Saziyên Kurd û Elewiyan li dijî Eutelsatê helwest nîşan dan

Nûnerên saziyên Kurd û Elewiyan ên li Elmanya li dijî biryara girtina televizyonên Kurd helwest nîşan dan.

Nûnerên Saziyên Kurd û Elewî yên Elemanya li dijî Eutelsatê helwest nîşan dan û gotin, ‘’demokrasî ji her kesî re hewce ye’ û bang li hemû azadîxwazin kirin ku helwestê nîşan bidin.

Helwesta li dijî biryara Eutelsatê ya şîrketa Frransiz ku bi daxwaza dewleta Tirk biryar li ser girtina televizyonên Stêrk Tv, Ronahî Tv, û News Channel Tv dayî berdewam dike.

 ‘LI DIJÎ EUTELSATÊ LI 6 NAVENDAN EM Ê ÇALAKIYAN BIKIN’

Hevseroka NAV-DEM’ê Fatoş Goksungur helwesta xwe li dijî biryarê nîşan da, biryara par a Eutelsatê ya li ser Med Nûçe û Newrozê bi bîr xist û got, ev biryar antî demokratîk e û bi tundî şermezar dikin.

Goksungur çalakiyên xwedîderketinê ku  KDCK-E’yê  ku li tevahiya Ewropayê li dijî vê biryarê ragihandine bi bîr xist û got wan NAV-DEM’ê j îli Elmanya bernameya xwe ya çalakiyê çêkirine. Li gorî plansaziyê jî 13’ê Gulanê li Elmanya Berlîn, Hambûrg, Hannover,Frankfurt, Stûttgart û Dusseldorfê wê meş werin lidarxistin û got, ‘’Ev çalakî wê bi mebesta xwedîderketina li çapemeniya Kurd be.’’

Goksungur bi domdarî wiha got: ‘’Li Kurdistanê şer giran dibe. Êrîşên li ser Rojav hene. Fikaran bi mrov re çêdike ku di demeke wiha de televizyonên Kurd têne girti. Piştî êrîşên bi ser Rojava û Şengalê de, piştî encamên ne meşrû ên referandûmê yên faşîzma AKP’ê niha jî hewl didin ku dengê medyaya Kurd bibirin. Li dijî vê ji îro û pê ve bi meclîsên xwe re me dest bi xebatan kirn. Li hemû deverên Elmanya bi çalakiyan em ê li çapemeniyê xwedî derkevin. Niha di serî de li Kolnê lig elek deveran çalakî hene. Her wiha dîsa bi saziyê çapemeniyê, bi partiyên siyasî û dezgehan ên Elmanyayê re hevdîtin hene.’’

Goksungkur ji bo meşên navendî yên ku wê 13’ê Gulanê werin kirin bang li hemû beşên demokratîk kir ku tevlî çalakika bibin.

 ‘ELEWÎ NIKARIN BIBIN TEMAŞEVANÊ VÊ BIRYARÊ’

Nûnerê FEDA’yê Mehmet Surmelî jî got, hewldana girtina televizyonên Kurd hemû beşên civakê têkildar dike û her wiha Elewiyan jî têkildar dike. Surmelî diyar kir ku Elewî gelek geşedanan ji van televizyonan dişopînin û got: ‘’Ev êrîş tenê ne êrîşa li dijî Kurdan e. Êrîşa li hemû Kurdan û mirovahiyê ye. Em van êrîşan şermezar dikin. Ez dixwazim diyar bikim ku li dijî van êrîşan em ê têkoşîna aktîf bidin.  Em ji tecrûbeyên xwe dizanin piştî van êrîşan êrîşên fizîkî tên. Hem li dijî Kurdan û hem jî li dijî Elewiyan. Vê jî hînî me kir ku divê bihîstyarî zêde be. Elewî ku civakeke berfireh in nikarin li dijî van êrîşan bêdeng bin.’’

Surmelî diyar kir dewletên Ewropî ji bo berjewendiyên xwe dirû ne û got saziyên Kurdan dikine qurbanê berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî.