Sembola berxwedana PKK'ê: Kobanê

PKK xwe amade dike ku salvegera 40. a damezrandina xwe pêşwazî bike. Beşa Kobanê ya Şoreşa Rojava ku berhema têkoşîna 40 salî ye, mohra xwe li dîroka berxwedanê ya cîhanê xist.

PKK, ku 27'ê Mijdara 1978'an ji aliyê komek ji xwendekaran ve hate damezrandin, ji hingî ve bû hêzeke bingehîn ku mohra xwe li şoreşa Kurdistanê dixe. Şoreşa Rojava, ku weke berhemeke têkoşîna azadiyê ya 40 salan a PKK'ê derkete holê, Kurd yekemcar bi ruhê yekîtiya neteweyî li hev civand û kir ku gel û tevgerên şoreşger ên cîhanê li dora Şoreşa Rojava li hev bicivin. Beşa diyarker a vê şoreşê jî berxwedana Kobanê bû, ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê û dewletên pişt wan hate dayin. Kobanê, di dîroka têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de xwedî wateyek taybet e. Afirînerê şoreşa Kurdistanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 2'ê Tîrmeha 1979'an di ser Kobanê re derbasî qada Rojhilata navîn bû. Cihê yekemîn e ku Ocalan li Rojava lê ma.

Gelê Kobanê, ji berê ve xwe nêzî dewletê nekiriye û bi vê taybetmendiya xwe tê naskirin. Tevî ku bajarekî biçûk e jî, rejîma Baasê nekarî lê serdest be. Ji ber vê yekê, bû yek ji bajarên ku rejîma Baasê di çarçoveya polîtîkaya 'Kembera Ereb' de zext û zordarî lê kir û hewl da damografiya wê biguherîne.

PÊŞENGÎ JI SERHILDANÊN GEL RE KIR

Kobanê, ku 2'ê Tîrmeha 1979'an malovanî ji Ocalan re kir, bingeha Şoreşa Rojava ku xwe dispêre Konfederalîzma Demokratîk danî û veguherî deriyê şoreşa têkoşîna azadiyê ku li Rojhilata Navîn belav bibe. Li gel vê yekê, gelê Kobanê bi hezaran keç û xortên xwe da têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ku nîv sed sal e dewam dike. Ewladên destpêkê yên Kobanê yên tevlî nava refên azadiyê bûn; Şehîd Sadik, Şehîd Şîlan, Şehîd Dîcle û Şehîd Akîf bi rola pêşengiyê rabûn û mohra xwe li dîroka şoreşê xistin.

Piştî komkujiya 2004'an a li Qamişloyê ku di encama êrîşa hêzên çekdar ên rejîmê de ya li ser maçeke futbolê 52 Kurd hatin kuştin, Kobanê pêşengî ji serhildanên gel ên li Rojava re kir. Bajar bi temamî ji rejîma Baasê paqij kir. Rejîmê bi rojan nekarî bikeve nava bajêr.

ŞOREŞA SEDSALA 21'Ê

Kobanê di hemû serdemên krîtîk ên şoreşa Kurdistanê de bal kişand ser xwe. Çirûska destpêkê ya Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê, ku yekemîn şoreşa civakîparêz a demokratîk a sedsala 21'ê ye, li Kobanê pê ket. Ji ber vê taybetmendiya xwe Kobanê bû hedefa sereke ya Tirkiye, faşîzma DAIŞ'ê û rejîma Sûriyeyê.

XETA 3. A KURDAN

Piştî ku sala 2011'an li Sûriyeyê şerê navxweyî rû da, Kurdan hem xwe nêzî hêzên hegemonîk ên global nekirin, hem jî tevlîbûna li nava komên ku xwe weke mûxalîf bi nav dikin, red kirin û stratejiya xwe weke xeta 3. pênase kirin. Xeta 3. a ku li Rojava rêxistinbûna siyasî û leşkerî afirand, li herêmê veguherî alternatîfekê. 19'ê Tîrmeha 2012'an piştî ku li Kobanê avahiyên rejîmê hatin desteserkiri, ev stratejiya Kurdan bi şoreşê tacîdar bû.

Ev serketina ku li parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê bi dest hate xistin, ruhê civakîparêziya demokratîk/sosyalîzmê ku bandorê li tevahiya cîhanê bike, ji nû ve zindî kir.

TÊKOŞÎNA MIROVAHIYÊ: BERXWEDANA KOBANÊ

Dewleta Tirk a bi rêveberiya Erdogan, ji b fetisandina Şoreşa Rojava ku bû hêvî ji gelên Rojhilata Navîn re, bi destê çeteyên ku ji aliyê lojîstîk û leşkerî ve xwedî dikir, êrîşî Kobanê ku keleha şoreşê ye, kir.

Piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê, artêşa zad, El Nûsra û piştre jî DAIŞ'ê 2 salan Kobanê dorpêç ikrin. Çeteyên DAIŞ'ê ku li Sûriye, Lîbya, Nîjerya, Somalî, Iraq û gelek herêmên din bi hovîtiya xwe serdest bûn, bi piştgiriya ji dewleta Tirk digirin re 15'ê Îlona 2014'an ji aliyên rojhilat, rojava û başûr ve êrîşî Kobanê kirin. Lê belê berxwedana ku 105 rojan dewam kir, hesab û planên dewleta Tirk û hevalbendê wê DAIŞ'ê têk bir.

JI BO DAIŞ'Ê BÛ DESTPÊKA TINEBÛNÊ

Ji bo çeteyên DAIŞ'ê ku jin dikuştin, weke xenîmeta şer desteser dikirin, li Mûsil, Tel Afer, Reqa û Dêra Zorê mîna koleyan difirotin, mirov bi saxî dişewitandin û serê mirovan jê dikirin, têkçûna li Kobanê bû destpêka tinebûna wan. Berxwedana ku şervanên YPG û YPJ'ê li Kobanê nîşan dan, di demeke kin de li cîhanê deng veda. Tabûrên Enternasyonalîst ên ji şoreşgerên ji dehan welatan pêk dihat, cihê xwe li cem gelê Kobanê girtin.

Ji Çînê heta Îtalyayê, ji Kanadayê heta Yewnanîstanê şoreşgerên ji gelek welatan berê xwe dan Kobanê û Şoreşa Rojava.

GEL RABÛN SER PIYAN

DAIŞ dema ku 5'ê Cotmeha 2014'an gihîşt ber deriyên Kobanê, Serokkomarê Tirk Erdogan li Dîlokê di mîtîngekê de got, "Vaye Kobanê li ber ketinê ye" û bi rengekî sergirtî desteka xwe ya ji bo DAIŞ'ê anî ziman. Vê axaftina Erdogan li Bakurê Kurdistanê rê li ber hêrseke mezin vekir. Bû sedem ku serhildanên gel ên 6-7-8'ê Cotmehê dest pê bikin. Gel xelekek ji agir li dora Kobanê gerand û dest bi xweparastinê kir. Dewleta Tirk a mêtinger bloke kir. Di serî de ciwanên Kurdistanê, gelê Kurd sînor ji holê rakir û tevlî şerê dijî DAIŞ'ê bû. Piştî ku berxwedan li bajarên Tirkiyeyê jî belav bû, desthilatdariya AKP/Erdogan neçar ma berê xwe bide Ocalan.

Daxuyaniya Erdogan di heman demê de li nava gelên cîhanê jî rê li ber hêrseke mezin vekir. Ji Ewropa heta Awûstralyayê, ji Asya heta Amerîkayê, ji Rojhilata Navîn heta Latîn Amerîkayê, gelê Kurd û dostên wan daketin meydanan û li pêşberî berxwedana efsanewî ya Gelhat, Diyar, Hebûn, Arîn, Zehra, Revan û bi sedan lehengên mîna wan, bûn yek deng, yek dil. Kobanê bi berxwedana xwe ya bi rûmet navê xwe li dîroka mirovahiyê nivîsand.

1'Ê MIJDARÊ ROJA KOBANÊ YA CÎHANÊ

Rabûna gelê Kurd a li ber hewldana qirkirinê ya bi destê DAIŞ'ê dihate kirin, xwedîderketina li Kobanê bû wesîle ku cîhan tev bala xwe bide ser Kobanê û hêzên çep û sosyalîst bikeve nava liv û tevgerê. Vê rewşê nîşan da ku hêzên çep-sosyalîst divê êdî li eniya berxwedanê cih bigirin. Şoreşgerî û enternasyonalîzm êdî tenê bi qîrîna dirûşmên li çalakiyên piştgiriyê nedibû. Dem hatibû ku teorî û pratîk bibe yek. Ji ber ku yên li pêşberî qirkirina Êzidiyan a li Şengalê bêdeng û bêhelwest man, nedibû ku li pêşberî hewldana qirkirinê ya li Kobanê bêdeng bimînin.

Ji bo hêzên çep, sosyalîst û demokratîk ên cîhanê neiyeke nû ava bû. Ev enî li dijî sîstema kapîtalîst bû pêngaveke nû ya gelan.

Yên ku nekarîn bên Kobanê jî li gelek deverên cîhanê ji bo piştgiriyê kar kirin û bi awayekî vekirî desteka xwe nîşan dan. Bi vî rengî, eniya enternasyonalîst a xwezayî di encama hestiyariya wijdanî de ava bû. Di şexsê Kobanê de li dora Şoreşa Rojava ku yekemîn şoreşa sosyalîst sedsala 21'ê ye, li hev civiyan. Vê berxwedan û têkoşîna bi heybet li qada navneteweyî jî bandoreke erênî kir û 1'ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê hate ragihandin.