Serdana malbata gerîlaya YJA-Starê Ete hate kirin

Bi awayek girseyî serdana malbata gerîlaya YJA-Starê Kevser Ete hate kirin. Gerîlaya YJA Starê Kevser Ete di êrîşên çekên kîmyewî de şehîd bûbû.

Bi pêşengtiya Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), bi awayekî girseyî serdana malbata gerîlaya YJA-Starê Kevser Ete (Helbest Koçerîn) hate kirin. Gerîlaya YJA Starê Kevser Ete di êrîşa kîmyewî ya dewleta Tirk de şehîd bibû û dîmenên wê hatibûn weşandin. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr û gelek welatiyên ji bajar û navçeyên derdor tevlî serdanê bûn. Malbata Ete li gundê Şilyan a bi ser Şirnexê, mêhvanan bi tililî û dirûşmeya, “Şehîd Namirin” pêşwazî kir.

Parlamentera HDP’ê Nuran Îmîr got: “Gelê Kurd bi salan e li dijî zor û zilma dagirkeran li ber xwe dide. Komkujiyên gelek mezin pêk anîn. Di vê komkujiyê de rola hêzên navneteweyî jî heye. Em ê ji NATO’yê jî û Emerîkayê hesabê vî tiştî bipirsin. Em ê xiyaneta navxweyî jî jibîr nekin. Hevala Kevser bi hevalên xwe re heta dawiyê li dijî vê hovitiyê li ber xwe da. Em jî heta ku hebin em ê xwedî li têkoşîna wan derkevin. Em soz didin malbata xwe em ê ji vê têkoşînê encam bigirin.”