Şervanê QSD'ê Wesîm Ebadî hate veşartin

Bi sedan welatî cenazeyê Şervanê QSD‘ê Wesîm Ebadî El-Feyad (Bahoz Berxwedan) li Goristana Şehîd Mehmûd a gundê El-Tenhûza veşartin.

Şervanê QSD‘ê Wesîm Ebadî El-Feysel (Bahoz Berxwedan) di 3‘yê Kanûnê de di pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Berxwedan anîbûn nexweşxaneya Wetenî ya Bajarê Girê Spî. Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî Leyla Mistefa û Hemdan El-Ebid, Rêveberê TEV-DEM‘ê Selahedîn Firat, Endamên Saziyan, şervanên QSD‘ê jî di nav de bi sedan kesan cenaze ji nexweşxaneyê wergiritin û ber bi Goristana Şehîd Mehmûd ve derketin rê. Li vir merasîmekî leşkerî hate lidarxistin.

Di merasîmê de Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî Hemdan El-Ebid, Endama Kongereya Star Zelîxe Ebdî, Rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan Wehîd Abdullah, Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xalid Kotê axifîn.

Di axaftinana de sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin û soza şopandina rêya wan hate dayîn û hate gotin ku wê gelê herêmê bi hemû pêkhateyên wê re wê herêmên xwe ji çeteyan rizgar bikin.

Di merasîmê de her wiha birayê şervanê QSDʹê Bahoz Berxwedan ê bi navê Abdullah Ebadî axivî û soz da ku ew ê heta dawî şopdarên rêya têkoşîna birayê xwe û hemû tekoşeran bin.

Girseya gel û şervanên QSDʹê cenaze bi diruşm û tilîliyan ve veşartin.