Sembolên Newrozê: Mazlûm, Zekiye, Rahşan, Sema, Ronahî û Bêrîvan

Mazlûm Dogan 21'ê Adara 1982'an, li dijî zilm û zordariya zindana Amedê bi pêxistina sê darikên kîbrîtê bû Newroz û kawayê serdema nûjen. Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Sema Yuce, Ronahî û Bêrîvan wê ev agirê Newrozê dewr bigirtana.

Mazlûm Dogan, sala 1955'an, li gundê Temanê yê li ser sînorê Qereqoçanê ya Xarpêtê û sînorên navçeya Mazgirtê ya Dersimê jidayik bû. Mazlûm Dogan dibistana seretayî, navîn û amedeyî li Qereqoçanê temam kir, piştî dibistana mamostetiyê ya li Balikesîrê 1974'an li beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Hacettepe ya Enqerê xwe tomar kir. Wê demê şoreşa bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kir ku 1973'an li bendava Enqere-Çûbûkê hatibûn cem hev, piştre di civînên Tuzluçayir û Dîkmenê de biryar li ser avakirina komê dabûn.

KARÊ EWIL LÊKOLÎNKIRINA KURDISTANÊ Û AZADIYÊ BÛ

Karê pêşî ya qedroyên pêşeng ku ji wan re Apoyî dihate gotin ew bû ku dîroka Kurdistanê vekolin, pirsên azadiyê yên gelê Kurd diyar bikin. Di dabeşkariya kar a komê de ev peywir wê biketa ser milê hin xwendayên bi pêşengiya Mazlûm Dogan û ji bo ku Mazlûm Dogan pirtûkên ku dixwend rava dikir di nav hevalan de jêre 'pirtûkxaneya biling' dihate gotin.

Li nîvê salên 1970'yî dema ku qedroyên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurd biryar li ser dane ku vegerin Kurdistanê, erka Mezlûm Dogan ketibû Êlihê. Beriya Mazlûm Dogan bi demeke ne dirêj qedroyê pêşî ku çûyî Êlihê Hakî Karere bû. Lê ji ber ku Karer bi Kurdî nizanîbû peywira xwe dewrî Mazlûm Dogan kir. Mazlûm Dogan li dadgehên Tirk dema parastinê li ser çûyina xwe ya Êlihê û xebatên rêxistinkirinê ev gotibû:

'Li Êlihê min kî nas bikira min dida pey, pêkan bûya min hewl dida ku wan bikim ji me, bi wan min hewl dide ku derdorekê çêbikim. Li Êlihê avakirina girseyeke berfireh, daxwaza her organîzasyonê ye, nexasim yên ku dibêjin ew temsîla çîna karker dikin, armanca wan e. Demekê beriya min heval Hakî hatiye Êlihê lê ji ber ku bi Kurdî nizanîbû milliyetgirên burjuva yên li Êlihê gotine ev Tirk e, çi karê wî li vir e, hem Tirk e hem Kurdatiyê dike, bi vî rengî tawanbar kirine, ji ber vê bêgav maye ku Êlihê berde. Piştre, a rast beriya ku ji Êlihê derkeve, ji min re gotibû, hevalek nîne ku bi Kurdî zanibe, bila were cem min. Min ev bihîst, min got ez ê biçim cem Hakî.’

JI BER DILNIZIMÎ, ZANA Û MILÎTANTIYA XWE CIWAN LI DORÎ XWE KOM KIR

Bi taybetmendiyên xwe yên dilnizmî, zanyarî û milîtanî di demeke kurt de ciwanên Êlihê dane dora xwe. Mazlûm Dogan pêşî ji bo ku xwendekarên lîseyê piştî dibistanê bikaribin wextê xwe lê derbas bikin, 1976'an bi navê Komeleya Lîseyiyên Şoreşger ên Êlihê komeleyek ava kir. Ciwanên ku li vê komeleyê li dora wî kom bûn, xebatên siyasî, çandî, perwerdehiyê jî dikin. Lê Mazlûm Dogan li Êlihê carinan malekê nabîne ku biçiyê. Piştre di rojnivîskên xwe de û di parastina zindana Amedê de Mazlûm Dogan li ser serhatiya dema li Êlihê wê ev tişt anîbû ziman:

‘BÊ XWARIN Û DERVE JÎ BIMA PROPAGANDA DIKIR’

'Ber bi sala 1977'an êdî ez li Êlihê mam. Gele caran diçûm Êlihê, carinan heftiyekê, carinan sê rojan, carinan 5 rojan dimam. Carinan li derve jî dimam. Yanî havînan. Ber bi Nîsanê ve min malek nebû ku biçimê, xwarin jî min peyda nedikir. Min çi dikir; li derve radiketim. Lê mînak dema ku diçûm li TOBDER'ê rûdiniştim an jî LîsDer heye, diçûm rûdiniştim, berêvarkî  heke ciwanekî bigota, ''Bira, îşev were cem me'', min nedigot na, rasterast diçûm mala wan. Ango bi zor û zehmetî min îdar dikir, hewl dida ku propagandayê bikim.’

TEVÎ ÊŞKENCEYA GIRAN XWE RADEST NAKE

Lê li gel van zor û zehmetiyan jî xebatên rêxistinkirinê ya li Êilhê berhem dide, Mazlûm Dogan wê tevlî kongreya pêşî ya li gundê Fîsê ya Licê ya 27'ê Mijdara 1979'an a PKK'ê bibûya, li vir ji bo endamtiya Komîteya Navendî bihata hilbijartin û piştî demekê li Amedê xebat kirî wê xebatên xwe li Rihayê bidomanda. Dema ku tevgera PKK'ê li deşta Rihayê rêxistiniya berxwedan Hîlwanê û Siwerekê dikir, 30'ê Îlona 1979'an li ser rêya Riha-Mêrdînê Mazlûm Dogan bi nasnameyeke sexte hate destgîrkirin. Dogan ê ku êşkenceyê giran lê hatî kirin, nasnameya xwe rastîn negot, piştî demekê dewleta Tirk nasnameya wî rastî derxiste holê.

BI ÇALAKIYA XWE DEMA KTÎRTÎK RÊYA BERXWEDANÊ VEKIR

Mazlûm Dogan ku şandin zindana Amedê ya ku bi navê ‘Hejmara 5'an’ tê zanîn, berxwedana ku wê dîroka binivîsanda hê ji roja pêşî ve dabû ber xwe. Mazlûm Dogan ku di dadgehên dewleta Tirk de bi rengekî bêhempa wê tevgera PKK'ê biparasta, wan roan ku wehşeta rejîma cuntaya faşîst derketî holê, 21'ê Adara 1982'an bi sê darikên kibrîtê bi pîrozkirina Newrozê dema ku dawî li jiyana xwe anî, hem li hundir û hem li derve di qonaxa herî krîtîk a tevgera azadiyê de rêça berxwedanê da destpêkirin. Piştî şehîdbûna Mazlûm Dogan Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Necmî Oner, Mahmût Zengîn jî bedena xwe dane ber êgir, 14'ê Tîrmeha 1982'an dîsa qedroyên pêşeng ên tevgerê Xayrî Durmuş û Kemal Pîr berxwedana rojiya mirinê dane destpêkirin.

ZEKÎYE ALKAN 

Piştî Mazlûm Dogan (Kawayê Hevdem) ku ji Kawayê Hesinkar û wir ve dîsa Newroz gihandî ruhê berxwedanê, 21'ê Adara 1990'î piştî nîvro li Sûrên Amedê vê carê jinekê bedena xwe wê bida ber agir. Zekiye Alkan li Deriyê Rihayê yê Sûran, bi dirûşmên, ''Bijî Newroz'' bedena xwe da ber agir.

‘AGIRÊ NEWROZÊ YÊ HERÎ XWE BI BEDENAN PÊDIKEVE’

Zekiye Alkan ku bi gotina, 'Newroz bi darik-marikan vênakeve, agirê Newrozê herî xweş bi agirê mirov pêdikeve' di bîrê de mayî, 1965'an li navçeya Kelkîtê ya Gumuşhaneyê, li gundê Akdagê jidayik dibe. Malbata wê xizmê Alîşêr bû, ku 1920'an pêşengiya serhildana Koçgirî kirî. Piştî ku rejîma Enqerê serhildana Koçgirî ya 1921'an serkut kirî malbata Zekiye Alkan jî di nav de Koçgirîyî sirgûnî Gumuşhaneyê kirin. Bêguman kesî texmîn nedikir ku piştî 64 salan ji malbata Elîşêr jineke ciwan wê rahêje ala berxwedanê, ji ber ku her cure asîmîlasyon li ser Koçgiriyan hatibû kirin.

LI DIJÎ QEDEXEYA NEWROZÊ BÛ NEWROZ

Hê dema ku 8 salî bû, malbata wê ji Gumuşxaneyê çûne Erzînganê û ji wir koçî Îzmîrê kir. Ji malbata wan hinan jê koçî Elmanyayê kir, li Îzmîrê piştî perwerdehiya amadeyî 1987'an li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê Fakulteya Tipê bi ser xist. Çûna wê ya Amedê bêguman ji bo wê bû rêya keşfkirina Kurdbûna xwe û erdnîgariya Kurdistanê, piştî bi demekê, piştî ku pirtûka 'Şeva Çaran' dixwîne, wê berxwedêren  zindana Amedê nas bikira, ku bedena xwe dabûne ber êgir. 14'ê Adara 1990'î li Mehsertê piştî şehîdbûna 13 gerîlayên ARGK'ê, piştî merasîma cenaze ya Kamûran Dundar (Zana) dewleta Tirk li Nisêbînê teror kir, pîrozbahiya Newrozê qedexe kir, li ser vê hêrsa Zekiye Alkan rabû, ji ber vê jî 21'ê Adarê çalakî kir. Cenazeyê Alkan li navçeya Bornova ya Îzmîrê bi merasîma cenaze ya komeke biçûk hate veşartin, berxwedana Zekiye Alkan bû yek ji sembola berxwedanê.

RAHŞAN DEMÎREL: EZ XWE LI KADÎFEKALEYÊ DIKIM NEWROZ

Piştî çalakiya Zekiye Alkan bi salekê 21'ê Adara 1992'an vê carê li metropolên Tirkiyê jineke ciwan a bi navê Rahşan Demîrel wê bida ser şopa wê. Rahşan 1975'an li Nisêbînê ya Mêrdînê jidayik bûbû, hê zaroktî tevî malbata xwe koçî Izmîrê kiribû. Demîrel a ku li derdoreke welatparêz mezin bûyî, li gel zarokbûna xwe jî hewl dida ku têkoşîna azadiya Kurd bişopîne.

Serhildanên li Kurdistanê serê salên 1990'î pijiqîbû metropolên Tirkiyê jî. Piştî ku 21'ê Adara 1992'an dewleta Tirk bi komkujiyê nehişt ku Newroz were pîroz kirin, nexasim li Cizîr û Şirnexê piştî qetilkirina bi dehan Kurdî Rahşan Demîrel çalakiyeke wiha kir. Rahşan Demîrel 22'yê Adara 1992'an li Qedîfekale ya Îzmîrê bedena xwe da ber agir, li ser qetek karton nivîsa, 'Ez xwe li Qedîfekalayê dikim Newroz' li pey xwe hişt, her wiha bi Kurdî û Tirkî dengê xwe qeyd kiribû, armanca çalakiya xwe vedigot.

RONAHÎ Û BÊRÎVAN

Piştî çalakiya Rahşan bi du salan roja Newrozê vê carê du jinên Kurd ên ciwan bedena xwe dane ber êgir. 21'ê Adara 1994'an li bajarê Mannheîmê ya Elmanyê, jinên Kurd ên şoreşger Nîlgun Yildirim (Bêrîvan) û Bedriye Taş (Ronahî) bedena xwe dane ber agir, qedexeya Newrozê ya dewleta Elman şermezar kirin. Çalakiya Ronahî û Bêrîvan li Ewropayê û Kurdistanê pir deng veda, du jinên Kurd li pey xwe nameyek hiştin. Di nameyê de wiha digotin:

'Dewleta Elman van mehên dawî dijminatiya xwe bi rengekî zelal aşkere kiriye. Komeleyên me girtine, rengên me yên netewî, alayên me yên netewî desteser kirine, bi dehan welatparêz girtin, destgîr kirine. Elmanya li pey nîjatperestên Tirk diçe. Destek didin gotina, ''An wê biqede an wê biqede''ya kilîka Demîrel-Çîller-Gureş, dixwaze ku şerê gemarî bidome, ji bo ku gelê Kurd were îmhakirin her destekê dide. Komkujiyên li Kurdistanê bi çekên Elmanya çêdibin. Herî dawî dema meşa Newroza 94'an li hin bajarên Elmanya li dijî welatparêzên weke polîtîkayên Hîtler bi ser welatparêzên Kurd de çûne û ev jî bûye xeleka dawî ku sebra me biqedîne.'

PIRA 8’Ê ADAR Û NEWROZÊ: SEMA YUCE

Piştî çalakiya Ronahî û Bêrîvan bi çar salan vê carê li zindanê wê agirê Newrozê bi bedena jineke Kurd a azadîxwaz pê biketa. Sema Yuce ku gotî, ''Ji 8'ê Adarê heta bi 21'ê Adarê dixwazim bibin pireke ji êgir'' li girtîgeha Çanakkaleyê 21'ê Adara 1998'an bedena xwe da ber agir. Sema Yuce ku bi giranî birîndar bûbû rakiribûn Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Cerrahî ya Stenbolê 17'ê Hezîranê piştî têkoşîna 84 rojan a jiyanê şehîd bû.

‘KEÇA SERHILDÊR A AGIRÎ’

Piştî şehîdbûna wê Hozan Serhat (Ew jî piştî bi salekê, Hezîrana 1999'an şehîd bû) bi strana 'Keça serhildêr a Agirî', têkoşîn û daxwaza azadiya Sema Yuce li bîra gelê Kurdistanê hate nivîsîn. Sema Yuce 1971'an li navenda Agiriyê jidayik bûbû. Piştî ku dibistana seretayî û lîseyê li Agirî diqedîne, 1987'an Beşa Sosyolojiyê ya ODTU'yê bi ser dixe, dema ku di pola 3'yan de bû, 1991'an tevlî nav refên PKK'ê dibe. Sema Yuce ku jiyana wê ya gerîlatiyê kurt dimîne sala 1992'an li ser îxbarekê li Agirî ji hêza hêzên dewletê ve tê destgîrkirin û girtin. 22 sala cezayê giran li Sema Yuce tê birîn. Sema Yuce beriya çalakiya xwe bi nameyekê xîtabî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jinên Kurd, jinên Anatolî û gelên cîhanê dike.

Sema Yuce di nameyê de wiha dibêje: 

'Ez dixwazim mêjiyê xwe, dilê xwe, bedena xwe di navbeyna 8'ê Adarê û 21'ê Adarê de bikim pirek. Ji bo ku ez bibim şagirteke zîrek a Kawayê Hevdem Mazlûm Dogan, dixwazim weke Zekiya bişewitim, weke Rahşan bibim Newroz. Ez dixwazim li ser rêya hevrêyên xwe yên din de ku bûne Newroz bi biryardarî bimeşim. Sedema ku dixwazim baweriya xwe ya ku jin jî dikare bibe hevrê bi çalakiyeke esîl tacîdar bikim ew e ku bi pakkirna ji hemû pênaseyên ku bi esîltiyê têne zanîn, dixwazim biqêrim ku xawêna wan mirovan e ku ew bixwe basît in lê xewn û xeyalên wan mezin in.'