Seîd Emanî: Erdogan planekî herêmî li dijî Kurdan xistiye meryetê

Seîd Emanî bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistan û bi taybet li Başûrê Kurdistanê û got: “Planekî şer ê herêmî li dijî gelê Kurt li meryetê ye û serkêşiya vê jî Erdogan bi xwe dike.”

Endamê Rêveberiya Komeleya Rêxistina Hîzbî Komunîst a Kurdistan-Îran Seîd Emanî da xuyankirin ku di roja me ya îro de êrîşên berfireh li dijî gelê Kurd heye û serkêşiya vê dewleta Tirk dike.

Emanî têkildarî êrîşên dewlatên dagirker ên li dijî Kurdan û guherîna siyasî ya li Kurdistan ji ANF’ê re nirxand.

LI DIJÎ KURDAN LIHEVKIRINÊN QIRÊJ

Endamê Rêveberiya Komeleya Rêxistina Hîzbî Komunîst a Kurdistan-Îran Seîd Emanî destnîşan kir ku li herêmê planeke qirêj a şer a herêmî tê kirin û bi taybet jî serkêşiya vê Erdogan û dewleta Tirk dike. Emanî bal kişand ser civîna sê alî ya Erdogan, Ruhanî û Pûtîn a li Tehranê û got: “Di encama lihevkombûna her sê aliyan li dijî gelê Kurd planeke hatiye amadekirin. Her wiha di çarçoveya vê planê de êrîşî baregehên HDK û HDK-Î kirin, her wiha dîsa heman rojê girtiyên siyasî yên Kurd ji aliyê Îranê ve hatin sêdare dan û li Qamişlo êrîşek pêk hat.”

Emanî bal kişand ser êrîşên encama vê civînê de û wiha pêde çû: “Bi van êrîşan re kir ku dijminên gelê Kurd li kû dibin bila bibin, çi berxwedan û destkeftiyeke gelê Kurd hebe divê êrîş li ser bê kirin. Li dijî van êrîşên ku serkêşiya wê Erdogan dike divê sazî, partî û aliyên siyasî yên Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê rabin xwe bikin yek û bi yek alî tevger bikin.”

KONGREYA NETEWÎ YEKANE ÇARESERÎ YE

Endamê Rêveberiya Komeleya Rêxistina Hîzbî Komunîst a Kurdistan-Îran Seîd Emanî ji bo çareseriyê jî ev tişt got: “Yekane çareserî ya li dijî van êrîşan pêkanîna Yekîtiya Netewî ya Kurd a di nava xwe de ye. Eger ku Kurd li Kongreya Netewî pêk bînin wê bikarin li dijî êrîşên li her çar parçeyên Kurdistanê rabin û têk bibin.”