Serdana ji bo malbata Şenyaşar dewam dike

Sekreterê Giştî yê Komeleya Pira Gelan Yûsûf Ak serdana malbata Şenyaşar kir û got, "Qîrîna vê malbatê bibihîzin."

Emîne Şenyaşar ku hevserê wê û du kurên wê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe ya "Edaletê" di roja 20'an de dewam dike.

Sekreterê Giştî yê Komeleya Pira Gelan Yûsûf Ak ji bo piştevaniyê serdana malbata Şenyaşar kir û got, "Hatina min ji Stenbolê têrê nake. Bang li rêxistinên girseyî yên demokratîk, saziyên civakî yên sivîl û partiyên muxalefetê dikim: divê xwedî li vê malbatê derkevin. Bêedaletî heye, maf, hiqûq tên binpêkirin, êdî li vê dewletê parlamenterî jî bêwate bûye. Gelên Tirkiyeyê hemû divê xwedî li vê nobedê derkevin. Yên ku nikarin werin vê derê divê li bajarên ku lê ne li ber edliyeyê nobedê bigirin."