Şervanên YBŞ/YJŞ’ê: Em ê bersivê bidin

Şervanên YBŞ û YJŞ’ê piştî ku dewleta Tirk bi balafrên şer Şengal bombe kir, diyar kirin ku ew ê têkoşînê geş bikin û wiha bersivê bidinê.

Şervanên YBŞ’ê diyar kirin ku ti caran ew ê dev ji Şengalê bernedin, bi rihekî fedaî gelê Êzîdî biparêzin û tolê hilînin.

Balafirên şer ên Tirk êrîş birin ser Amûd, Geliyê Kesrê û Kayê ku yên Şengalê ku bi piranî şervanên YBŞ û YJŞ’ê lê bûn. Şervanên YBŞ, YJŞ’ê li cihê ku hatin bombekirin ji ANF’ê re axivîn, hem helwesta xwe ya li dijî êrîşan nîşan dan û hem jî bal kişandin ser rizgar hevkaran a di van êrîşan de.

LI ŞENGALÊ WÊ TÊKOŞÎN NEQEDE

Li gorî şervana YJŞ’ê Perwîn Şengal, êrîş encama peymana Tirkiyê û PDK’ê ye. YBŞ, YJŞ û gel kiribûn hedef, lê bi tevdîrên ku hatibûn standin êrîş bi giştî hatin pûçkirin. Şengal diyar kir hem dewleta Tirk û hem jî xeta îxanetê divê baş vê baş bizanibe: ‘’Heta ku YBŞ û YJŞ hebin li Şengalê wê têkoşîn û berxwedan neqede. Gelê Êzîdî wê serê xwe netewîne. Li dijî van êrîşan soza me ev e; em ê têkoşînê geştir bikin û tolê hilînin. Tekane daxwaza me ji gelê me ev e ku rastiya berbiçav bibînin û bibin yek.’’

DIJMIN TI CARAN WÊ ENCAMÊ NESTÎNE

Şervanê YBŞ’ê  Bişar Şervan jî got êrîşa dewleta Tirk û hevkarên wan hatine pûçkirin, encama ku hêvî dikirin bi dest ve neanîne. Şengal diyar kir li dijî hêza leşkerî û teknîka pêşketî ya dijmin ew ê gavekê jî bi paş ve neavêjin û got: ‘’Heta ku li Şengalê şervanên YBŞ, YJŞ’ê hebin wê ti encamê bi dest ve neyînin û ev gel wê serî netewîne. Çi kesên ku bi dewleta Tirk re hevkariyê dikin divê vê baş bizanibin, ev dem ne weke dema berê ye, wê nebe weke dema berê. Dijmin jî û hevkarên wan jî wê nikaribin ji hesab birevin.’’

SOZA FEDAIYIYÊN GEL

Şervanê YBŞ’ê Karker Şengal jî got, ‘’Em ne rajêrî dijminên gelê xwe û ne jî xeta îxanetê dibin’ û wiha got: ‘’Em şervaên YBŞ’ê ti caran Şengalê bernadin. Çi êrîş bibe jî em ê bersivê bidin. Soza me ji bo gelê me ye; ev êrîş wê ji wan re nemînin. Em fedaiyên gel bi vî giyanî em ê bi ser wan de biçin. Gelê me jî bila bi yekîtî refleksa xwe nîşan bide.’’