BI DÎMEN

Şerê li navenda Kerkûkê dewam dike

Li navenda bajarê Kerkûkê, şerê ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ'ê rû da, dewam dike.

Çeteyên DAIŞ'ê ber destê sibehê saet di 03:00 de, bi awayekî hemwext êrîşî Midûriyeta Emniyetê, Walîtiya Kerkûkê û Asayîşa Dumizê kirin. Êrîşên destpêkê bi xwekujiyên bombeyî hat kirin û di navbera Asayîşa Kerkûkê û çeteyan de şerekî dijwar dest pê kir.

Kontrola herêma li dora Midûriyeta Polîsan û Walîtiyê di destê asayîşê de ye. Şer bi giranî li dora mizgeft û oteleke berê ya li taxên Tisîn û Huzeyran ên li nêzî keleha Kerkûkê diqewime.

Li navenda bajêr jî şerê ji ber êrîşa çeteyan dewam dike. Li gorî agahiyan, hêzên asayîşê alîkarî ji hêzên gerîla yên li herêmê xwestine û li ser vê yekê gerîlayan berê xwe dane cihê şer lê diqewime.

Şerê li taxa Hey Eskerî û Domizê bi hemwextî dest pê kir, dewam dike. Êrîşeke din jî li naveçya Dibizê rû da. Çeteyan bi xwekujên bombeyî li vê derê dest bi êrîşê kirin û di navbera wan û hêzên pêşmerge/asayîşê de şer derket. Piştî vî şerî kontrol ket destê hêzên asayîşê.

Li dijî hêzên Kurd ên li gundên Mucacamma Yermuk, Newafil û Meryem Beg ên li herêma Tilwerde ya Kerkûkê jî êrîş hat kirin. Şerê ku li vê herêmê saet di 04:00 de dest pê kir hê jî li hin cihan dewam dike.