Silava Kobanê: Bi bedewkirina jiyanê em dikarin xwedî li Rêbertî derkevin

Gerîlaya YJA Starê Silava Kobanê hest û nêrînên xwe yên li ser 4'ê Nîsanê anî ziman û got, "Bi bedewkirin û bi watekirina jiyanê em dikarin xwedî li rêbertî derkevin."

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlaya YJA Starê Silava Kobanê têkildarî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hestên xwe ji ANF'ê re anî ziman.

Silava Kobanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd pîroz kir û anî ziman ku ew vê rojê weke jinûve geşbûna hêviya azadiyê ya mirovahiyê dibînin. Silava Kobanê got, "Em vê rojê ji bo xwe weke jinûve vejînê dinirxînin. Mîlada demekê de ku em zane bû, xurt bûn."

FIKRÊN WÎ BÛ BINGEHA BERXWEDANÊ

Silava Kobanê destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê ya ku îro li çiyayên Kurdistanê bi pêşengiya jinan tê dayin bi keda Rêberê Gelê Kurd ava bûye û işaret bi berxwedana gerîla ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk kir:

"Îro li çiyayên Kurdistanê bi pêşengiya hevrêyên me yên jin, hevalên me li hemberî êrîşên dagirkeriyê berxwedaneke dîrokî dikin. Di bingeha vê berxwedanê de fikir û îdeolojiya Rêber Apo heye. Bi berxwedana vê dawiyê re tê dîtin ku gerîlayên HPG û YJA Starê yên bi rêbertî re dibin yek, têk naçe."


HER KU EM RÊBERTÎ DIXWÎNIN, EM ZANE DIBIN

Gerîlaya YJA Starê Silava Kobanê destnîşan kir ku her ku Rêberê Gelê Kurd nas dikin, ew diguherin û got, "Bi naskirina rêbertî re em li rastiya xwe rast tên. Em zanin ku taybetmendiyên sîstemê di nava me de afirandiye dûrî cewhera me ye. Her ku em Rêber Apo nas dikin, em zane dibin û dibin xwedî îrade. Her ku Rêbertî dixwînin em zane dibin û di hêza hest û wateyê de kûr dibin."

Silava Kobanê got, "berxwedan bandoreke mezin li me dike û em xurt dibin. Ji bo vê berxwedanê mezintir bikin em kûr dibin û xwe bi pêş ve dibin. Her kêliya jiyana li çiyê bi wate ye. Wateya ku li çiyê dide me, me xurt dike. Ji bo jiyan gemarî nebe em ê bênavber têbikoşin. Her ku jiyanê bedew û bi wate dike em ê karibin xwedî li rêberê xwe derkevin. Li ser vê bingehê rêbertî ji bo me hinceta me ya jiyanê ye."