê xiste rojeva xwe.

Lê belê tevdîrên navborî li şûna ku ji bo karker û kedkaran be, ji bo parastina patron û sermayeyê bûn.

Kargehan di dema şewbê de hin karker ji kar derxistin, li hinekan jî destûra bêmûçe ferz kirin.

Nûnerê Herêmê yê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Mehmet Şîrîn Gurbuz ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku beriya şewba vîrûsa koronayê li kargeh û atolyeyan şert û mercên kar nebaş bûn.

Gurbuz destnîşan kir, tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê hatine wergirtin ti ji wan bi kêrî karker û kedkaran nayê.

'VÎRÛS NEKUJE JÎ SÎSTEM DIKUJE'

Gurbuz anî ziman ku li febrîqe û atolyeyan tevdîrên pêwîst divê bên girtin û got, "Bangên tên kirin ji bo wê yekê ne ku mirov ji malê dernekevin. Her wiha tê xwestin ku li derve jî mirov xwe ji hev vegirin. Lê belê ji bo kedkaran ti tevdîr nehatine girtin. Mixabin ne xema kesî ye ku li atolye û febrîqeyan karker di nava kîjan şert û mercî de dixebitin. Bangên ku li civakê tê kirin divê li tevahiya kedkaran jî bên kirin. Divê şert û merceke guncav ji bo wan jî bê amadekirin. Di pêvajoyeke wiha de mixabin bi hezaran karker û kedkar bêkar man. Yên dixebitin jî li şûna ku li canê xwe bifikirin, bi tirsa ji destdana karê xwe dijîn. Herî dawî mîna ku ajokarekî qemyonê got, 'Vîrûs nekuje jî ev sîstem dikuje'. Ji ber vê yekê metirsiya vê sîstemê ji metirsiya vîrûsê mezintir e."

Gurbuz diyar kir ku desthilatdarî ne ew sazî ye ku li gorî daxwaza sermayeyê tevbigere û got, "Desthilatdariya ku ne ji bo karkeran lê ji bo karsazan guhertinên parastinê dike, divê tavilê guhertinên ji bo karker û kedkaran bike. Ev guhertin jî ji bo bersivdana li mexdûriyeta karker û kedkaran be. Di vê pêvajoyê de divê tirsa windakirina kar nekeve dilê kedkaran."