Şêniyên Minbicê komploya navneteweyî şermezar kirin
Li Minbicê, bi sedan kes bi dirûşma "Jiyana bê Rêbertî nabe" meşiyan û komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kirin.
Li Minbicê, bi sedan kes bi dirûşma "Jiyana bê Rêbertî nabe" meşiyan û komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kirin.
Meş bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Ereb a Demokratîk a Minbicê ve hat lidarxistin û li bûlwana Şehîd Feysel Ebû Leyla dest pê kir. Girseya gel ji vê derê heta meydana bajêr meşiya.
OCALAN JI BO AZADIYA GELÊN HERÊMÊ LI BER XWE DIDE
Balkêş bû ku hejmara ciwanan a di meşê de gelekî zêde bû. Girseya gel li meydana bajêr ji bo bıranîna şehîdên şoreşê deqeyek rêz girt. Piştê endamê Tevgera Ciwanên Ereb a Demokratîk Mûhsîn Casim axivî, komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kir û diyar kir, Ocalan ji bo azadiay gelên herêmê li ber xwe dide.
Hevserokê Meclîsa Sivîl a Minbicê Farûk El Maşî jî axivî û got, "Minbic bajarê Ebû Fîras El Hemedanî û Umer Ebû Rîşê ye. Destketiyên Bakurê Sûriyeyê bi saya felsefeya Rêbertî afirîn."
Endama Mala Jinê ya Minbicê Henan Mihemed jî meha Sibatê weke 'meha reş' bi nav kir û got, "Hêzên komploker nikarin pêşî li nêrînên Rêber Apo bigire. Felsefeya Rêbertî rêya azadiyê ya hemû gelan ronî kir."
Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û pankartên bi nivîsa "Jiyana bê Rêbertî nabe", "Ocalan biratiya gelan hînî me kir", "Ji Minbicê heta Îmraliyê em bi te re ne", "Ocalan sembola azadiyê ye", "Azadiya Ocalan azadiya gelan e" hatin vekirin.
Di dawiya meşê de girseya gel bi dirûşmên ji bo Ocalan dawî li çalakiya xwe anî.