Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ehmed Hisên hat veşartin
Minbiciyan bi merasîmekê ve Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ehmed Hisên veşartin.
Minbiciyan bi merasîmekê ve Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ehmed Hisên veşartin.
Bi sedan şênî û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li bajarê Minbicê ji bo cenazeya têkoşer Ehmed Hesen El-Mereî (Hisên) werbigirin, li pêşiya nexweşxaneya El-Wetenî ya bajêr kom bûn. Piştî cenazeyê Hisên wergirtin, ber bi goristana Şehîdên Minbicê ve bi rê ketin.
Di merasîmê de Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş, endamên Komîteya Malbatên Şehîdan û Meclîsa Sivîl a Minbicê amade bûn.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê merasîmeke leşkerî li dar xistin. Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş got ku heta şervanên ji bo Minbicê şer dikin hebin wê Minbic li ser piyê xwe bimîne.
Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan Mihemed El-Ehmed soz da ku heyanî dawiyê rêça şehîdan bişopînin.
Şervanan cenazeya têkoşer Hisên bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” spartin axê.