Serokê PADÊ: Peymana li ser Şengalê wê pêk neyê

Serokê PADÊ’ê Omer Salih bal kişand li ser peymana navbera Iraq-Hewlêrê û got: "Li pişt planên li ser Şengalê dewleta Tirk heye. Êzidiyên niha ne Êzidiyên beriya 2014’an e. Ti peymanekê qebûl nakin ku erêkirina Êzidiyan nebe."

Serokê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Omer Salih Îbrahîm derbarê peymana navbera rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê bersiva da pirsên ANF'ê.

Îbrahîm destpêkê bal kişand ser peymana ku her du hikumetên Herêma Başûrê Kurdistanê û Iraqê li ser Şengalê û got: "Peyman bêyî vîna gelê Şengalê hatiye çêkirin. Li gorî me wê ev peyma pêk neyê. Ji ber ku li Şengalê kesên li ber xwe dane û zehmetî kêşandine pir in, lê ne Hikumeta Iraq û ne jî ya Herêma Kurdistanê hizra wan kesane nekiriye ku bi fermanê re rû bi rû mane. Heman kesan li ber xwe dan û xak, rûmet û namûsa xwe li naverastê nehiştin û nerevîn û çeteyên DAÎŞ'ê têkbirin. Her wiha nehiştin çeteyên DAÎŞ'ê çiyayê Şengalê dagir bike. Heman kesan li çiyayê Şengalê bi dirêjahiya 70 kîlometreyan navçeya xwe ji çeteyên DAÎŞ'ê paqijkirin û heya îro parastin."

'JI SEDÎ 80'Ê ÊZIDIYAN WÊ PEYMANÊ QEBÛL NAKIN'

Serokê PADÊ Omer Salih Îbrahîm qala qebûlnekirina peymanê ya ji aliyê gelê Şengalê kir û wiha pêde çû: "Ew peymana hatî çêkirin ti erêkirina gelê Şengalê li ser tineye, gelek kesên di nava PDK'ê û gelê me yê Êzidî yên di kampan de ji wê peymanê bê agahî ne. Ji sedî 80'ê gelê Şengalê wê peymanê qebûl nake, ne tenê Êzidî belku gelên din ên Şengalê û yên hawîrdorê jî wê biryarê qebûl nakin. Em jî weke PADÊ û partiyên din wê peymanê qebûl nakin, pêkanîn  wê zehmet be."

'HÊZÊN LI ŞENGALÊ NE HEMÛ NIHA FERMÎ NE'

Salih Îbrahîm her wiha destnîşan kir ku gelê Şengalê li hemberî peymanê bi xwepêşandan û mîtîngan helwestek zelal nîşan dane û ev nirxandin kir: "Hemû hêzên ku niha li Şengalê ne, hêzên fermî yên Iraqê ne. YBŞ-YJŞ, Heşdî Şebî û hemû hêzên din wek polîs hêzên fermî û girêdayî Hikumeta Iraqê ne. Îdîayên ku dibêje; Şengal ne arame ji rastiyê dûr in. Dibe ku berê ne aram bû ango dema hêzên PDK'ê li wê derê bûn, sala 2014’an dema DAÎŞ'ê êrîş kir, nêzî 12 heya 14 hezar hêzên çekdar ên PDK’ê li wê derê hebûn, lê hemû revîn û gelê Êzidî ne parastin. Ji ber wê jî baweriya gelê Êzidî bi ti hêzeke din re nemaye, tenê baweriya xwe bi hêzên ku li ber xwe dan û Êzidî ji destê DAÎŞ'ê rizgarkirin heye."

'LI PIŞT WÊ PEYMANÊ EMERÎKA Û TIRKIYE HENE'

Îbrahîm işaret bi roja ragihandina wê peymanê kir û got: "Roja 9’ê Cotmehê ji bo gelê Kurd rojeke reş e, ji ber ku sala 1998'an wê rojê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan komployê destpê kir. Di heman rojê de ango salek beriya niha dewleta Tirk êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kir. Bi heman rengî îsal jî ew peymana reş li ser Şengalê çêkirin. Ev yek nîşanî me dide ku li pişt wê peymanê biryara dewleta Tirk û hêzên hegemon weke Emerîka hene. Iraq, Emerîka, Tirkiye û PDK li ser masê civiyane û di bin navê peymanê de ew plane çêkirine. Em dipirsin çima gelê Şengalê li ser wê maseyê nebûn?"

"ÇIMA PDK LI SER 'DILÊ KURDISTANÊ' PEYMANÊ ÇÊNAKE"

Serokê PADÊ Omer Salih Îbrahîm di dewama axaftinên xwe de bal kişand ser siyaseta PDK'ê û ragihand: "Em ji niha ve dipirsin ku çima PDK naçe û li ser Kerkûkê peyman çênake, qey bi xwe nabêjin 'Kerkûk dilê Kurdistanê ye'. Çima naçin li ser mijara Kerkûkê bi Hikumeta Iraqê re li hev nakin. Ji ber ku gelê Êzidî vedigere Şengalê û jiyan asayî dibe, pêşiya gel digire ji bo ku venegerin ser mal û warê xwe. Bi wê peymanê re dixwazin pirsgirêkeke nû li navçeyê çêbikin."

Îbrahîm di dawiya axaftinên xwe de qala armancên rêgirîkirinê PDK ya ji bo gelê Şengalê kir û got: "Rojane nêzî 200 mal vedigerin Şengalê, lê pêşiya wan tê girtin û ji wan re dibêjin venegerin, li Şengalê jiyan aram nîne, pêwîste îdareya berê vegere Şengalê. Em dipirsin îdareya berê çima çû û du caran Şengalî bi tenê hiştin? Sala 2014'an dema êrîşa DAÎŞ’ê û sala 2017'an jî dema hatina Heşdî Şebî. Ji ber wê em dibêjin bi ti awayî gelê Şengalê wan hêzan qebûl nake ku gelê Şengal bi tenê hiştin."