Serdeşt Osman li Silêmaniyê hate bîranîn

Hejmarek rojnamevan û çalakvan li Silêmanî bi boneya 12. salvegera şehadeta rojnamevan Serdeşt Osman merasîmek lidarxistin. Di merasîmê de hat gotin ger dadgehê kujerên Serdeşt darizandiba wê Kawe Germiyanî û Vedat Hisên û yên din nehatibanan qetilkirin.

Rojnamevan Serdeşt Osman li ber Kolêja Wêjeyê ya li bajarê Hewlêrê ji aliyê çend çekdaran ve li ber çavê hemû xwendevanan hat revandin û piştî 2 rojan di 4’ê Gulana 2010’an de cenazeyê wî li Musilê hate dîtin. Tevî ku 12 sal bi ser qetilkirina wî re derbas dibe jî lê heta niya kujer nehatine cezakirin.

Her sal rojnamevan û çalavanên bajêr û navçeyên cuda yên herêma Kurdsitanê wî bibîr tînin û daxwaz dikin ku kujerên wî bên darizandin, mixabin berovajî daxwaziyên gel desthilat şehîd Serdeşt tawanbar dike û senaryoyek jê re çêkir.

Îro weke salên bihorî rojnamevanên ji bajarên Silêmanî û Hewlêrê kom bûn û bi çalakiyekê ew sûc şermezarkirin. Her wiha li Sekoya Azadî ya Parka Azadî ya Silêmanî ku weke sembola têkoşîna pênûs û sivîl a rojnamevanan tê naskirin, darên zeytûnê çandin.

Di merasîmê de ku daxuyaniyek hevbeş hatibû amadekirin, daxuyanî ji aliyê rojnamevan Hêmin Mame ve hate xwendin. Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin ku îro 12 sal bi ser qetilkirina Serdeşt re derbas dibe lê heta niha jî xwîna Serdeşt germe û hilma evîn û azadiyê lê bilind dibe.

Di dewama daxuyaniyê de her wiha îşaret bi cezanekirina kujerên Serdeşt Osman a ji aliyê dadgehê hat kirin û hat ragihandin; “Eger dadgeh serwer bûya û kujerên Serdeşt li dadgehek adilane darizandibana, wê ew celad û tirsonekan cesaret nekiriba piştî Serdeşt, Kawe Germiyanî, Vedat Hisên û yên din qetil bikirana.”

Her wiha di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser binpêkirinên mafê mirov û azadiya ramanê ya ji aliyê desthilata herêma Kurdistanê û hat diyarkirin; “Şêrwan û hevrêyên wî li girtîgeha eşîrê de ne, bi dehan kesên azadîxwaz ji ber fikrên cuda, li ser ecibandin, nêrîn dayîn û heta ji bo emojiyekê di girtîgehê de ne. Ev desthilata xwe ferzker a malbatî 30 salin bi rêya birsîkirin û qutkirina mûçe û anîna leşkerên dijmin rojane xelkê azadîxwaz û dilsozê Kurdistanê qetil dike.”

Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin, “Di dawiyê de dibêjin ku teqez wê rojek bê ku doza Serdeşt Osman wê bibe yek ji dozên ku desthilatdarên desthilatiya Kurdî ji ber vê bên darizandin. Yên li pişt vê qetilkirinê sekinîne, yên rabûne û ew sûce kirinî, desteya lêkolînê û yên ku li pişt plankirina vê senaryoya sergirtî bûn in.

Wê karwan azadiyê bidome û Serdeşt wê heta dawiyê nemire û wê kujerên wî her rojê dimirin.”