Serdem: Têkçûna Erdogan têkçûna hevkaran jî ye

Endamê Komîteya Têkîliyên Derve ya KCK’ê Ronî Serdem diyar kir ku PDK’ê çarenûsa xwe bi Erdogan re kiriye yek û got: “Li Kurdistan û herêmê sedemê esas ê bêaramiyê, Erdogan û hevkarên wî ne.”

Endamê Komîteya Têkîliyên Derve ya KCK’ê Ronî Serdem ji rojnameya Hawlatî re ku li Başûrê Kurdistanê tê weşandin, axivî. Ronî Serdem qala girîngiya hilbijartinên 14’ê Gulanê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, kir.

Serdem diyar kir ku Komara Tirkiyeyê wê ji îsal û şûnde, bikeve sedsala 2’emîn û wiha got: “Erdogan di sedsala duyemîn de armanc dike ku sîstem û rejîma dewletê biguherîne. Komara Tirkiyeyê li ser tasfiye û înkara sê beşên civakî hatiye avakirin. Beşê yekem gelê Kurd bû. Yê duyem beşê saltanat û Îslamî bû. Yê sêyem jî beşê çep û sosyalîst bû. Nêzî sed salan, van her sê beşan li dijî rejîmê têkoşîn meşand."

‘BI PÊŞENGIYA RÊBER APO, BERXWEDANA PKK’Ê MEZIN BÛ’

Serdem anî ziman ku rejîmê bi derbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an kesên Îslamî girt nav xwe û wiha pêde çû: “Beşa çep û sosyalîst piştî derbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an, nekarî êdî ji rejîmê re bibe gef. Bi pêşengiya Rêber Apo, tenê berxwedana PKK’ê ma û mezin bû. Eger Rêber Apo û PKK li dijî Erdogan têk çûban, Erdogan wê biba Ataturkê sedsala 2’emîn û wê ti kesê jî nekarîba li hemberî bisekine. Berxwedana PKK’ê ev plan têk bir û beşên din ên polîtîk li hemberî Erdogan ketin tevgerê û hatin ba hev. Li gorî me bi vî rengî pênasekirina Maseya Şeşan û tifaqa ku afirandiye, wê rasttir be.”

‘YA GIRÎNG EW E KU FAŞÎZMA ERDOGAN TÊK BIÇE’

Serdem axaftina xwe wiha domand: “Ji bo me ne zêde girîng e ku kî piştgirî bide Kiliçdaroglû yan jî nediyê. Ya girîng ew e ku faşîzma Erdogan têk biçe. Ji ber ku Erdogan bi waada çareserkirina pirsgirêka Kurd, çûbû ser desthilatdariyê. Yên ku qirkirina Kurdan pêk anîn, ne kêm in. Lê ti kesê qasî Erdogan dijminahî nekiriye. Bi taybetî PDK tevî van hemû tiştên qewimîne jî, hevkariya xwe ya bi Erdogan re didomîne. Em van beşên wiha ji derveyî gelê xwe yê ku li hemberî faşîzmê li ber xwe dide, digirin. Lewma gelek xwezayî ye ku gelê me û raya giştî ya demokratîk a Tirkiyeyê, li dijî faşîzma Erdogan namzetê herî rast Kemal Kiliçdaroglû dibînin."

‘POTANSIYELA STANDINA 100 KURSIYAN HEYE’

Ronî Serdem ragihand ku ji ber doza girtinê ya li ser HDP’ê, bi navê Partiya Çepên Kesk wê bikevin hilbijartinan û got: “Lewma hejmara kursiyan gelek girîng e. Partiya Çepên Kesk tenê ji Kurdan pêk nayê. Eger hîleyek cidî çênebe û deng neyên dizîn, Partiya Çepên Kesk xwedî wê potansiyelê ye ku nêzî 100 kursiyan bistîne. Hemû daneyên di destê me de vêya nîşa didin. Eger hîn zêdetir jî bistîne, wê ji bo me nebe suprîz.”

‘EGER ERDOGAN TÊK BIÇE, WÊ LI HEMÛ PARÇEYAN ARAMÎ ÇÊBIBE’

Serdem bilêv kir ku Erdogan di hilbijartinên berê de bi waada tunekirina PKK’ê qezenc kir û ev tişt got: “Lê Erdogan nekarî PKK’ê tune bike. Ji bo vê yekê ji bo Erdogan serkeftinên sixte pêwîst e. Lewma operasyon û êrîşên xwe ti carî kêm nekir. Gerîlayên me li dijî van êrîşan, pozîsyona xwe ya bêçalakîtiyê parast û tenê li ser esasê parastina xwe bersiv dan. Niha jî gelek êrîş û operasyon li ser gelek qadên Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Erdogan dijminê hemû Kurdistanê û Kurdan e. Îro li Başûrê Kurdistanê sedemê krîza ekonomî, siyasî, civakî û bêaramiya leşkerî, Erdogan û hevkarên wî Kurdên xayîn in. Eger Erdogan têk biçe, wê li Rojhilata Navîn hemûyê aramî çêbibe. Li Kurdistan û herêmê sedemê esas ê bêaramiyê, Erdogan û hêzên ku hevkariya siyaseta wî dikin in. Lewma têkçûna Erdogan, têkçûna hevkarên wî ye.”

‘PDK JI BO KU ERDOGAN BI SER BIKEVE, DIXEBITE’

Serdem îşaret pê kir ku eger Erdogan têk biçe, wê PDK jî têk biçe û got: “Eger PDK lewaz ket û têk çû, wê li Başûrê Kurdistanê aramî çêbibe. PDK niha şev-roj ji bo ku Erdogan serbikeve, dixebite. Her welatparêzek Kurd îro li ku derê dibe bila bibe, divê li dijî Erdogan û hevkarên wî tişta ji destê wê tê pêk bîne. Ji ber ku ev rewş ne tenê têkildarî parçeyekî ye, têkildarî hemû Kurdan e.”

‘PÊŞENGÊ TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ YA GELÊ KURD’

Endamê Komîteya Têkîliyên Derve ya KCK’ê Ronî Serdem axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li Bakurê Kurdistanê gelê me ji bo paradîgmaya neteweyî ya demokratîk a Rêber Apo û çareseriya polîtîk a li ser wî esasî, têdikoşe. HDP partiyek e ku bi vê perspektîfê hatiye avakirin û bi avakirina xwe re serkeftinek polîtîk a cidî bi dest xistiye. Di nava 8 salên dawî de, tevî hewldanên desthilatdariya Erdogan-Bahçelî ya tenêhiştina Kurdan, gelek kesên demokrat ên Tirkiyeyê, sazî û hêz bi Kurdan re têkoşîn domand.”