'Serketina Partiya Çepên Kesk wê sûdeke baş bide Başûrê Kurdistanê'

Hevseroka Tevgera Azadî Tara Husên anî ziman ku serketina Partiya Çepên Kesk serketina aştiyê ye û got: “Bi serketina wê, wê sûdeke baş bide Başûrê Kurdistan û aramiyê pêk bîne.”

Hevseroka Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Tara Husên bal kişand ser hilbijartina 14’ê Gulanê û Partiya Çepên Kesk, her wiha metirsiyên li ser Başûr ên bi serketina Erdogan û dîsa encamên serkatina Partiya Kesk a ji bo Gelê Kurt taybet statûya Başûrê Kurdistanê.

‘LI GEL KUŞTIN Û TALANÊ GELÊ KURD TINE NEBÛ’

Husên qala êrîşên qirker ên dewleta Tirk a dagirker kir û got: “Dema em li dîroka sedsalî ya Tirkiye dinêrin em dibînin tije ye ji qirkirinên li serê gelê Kurd anî. Ji Dersimê bigire heta girtin, kuştin, revandina pêşengên Kurdan û heta vê kêliya ku em daxivin, bi deh hezaran Kurd li nava girtîgehan in. Li beramberî vê em dibînin bi taybet 50’î salên dawî bi pêşengtiya Rêber Apo tevgereke nû ya azadîxwaz derket. Dema em li vê pêvajoya giran dinêrin li gel kuştin, qetilkirin, danîna qeyûman û talankirina war û cihên Kurdan, dîsa komploya li ser Rêber Apo tev nîşan dide ku eger Tevgera Azadîxwaz a Kurd nebûna, dibe li Bakurê Kurdistanê dawî li gelê Kurd bihatiba.”

‘PARTIYA ÇEPÊN KESK NÛNERTIYA KUDÊN AZAD Û HEMÛ MIROVAHIYÊ DIKE’

Hevseroka Tevgera Azadî Tara Husên bal kişand ser Partiya Çepên Kesk û li ser wê ev nirxandin kir: “Partiya Çepên a Kesk îro nûnertiya Kurdeke azad, Tirkeke azad, Ermeniyeke azad û miroveke azadîxwaz dike. Îro Partiya Çepên Kesk bi projeyeke nû ku dawî li kuştin, girtin û qetlîaman bîne ye. Pêwîtiya me bi wê yekê heye ku li ser xaka heye ku hevpar bi hev re bijîn li ser, mafê her kesê paristî be. Ev partî niha nûnertiya vê yekê dike. Ev partî li gel hemû astengiyan xebateke baş dike. Dema mirov vê xebat û mîtîngên wan ên nava gel dibîne, kêfxweşiyê nîşan dide ku tevî her tiştî gelê me zindî ye ji bo demokrasiyê têdikoşe. Vê yekê ne tenê ji bo xwe ji bo gelên din jî dike. Em bi vê yekê kêfxweşin. Ji ber ku ev yek bandorê li herêmên me jî dike. Parçeyên Kurdistanê bandor û peywendiyên wê li ser hev bandor dike. Her serketina beşek raste rast bandorê li beşên din jî dike. Em vê xebatê mezin dibînin piştevaniya xwe nîşan didin.”

‘ERDOGAN BI SER BIKEVE WÊ PROJEYÊN XWE YÊN NÎVÇO MAYÎ TEMAM BIKE, BAŞÛR TEMAMÎ DAGIR BIKE’

Husên bal kişand ser metirsiyên serketina Erdogan û xeteriyên bi xwe re ji bo statûya Başûr bîne û wiha domand: “Divê em behsa rastiyek bikin, ev ne partiyeke. Ev projeyek e. AKP/MHP projeyek mezin e ji bo dagirkirina parêzgeha Mûsil û Helebê ku Rojava û Başûr li xwe digire. Projeyek mezin a pêkanîna xeyala Osmanî ya nû li gel Erdogan heye. Dixwaze heta li ser desthilatê be vê xeyalê pêk bîne. Ev metirsiyeke mezin e li ser Başûrê Kurdistanê. Em dîroka qirkirinên desthilata AKP-MHP’ê ya li Başûrê Kurdistanê dizanin. Bi sedan welatiyên sivîl di encama êrîş û bomberdûman dewleta Tirk de hatine qetilkirin. Bi hezaran donim zevî û baxçeyên welatiyên sivîl talan bûne, metirsiyek mezin li ser Başûrê Kurdistanê heye. Eger bêt û Erdogan di vê hilbijartinê de bi ser bikeve, wê kar li ser projeyên xwe yên nîvço mayî bike û hewl bide wan temam bike. Ji pêvajoya borî em dizanin hemû hewla wî ew bû ku projeya xwe temam bike û Başûrê Kurdistanê bi temamî dagir bike ku statûyek bi navê Başûrê Kurdistanê nemîne. Bila ji bîra me neçe ku qebûlkirina statûya Başûr a ji aliyê Tirkiyeyê ve ji bo tinekirina Tevgera Azadîxwaz a Kurd bûye, ji bo wê xwe li vê nagire. Ji bo xwe weke şaştiyek dibîne. AKP ne karî dawî li tevgera azadîxwazan bîne û li gel wê statûyek li Başûr jî pêk hat. Erdogan bi mîsogerkirina serokkomariyê ya nû re dixwaze bi temamî statûya Başûr tine bike. Eger ku heta niha çiyayên Kurdistanê, sivîl qetil dikir; piştî vê serketinê wê eşkere li nava bajaran êrîş bike û qetlîamam bike. Ji bo wê divê xelkê Başûr û hêzên siyasî, fikir û projeyên AKP’ê baş bizanin. Ne weke rikberiyeke ya hilbijartinê li mijarê binêrin. Eger ku em bixwazin Başûrê Kurdistanê biparêzin, hemû mil bidin milê hev ji bo xistina Erdogan û piştevanî bikin ku hêzên muxalîf bi ser bikevin.”

‘XETA HESEN XEYRÎ YE’

Li ser hevkariya PDK’ê ya li gel HUDA-PAR a ji bo serketina Erdogan jî Hevseroka Tevgera Azadî nirxandin kir û got: “Li nava Kurdan, tevî berxwedan û zindîkirina gelê Kurd, tim xeta xiyanetê jî maye. Dayik û bavê me vê xetê weke xeta Hesen Xeyrî dibînin. Mixabin ev xet tim li nava Kurdan tevî berxwedan û têkoşînê xwe zindî dike. Ev xet tim kar dike ji bo tinekirina azadî û berxwedanê. Nikare vê bi ser bixe, lê bandora xwe heye. Mixabin îro em dibînin PDK û hinek hêzin din ên biçûk, piştevaniya AKP û HUD-PAR dikin. Ev yek mezintirîn xeta xiyanetê ya li ber xwîna gelê Kurd a li Bakurê Kurdistanê hatiye rijandin. Me hinek Kurd hene bi navê Îslamê destê xwe xistiye nava destê dagirkerên axa xwe. Di ola Îslamê de ev bi minafiqtî hatiye pênasekirin û cezayê wê ji yên dagirkeran girantire. PDK ji bo xwe dîrokeke tije xiyanet û şermezarî tomar dike. Gelek kesên welatparêz û sade yên nava PDK’ê ji vê rewşê şermezar in û nerehetin. A mirov pê diêşe bi navê Kurd, cilûbergê Kurd piştevaniya dagirkeriyê dike. Gelê Kurd ji ber vê hişmendiyê hatiye qetilkirin, tevî vê jî piştevanî dike. Tevî ku ew te qebûl nake. Ji bo Tirkiye ferqa Kurdan nake.

‘SERKETINA PARTIYA ÇEPÊN KESK SERKETINA AŞTIYÊ YE’

Husên qala serketina Partiya Çepên Kesk kir û wiha pêde çû: “Bi serketina Partiya Çepên Kesk re aştî serdikeve. Divê xelkê me xwedî wê hişyariyê be ku eger Partiya Çepên Kesk weke partiyekê tenê lê nenêre, weke projeyeke ya aştiyê lê bê nêrîn. Projeyeke welê ye ku dibe Başûrê Kurdistanê sûdeke baş jê bigire. Dibe aramiyek baştir ji bo herêmê bîne. Her Kurdek li mala xwe, dema dibîne mirov tên qetilkirin, çiyayên me tê bombekirin, dilê wan têşe. Her kesê bixwaze ev pêk neyê divê hevkarî bike û xwedî li vê projê derkeve. Projeya Partiya Çepên Kesk tenê ji bo xwe nîne, projeyeke ya aştiyê û bi hev re jiyanê ye. Di nava vê projeyê de hemû mirovek dikare azad bijî. Ji bo vê ye divê em hemû piştgir bin. Bi serketina Partiya Çepên Kesk re em ê bikarin kar bikin ji bo berdana bi hezaran girtiyên siyasî, raderbirîn li her parçeyeke Kurdistanê azad bibe.”

‘BI PIŞTEVANIYA JINAN WÊ TIRKIYE DEMOKRATÎK BIBE’

Herî dawî Hevseroka Tevgera Azadî bal kişand ser rêjeya jinan a di nava Partiya Çepên Kesk de û got: “Desthilatê di kesayeta jinê de xwestiye civakê biçewsîne. Niha valaderxistina vê hişmendiyê bi jina azad dibe. Jinên namzetên parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk in, dîsa di nav de xebat dikin nûnerên jina azad in. Nûnertiya jinên bi vîn û xwedî helwest dikin. Ew jin in ku dixwazin aştî pêk bên. Eger em bixwazin sîstema Tirkiye demokratîk bikin, divê piştevaniya van jinan bikin. Bi pêşengtiya van jinan, sîstema Tirkiye demokratîk dibe. Civak jineke nû dibîne û civak ji vê bawer e. Ev jin dikarin pêşengtiyeke xurt bikin. Em jinên li Başûrê Kurdistan û Tevgera Azadî çi ji bo jinên pêşeng ên namze û çi jî ji bo giştî proseya hilbijartin û xeta netewî û bihevre jiyana azad agelan ku di nava Partiya Çepên Kesk de ye, bi hemû rengî li pişt wan in. Serketina wan serketina xwe dibînin.