Sermayedar li Şirnexê ji bo AKP’ê dixebitin

Serokê Odeya Bazirganî û Pişesaziyê Osman Geliş û sermayedar Mehmet Emin Acar ji bo ku gel dengên xwe bidin AKP’ê, ketine dewr

AKP, ji bo şaredariya navendê ya Şirnexê ku bi hezaran polîs û leşker xistiye bajêr, hemû derfetên dewletê seferber kirine. Mehmet Yarka yê ku AKP’ê li bajêr weke namzedê xwe yê şaredariyê nîşan daye, hema bêje hemû saziyên fermî yên dewletê xistine xizmeta xwe ya hilbijartinê. 

ACAR Û GELİŞ JI BO AKP’Ê DI DEWRÊ DE NE

Yarka ku bi vê ve jî sînordar nemayî, hin sermayedarên ku beriya niha ji hêla Soylu ve gef li wan hatibû xwarin jî xistine dewrê. Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê yê Şirnexê Osman Geliş û Mehmet Emin Acar ê ku hemû kanên komirê yên bajêr xistine bin yekdestariya xwe, serkêşiya van kesan dikin. 

SEROKÊ OBP YA ŞIRNAXÊ GELÎŞ ZEXTAN LI MALBATAN DIKE

Hate ragihandin ku Serokê Odeya Bazirgahî û Pîşesaziyê (OBP) Osman Geliş, beriya niha, bi malbata Cafîriyan re ku yek ji malbata mezin e, ketiye têkiliyê û ji bo dengê xwe bidin AKP'ê xwestiye wan razî bike. Tenê bi vê malbatê re jî sînordar namîne û dixwaze bi hin malbatên din re jî bicive û wan qanî bike ku di refên AKP’ê de cih bigirin. 

ACAR BI SERMAYEYA XWE DI DEWRÊ DE YE

Hate ragihandin yek jî kesê din ê ji bo AKP’ê ketî dewrê M.Emîn Acar e. Ev kes jî bi sermayeya xwe dixwaze bandor li ser hin kesan çêbike ku dengên xwe bidin AKP'ê. Acar ê ku piranî di hilbijartinên borî de bêdeng mayî, hate ragihandin ku di vê hilbijartinê de ji bo dengê xwe bidin AKP’ê pere belav kirine.