Şengaliyan dest bi avakirina komînan kirin

Civaka Êzidî ya li Şengalê, ji bo rêxistiniya xwe xurtir bike û pirsgirêkên nava xwe bi hesanî çareser bike, dest bi avakirina komînan kir. Heta niha 4 komîn li gundên Şengalê hatine avakirin.

Civaka Êzidî, piştî fermana 73'an a li wan rabû û bû sedem ku bi hezaran mirov bên kuştin, revandin, firotin û bi sed hezaran koçber bibin, biryar dan xwe bi rêxistn bike. Ji bo ku civaka Êzidî pirsgirêkên xwe çareser bike û destê alikariyê dirêjî belegazan bike dest bi avakirina komînan kir. Heta niha 4 komîn hatine ava kirin. Her komînek ji 3 kesan pêk tê.  

Endamê yek ji van komînan Îdo Xidir armanc û sedema avakirina komînan vegot: "Ji bo ku em birînên xwe bi xwe derman bikin, pirsgirêkên xwe çareser bikin, hewcedarî kesekî derve nebin, me biryar da komînan ava bikin. Bi rêya van komînan em ê karibin pirsgirêkên xwe çareser bikin."
 
Îdo da xuyakirin, ku weke gava yekemîn wan ev tişt kirine: "Ji bo ew kesên belengaz xizim û mirovên wan wefat dikin, derfetên wan nînin ji bo miriyê xwe goristanê çêbikin, me di nava gel de pere kom kir û bi wan pereyan me xîz, çîmento, hesin û bîlok kirîn. Em bang li kesên Êzidî yên ku derfetên wan nînin em wekî komînên gundê Zoreva deriyê me ji bo her kesek muhtac vekiriye, dikarin serî li komînên me bidin."

Endamekî din ê komînê Xazî Xidîr Êzidî jî ragihand, ew ê bi van komînan alikariya gelê xwe bikin û wiha pêde çû: "Em ê êdî hewcedarî kesî nebin. Li ber destê kesekî negerin. Êdî bi van komînan karibin hemû kêmahî û pêdiviyên gelê xwe çareser bikin."

Xidîr Êzidî bang li rêxistin, saziyên mafên mirovan û kesên xêrxwaz kir ku destê alikariyê dirêjî Şengaliyan bikin.

Avakirina komînan li gundên Şengalê dewam dike.