Sipayî Pasdaran a Îranê hêza veşartî ya dewletê ye

Artêşa Sipayî Pasdaran ku weke sazûmaniya îdelojîk, rêxistinî û mezhebî hatî danîn, gundiyê Kumkalê yê Mahabatê Xwedîdar Derwîşzade nirxand.

Dewleta Îranê dewleteke îdeolojîk e ku xwe li ser mezhebê ava kiriye, hişmenidyeke hişt, dogmatîk lê serwer e. Lê di dîrokê de li nav welatên Rojhilata Navîn ji hêla zanîn, felsefe, zanist, tip û teknolojiyê ve yek ji wan welatan bû ku pir pêş ketibû. Çanda gel a zengîn xwedî gelek rengan li bara vê avahiya hişk, berteng a dewleta Îranê, nîşan dide ku gel nerm e û ji diyalogê re vekiriye. Helbet ev jî kana xwe ji geşedanên huner, zanist, tipê ya welêt distîne.

SIPAYÎ PASDARAN HATE AVAKIRIN

Li Îranê li derveyî 'artêş'ê ku bi fermî tê zanîn artêşa bi ser lîderê dînî hêzên Sipayî Pasdaran heye. Ev artêşa Sipayî Pasdaran ji ya ku jê re 'artêş' tê gotin hê xurtir e. Li derî artêşên din ên dewletan, artêşa Sipayî Pasdaran artêşeke îdeolojîk, rêxistinî û mezhebî ye. Rêxistineke xwe ya  îstîxbarî jî heye û yekdestiya aborî ya herî mezin a li Îranê di kontrola Sipayî Pasdaran de ye. Artêşa Sipayî Pasdaran bi ser saziya Wilayetî Feqîh ve ye, ku ji hêla dînî ve tê pênasekirin. Ji ber ku rêberê niha yê Wilayetî Feqîh Elî Hamnet e, fermanê rasterast ew dide. Û ev artêş piraniya geşedana teknolojîk û sinayî ya welêt di dest xwe de digire. Ji hêla çekd û amûrên ku bi kar tîne ve, xwedî cebilxaneyeke zêde ye.

'SIPAYÎ PASDARAN DEWLETÊ RÊ VE DIBE'

Ji ber ku artêş avaniyeke îdeolojîk e dema ku li nav artêşê îxanetek yan jî pênebaweriyek çêdibe bi kuştinê tê cezakirin. Li ser vê mijarê gundiyê Kumkalê yê Mahabatê Xwedîda Derwîşzade mîneke ku li nav artêşa Sipayî Pasdaran hatî jiyîn wiha vegot: ''Bi esaî ya ku dewleta Îranê rê ve dibe Sipayî Pasdaran e. Ji hêla îdeolojîk ve pir karîger e. Beriya bi çendekê ji bo ku ji kesekî nav xwe guman jê birine leşkerekî Sipayî weke ku di kemînekê de de hatibe kuştin, ji pişt ve lê dane û ew înfaz kirine. Weke vê gelek rûdan çêdibin. Ango dema ku ji nav Sipayî Pasdaran îxanetek li îdeolojiya dewletê dibe di nav xwe dî wî dikujin.''

'ÎTLEAT JI BO PSÎKOLIJIYA MIROV ANALÎZ BIKE TÊ PERWERDEKIRIN'

Derwîşzade got Sipayî Pasdaran ne tenê saziyeke leşkerî ya dewletê ye her wiha saziyeke îdeolojîk e jî got ,''Dewleteke îdeolojîk dixwaze îdeolojiya xwe li her deverê li nav civakê berbelav bike. Ji hêla îdeolojîk ve dixwaze di zêhna civakê de bi cih bibe.  Îstîxbarata Îranê Îtlat ya bi îdeolojiya hişk a îslamê rêxistinî dibe bi taybetî ji bo ku psîkolojiya mirov analîz bike tê perwerdekirin.  Mînak agahiyek tê belavkirin, xwedêgiravî îtleat li her deverê ye, an jî wiha nîşan didin wek ku gelek kes endamên Besîc in. Li gel vê jî, ku ji bo civakê kontrol bikin van dikin ti karîgeriyê li ser civaka welatparêz bi ser nirxên xwe ve nakin. Bi vî rengî dixwazin gel, xizm, malbat ji hev bawer nekin.''

'Ê KU DIBE BESÎC DIKARE BIBE HER TIŞT'

Derwîşzade her wiha got li Îranê ji bo ku mirov li karekî bixebite ferz e ku endamên Besîc bin, dibêje heke Besîctî were qebûlkirin di qadên perwerde, aborî, tendiristî de ji derfetan dikarin bi rehetî sûd werbigirin û ji ber vê jî hê zaroktî ve teşwîq dikin ku bibin endamên Besîc, ango dixwazin ji zaroktî ve ji hêla îdeolojîk ve bi dewletê ve girêbidin û destpêka dibistanê zarokan dikin endamên Besîcê. Derwîşzade her wiha got zarok nizanin bê ka dibin endamên çi, li dibistana navîn bi zanebûn dikevin rêya Besîcbûnê, dema ku poleke dî jî diqedînin tam dibin qedro, tenê ku qeyda Besîctiyê bikin dikarin biçin Zanîngehê û heke nebin endam jî nikarin zanîngehê bixwînin. Derwîş bi berdewamî diyar kir weke ku tiştekî pir normal be kartekê didin wan, wan dikin endam lê di rastiyê xwe ji Kurdatiya xwe, ji rûmeta xwe didin ,ji bo ku îdeolojiya dewltê bidin qebûlkirin, li mêjiyan bicih bikin hê ji zaroktî ve fikrê bi wan re çêdikin û ji bo vê jî ne hewceye ku Şiî bin, heke hin rêgezên dewletê werin qebûkirin, dikarin di nav dewletê de xwedî raye bin, Derwîşzade her wiha got ji ber ku bi îdeolojiya Şiîtiyê ye, herî pir Şiî jê vê bawer dikin.

'GELÊ ROJHILAT NABE BESÎC'

Derwîşzade her wiha got li gel hemû hewldanên Îranê jî gelê Rojhilat baweriya xwe bi vê nayîne û diyar kir gelê Rojhilat piranî wê xwe birçî bihêle lê vê qerta Besîctiyê qebûl nake û kesê ku vê qebûl bike ev weke bêrûmetiyê qebûl kir û got çi dibe bila bibe divê ev neyê qebûlkirin.

'JI BO KU KURD ÇEKÊ LI HEV HILDIN HER TIŞTÎ DIKIN'

Derwîşzade bi berdwamî got Sipayî Pasdaran dor li Kurdistanê pêçane, dagir kirine, ji bo ku Rojhilat di dîrokê de bi berxwedaniya xwe tê zanîn mêtingeran tim li zext û zordarî li ser kirine, polîtîkayên asîmîlasyonê li ser danîne. Derwîşzade got, ''Li Kurdistnaê geşkirina îtleatiyê, sîxûrtiyê xurt kirine. Li qereqolên sînor Sipayî danîne. Nexasim sipayiyên li Kurdistanê piranî Kurd in. Ji bo ku Kurd li dijî gelê xwe çekê bi kar bînin her tiştî dikn. Kurdên ku kirine sîxûr li ser qereqolên sînor têne danîn. Dema ku ji sînor kolber, gerîla, kî dibe bila bibe derbas dibin wan dikin hedef. Lê ev der xaka Kurdistanê ye. Hemû peywirdarên ser sînor ên li wan qereqolan Kurd in. Û gerîlayê ku ji bo azadiya welatê xwe ji wan sînoran derbas dibe Kurd e. Her wiha ew kolberên ku nikarin ji berhemên zengîn ên welatê xwe sûd werbigire, ji ber polîtîkaya dewletê ya birçîhiştinê, ji bo ku pariyek nan bibe mal bi giraniya li ser milê xwe dixswaze ji sînor derbas bibin jî Kurd in.''