Sê sal in daxwaza cenazeyê keça xwe dike

Azîz Arslan ku di dema qedexeya derketina derve de ya 79 rojan a li Cizîrê keça wê Hacer hate qetilkirin, ji bo wergirtina cenazeyê keça xwe got, "Di ser re 40 sal jî derbas bibin em ê cenazeyê xwe werbigirin."

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 14'ê Kanûna 2015'an de derketina derve hate qedexekirin û di dema 79 rojên qedexeyê de li jêrzemînên hin avahiyan zêdeyî 100 kes hatin şewitandin. Cenazeyê gelek ji wan nehatine dîtin. Di 7'ê Sibata 2016'an saet 22'an de li herêma ku jêrzemîn lê bûn dengê teqîneke mezin hate bihîstin û piştre cenaze cuda cuda ji herêmê hatin derxfistin. Malbatan ji bo teşxîskirina cenazeyan bi rojan li ber xwe dan. Hîn jî cenazeyê hinek ji wan nehatine dîtin. Her rojên Pêncşemê malbatên wan gorên zarokên xwe ziyaret dikin, lê belê hin malbat hene ku sê sal in hestiyên zarokên xwe nedîtine.

Azîz Arslan ku kurê wî û birayê hevsera wî di dema qedexeyê de jiyana xwe ji dest da, keça wî Hacer jî li jêrzemînên avahiyan hate qetilkirin. Malbata Arslan sê sal in li keça xwe digere û tevî dema derbasbûyî bi hêvî li hestiyên zarokên xwe digre.

Ji bo testa DNA'yê dozgeriya Tirk careke din bang li Azîz Arslan kir û wî jî ji bo kurê xwe Mehmet Saît Arslan û keça xwe Hacer Arslan xwîna xwe da rayedaran. Ji dema ku zarokên me şehîd bûne ve me gelek caran xwîna xwe ji bo DNA'yê dan wan. Em li benda agahiyekê bûn, lê hîn jî me nekariye cenazeyê Hacer bibînin. Piştî demeke dirêj careke din ji bo DNA'yê bang kirin û dozgerî piştre got, 'cenazeyê keça we ne bi me re ye'. Gotin ku wan testa xweliya hestiyan jî kirine lê belê cenaze ne bi dewletê re ye. Di vê der barê de raporek pêşkêşî me kirin."

'EZ ZANIM KU KEÇA MIN LI WIR BÛ'

Arslan diyar kir ku wan rapor dan parêzeran û got, "Em zanin ku keça me di jêrzemîna destpêkê de bû. Ew jî di lîsteyê de hebû."

Arslan diyar kir ku êşkence hem li keça wan hem jî li wan tê kirin û nizanin ku ev yek heta kengî bidome. Arslan got, "Keça min ne li jêrzemîna avahiyê jî be piştî ku hate qetilkirin bi destê dewletê ji wê deverê hate birin. Ya hestiyên wê avêtin nav açem ya jî li qada nû ya parkê. Niha li wê herêmê tesısek ava kirine û hestî di bin wê tesîsê de ye. Her wiha bêyî ku jêrzemîn baş bên paqijkirin û hestî bi temamî bên komkirin avahiyên TOKÎ çêkirin. Dibe ku hestî li devereke wiha be, lê li ku dibe bila bibe ez ê rojekê bibînim. Di ser re çil sal jî derbas bibin em ê bibînin û werbigirin."