Serhat: Divê Kurd parastina xwe ya çekdarî mezintir bikin

Endama Koordînasyona PAJK'ê Serhat destnîşan kir ku ji bilî bi sedan rêxistinbûnên heyî yên çekdar, divê Kurd li dijî dewleta Tirk bikevin pozîsyona parastina çekdarî.

Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Ronahî Serhat, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê ku tevî çeteyên xwe pêk tîne, ji ANF'ê re nirxand.

Serhat bi bîr xist ku Komara Tirkiyeyê hebûna Kurdan qebûl nekir û li ser înkar û tinekirina Kurdan dewleta xwe ava kir. Serhat destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide hebûna xwe bi dijminatiya li Kurdan, bi qirkirina fîzîkî û çandî ya Kurdan bidomîne û ragihand, hewldana dagirkirina Efrînê jî ji ber dijminatiya xwe ya li Kurdan e.

Ronahî Serhat anî ziman ku dewleta Tirk belavker û talanker e û got, "Armanca dewleta Tirk a ji Osmaniya Nû û armanca bi navê 'Sêva Sor' bi nav dike, gelekî zelal e; Êrîşî axa ku çav berdayê dike, hewl dide dagir bike û bi qirkirina fîzîkî û çandî dixwaze bike Tirk.

Dewleta Tirk li gorî planeke ji du hîman tevdigere.

* Dixwaze Rojava bi temamî dagir bike, Kurdan koçber bike û bi vî rengî demografiyê biguherîne.

* Eger jê nehat ku vê bike, hingî dixwze vîna Kurdan a azad, sîstema federasyona demokratîk a hevpar a gelên herêmê asteng bike, gelê Kurd jî bê hikum / bê statu bihêle."

Ronahî Serhad işaret bi berpiryariya hêzen navneteweyî ya di vê êrîşê de kir û got, "Beriya her kesî Rûsya berpirsyar e. Kontrola qada hewayî ya Efrînê bi navê rejîma Baasê di destê Rûsyayê de ye. Rûsya bi vê erkê radibe. Dewleta Tirk bi Rûsyayê re li hev kir û bi erêkirina Rûsyayê dest bi vê êrîşê kir.

DYA jî hewl dide herêma Efrînê weke meseleya Rûsyayê nîşan bide û xwe ji nav derxîne. Lê bi vî rengî nikare xwe ji vî sûcî rizgar bike. DYA jî ji hemû encamên li Efrînê rû didin berpiryar e. Ji xwe plana êrîşa li dijî Efrînê bêyî agahiya Rûsya û DYA nehatiye kirin."

'LI DIJÎ ZILM Û ZORDARIYÊ DIVÊ KURD HÊ BÊHTIR BIKEVIN POZÎSYONA PARASTINA ÇEKDARÎ'

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhat anî ziman ku DYA bi gotina, 'Tirkiye endamê NATO'yê ye, em fikarên wan fêhm dikin' hewl dide rewşê binixumîne. Lê ev polîtîka êdî qediya ye. Ti qanûn û norm maf nade ti dewletê ku sivîlan bikuje, komkujiya sivîlan bike, bendav, mizgeft, cihên dîrokî, gund, garên rêwiyan bombe bike. Ti aliyekî vê yekê yê bê qebûlkirin nîne. Balafirên şer ên Tirk ev 12 roj in ji bo bombekirina qadeke vala ranabin. Hin gund bi temamî bi erdê re bûne yek.

YPG û YPJ kî ne? Hêzên xweparastinê ne ku ji ewladên gelê Kurd pêk tên û gelê xwe diparêzin. Ti hincet ji bo êrîşa li dijî vê hêzê ne meşrû ye. Li dijî dijminekî mîna dewleta Tirk, divê Kurd hîn bêhtir xwe ji aliyê çekdarî ve bi rêxistin bikin. Li dijî siyaseta ku bi barbarî û hovîtî êrîşî gelê Kurd dike, pêwîste hemû ciwan, extiyar, jin, mêr ên Kurdistanî bikein nava pozîsyona parastina çekdarî."

'KURD WÊ HETA MIRINÊ, EFRÎNÊ BIPARÊZIN'

Serhat di dewama axaftina xwe de got, "Beriya her tiştî vê yekê bêjim. Efrîn bajarekî Kurdan e, parçeyek ji Bakurê Sûriyeyê ye û wê bi vî rengî bimîne. Kurd wê heta mirinê vê derê biparêzin."

Ronahî Serhat bal kişand ser çalakiyên gelê Kurd ên li dijî faşîzmê û got, "Bi sekneke bi rûmet bersiv ji berxwedana jin, zarok û dayikên Efrînê re tê dayin. Sekna gelê Efrînê ji bo her kesî îlhameke xurt e. Eniya berxwedana li dijî faşîzmê mezin dibe."

Serhat çalakiyên ku wê 3'ê Sibatê li gelek welatên cîhanê bên lidarxistin bi bîr xist û got, "Ez çalakiyên ji bo Efrînê tên lidarxistin silav dikim. Hêvîdar im ku wê di van çalakiyan de li dijî mêtingerî, faşîzm û komkujiyê, helwesta herî xurt bê nîşandan."

'HEVAL AVESTA FERMAN DA ME KU EM BERXWEDANA LI DIJÎ ZILMÊ GEŞ BIKIN'

Serhat çalakiya fedayî ya şervana YPJ'ê Avesta Xabûr jî bi bîr xist û got, "Di şexsê hevrê Avesta Xabûr de hemû şehîdên me yên Efrînê bi rêzdarî silav dikim. Dewleta Tirk bi artêş û hemû hêza xwe ya leşkerî ji hewa û erdê ve êrîşd ike. Ti carî êrîşeke ewqasî giran a bi balafirên şer nebûbû. Ji fermandarên YPJ'ê Avesta Xabûr, xeta milîtan a berxwedana Efrînê ye. Serketina xeta Revanan û Arîn Mîrkanan, serketina Efrînê ji niha ve garantî kir. Hevala Avesta ji bo gelên kurd, Ereb, Ermenî û Suryanî ku komkujî û qirkirin li ser wan tê ferzkirin, ji bo hemû jinan fermana geşkirina berxwedana li dijî zilmê ye. Ferman daye ku Efrîn bi rengekî fedayî bê parastin û azadkirin. Ya ku niha tê parastin ne tenê Efrîn e, ya tê parastin nirxên mirovahiyê yên çand û dîrokî ye."

'DIVÊ CIWANÊN KURDISTANÊ BERÊ XWE BIDIN EFRÎNÊ'

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhat da xuyakirin ku bendewariya herî mezin a gelê Efrînê ji gelê Bakurê Kurdistanê ye û got, "Gelê me yê li Bakurê Kurdistanê û gelên Tirkiyeyî ji bo rawestandina vê hovîtiyê divê dengê xwe bilind bikin. Divê biherikin qadan û ruhê 7-8'ê Cotmehê nîşan bidin."

Ronahî Serhat bang li ciwanên Kurdistanê jî kir ku biherikin nava refên parastinê, berê xwe bidin Efrînê.