Seroka TTB’ê li Amedê ye: Pir nema, piştî 16 rojan em ê biguherin

Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci, ji bo piştevaniyê hat ber Edliyeya Amedê û got: “Pir nema, piştî 16 rojan wê ev hemû biguherin, em ê biguherin."

Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, ji bo piştevaniya bi xizmên kesên ku di operasyonên qirkirina siyasî yên li Amedê de hatin destgîrkirin û girtin hat Amedê. Sekreterê Giştî yê TTB'ê Prof. Dr. Vedat Bûlût û Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Tûran jî pê re bûn.

Fîncanci ya ku hat li ber avahiya edliyeyê, li vir bi malbatan re suhbet kir û daxuyanî da. Fîncanci da zanîn ku divê ev operasyona ji aliyê hikûmetê ve hat kirin, weke manevraya hilbijartinê bê dîtin. Fîncanci, bi bîr xist ku hikûmet di hemû pêvajoyên hilbijartinê de êrîşkar dibe û got: “Bi teybetî piştî hilbijartinên sala 2015’an gelek kesan jiyana xwe ji dest da. Bi vê hilbijartinê, êdî hemû Tirkiye difikire ku dawiya wan hatiye. Êdî cihekê birevin nemaye.“

‘ÎRADE YA ME YE’

Fîncanci diyar kir ku bêyî lêpirsineke bibandor bê kirin, dosyeyên wan bi îfadeyên yên li xwe mikur hatine, hatine çêkirin û got: “Em dizanin ku nava van dosyeyan vala ye. Ji ber ku dosye vala ne û nikarin navê tije bikin, biryarê nepenîbûnê didin ser. AKP’ê, bandora bombeyê li daraza vî welatî kir û dadgehên silh û cezayê tetikkêşiyê dikin. Yên divê bên girtin, di ser dadgeha silh cezayê re digirin û nahelin ku tu xebatekê bikin. Ev bi salan e ku wiha bi rê ve diçe lê bi salan e ku têkoşîn jî naqede. Wan bigirin jî ew di girtîgehê de. Yên ji der ve jî li derve têdikoşin. Pir nema, piştî 16 rojan wê ev hemû biguherin, em ê biguherin. Îrade, ya me ye. Divê em îradeya xwe ya hilbijartinê û kontrolkirinê, bi awayekê bi bandor bi kar bînin.“

Piştî daxuyaniyê, Fîncanci, li ber edliyeyê qasekî bi Serokê Baroya Amedê Nahît Eren re suhbet kir.