Serdana ji bo malbata Mizrakli

Heyetek ji KCD; HDK, DBP û HDP'ê serdana malbata Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli kir ku dadgeriya Tirk 9 sal cezayê girtîgehê lê biriye.

Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû û Îdîl Ûgûrlû, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HPD) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, malbata Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin û girtin û dûre 9 sala, 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lêhat birîn, ziyaret kirin. Hevjîna Mizrakli Zeynep Mizrakli şande pêşwazî kir.

'DIVÊ EM TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN’

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di serdanê de axivî û diyar kir ku biryara cezayê girtîgehê ya li Mizrakli hat birîn ew şaşwaz nekirin. Guven bal kişand ser cezayê li Mizrakli hat birîn û wiha got: “Bi vê dixwazin çong bi siyaseta kurd bibin erdê. Serok Selçûk wê her tim hilbijêrê vî gelî be. Weke mirovekê bi hestiyar din ava gel de peywira xwe bi cih anî. Rastî eleqeyek mezin a gel û civakê hat. Ji ber vê tu wateya polîtîkayên qeyûm û cezakirina serokê me tuneye. Ji bo ku ev ji holê bên rakirin emê têkoşîna xwe mezin bikin.”

'HEVALÊN ME WÊ AZAD BIBIN'

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî, diyar kir ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya yê qeyûm tayînê cihê wî jî hat kirin bi heman dozan re rû bi rû ye. Ev dewran dê wiha neçe. Serok Selçûk nişeyek xweşik ji bo me hişt. Baweriya me bi hemû gotinên wî tê. Em baş dizanîn ku wê hemû hevalên me di demek kurt de bigihin azadiya xwe."