Seyîd Riza û hevalên wî li Dersimê hatin bibîranîn

Li Dersimê Seyîd Riza û hevalên wî hatin bibîranîn. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku, “Heman feraset a niha desthilatdar e.”

Di salvegera 81’emîn a darvekirina yek ji rêberên Serhildana Dersimê Seyîd Riza û hevalên wî yên di 15’ê Mijdara 1937’an de hatin darvekirin, li Qada Seyît Riza merasîma bibîranînê hat lidarxistin. Bîranîn ji aliyê Hêzên Demokratîk ên Dersimê ve hat organîze kirin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, parlamenterên HDP’ê Alîcan Onlu, Dilşat Canbaz, Zeynel Ozen, Alî Kenanoglû, Kemal Bulbul, Serokê Giştî yê PSAKD’ê Ganî Kaplan, Hevserokên Giştî yên Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Selda Guneş û Mûsa Kûlû û gelek welatî beşdarî bîranînê bûn.

‘DIVÊ DEWLET VÊ KOMKUJIYÊ NAS BIKE’

Di bîranînê de wêneyên kesên hatibûn darvekirin, hatin hilgirtin. Piştî deqeyek rêzgirtinê Hevseroka Giştî ya DAD’ê Selda Guneş axaftinek kir. Guneş, diyar kir ku ev komkujî di bîra gelan de cih digire û wiha got: “Bûyerên li Dersimê rû da ‘komkujiyek’ mezin bû. Divê dewlet rastiya vê komkujiyê nas bike. Bi taybetî jin û zarok ji malbatên wan revan û weke xenîmetên şer li ser malbatên sûbayan hatin belavkirin. Jin û zarokên xwe sipartibûn şikeftan bi gazên jehriyê hatin qetilkirin. Mirov hatin gulebarankirin û di zinaran de hatin avêtin. Faşîzmê bi vê yekê ne tenê li Dersimê li dijî hemû mirovahiyê sûc kiriye.”

Guneş, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Emê weke şûnmayên Pîr Seyît Rizayan, van daxwazên xwe nû dikin. Em dixwazin arşiv bên vekirin û navê Dersimê dîsan bê îade kirin. Em dixwazin jenosîda Dersimê bê qebûlkirin. Bila lîsteya zarokên winda, kesên hatin sîrgûnkirin û windahiyan bê eşkere kirin. Bila gora Seyît Riza û hevalên wî bên zelalkirin. Bila polîtîkayên zilmê yên li ser erdnîgarî, ziman û baweriya Elewitiyê bên bi dawî kirin.”

TEMELLÎ: DERSİM LI DIJÎ ZILMÊ RAPERÎNEK E

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî jî di bîranînê de axivî û wiha got: “Em hemû cangoriyên qetlîamê bi bîr tînin. Heya ku rastiya bi êş a komkujiya Dersimê neyê naskirin, daxwazên heyî neyên bi cih anîn, wê aştî û hizûr li ser vê axê pêk neyê. Em careke din ji bo parvekirina vê êşê li vê derê li hev kom bûn. Dersim li dijî zilmê, tundiyê û komkujiyê raperînek e. Dema em berî Dersimê û li piştî Dersimê mêze dikin, em dibînin ku di rastiyê de tu caran zilm bi dawî nebûye.”

Temellî, da zanîn ku heman feraset di desthilatdariya niha de jî heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em îro Dersimê ji nû ve dijîn. Heman feraseta zilmê, tundiyê û şer li her derê belav bûye. Îro jî çiyayên Dersimê tên bombebaran kirin û daristanên wê tên şewitandin. Zilma wê demê îro jî berdewam dike.”

Piştî axaftina Temellî, nûnerên rêxistinên civaka sîvîl jî axivîn. 

Piştî xwendina duayên Pîran û belavkirina loqiman, bibîranîn bi dawî bû.