Saziyên Rojavayî peyama sersaxiyê dan xelkê Silêmaniyê

Saziyên Rojavayî ji bo xelkê Silêmaniyê peyama sersaxiyê, weşandin.

Konseya Giştî ya Tevgera Azadî têkildarî teqîna ku li Silêmaniyê çêbû, peyamek weşand. Tevgera Azadî anî ziman ku ew êşa xelkê Silêmaniyê parve dikin û sersaxî xwest. Tevgera Azadî diyar kir ku nebûna polîtîkayek stratejîk a civakî ya hikûmeta Başûrê Kurdistanê, dibe sedemê van bûyeran.

Tevgera Civakî ya Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî teqîna gazê ya li Silêmaniyê çêbû, peyamek weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di serî xelkê Silêmaniyê, ji hemû gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin û şîfayê ji birîndaran re dixwazin.”

Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî ev tişt got:

“Em êşa xelkê Silêmaniyê parve dikin, sersaxiyê ji hikûmeta herêmê, YNK û malbatên qurbaniyan dixwazin. Em diyar dikin ku hemû gelê me yê li Kurdistanê yek e, birînek a parçeya wê birîna Rojavayê Kurdistanê û PYD’ê ye.

Em ji gelên hêrêmê û Kurdistanê re aştî, ewlehî û azadiyê dixwazin, di heman demê de ji bo wan li berxwe didin. Gelê me dibe sedem ku em girêdayî nirx û doza xwe bin û çareseriyek demokratîk bibînin. Li aliyê din jî em diyar dikin ku xizmetkirina ji gelê xwe re û başkirina şert û mercan, şert û mercê exlaqî yê herî girîng e.

Em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê û malbatên qurbaniyan re, dixwazin.”