Saziyên dewletê yên li Wanê welatiyan dişêlînin

Li Wanê, bi taybetî li taxên ku şêniyên wê bi giranî welatparêz in av û elektrîk tê birîn û xizmet nayê dayin. Di ser re her meh fatûrayên giran li welatiyan tên birîn.

Piştî ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û şaredariyên navçeyan ên DBP'yî bi destê qeyûman hatin desteserkirin, xizmeta ji bo welatiyan dihate kirin jî hate birîn. Bi hezaran welatî, tevî ku mehane bi rêk û pêk bac û fatûrayên xwe diidn jî, bi zanebûn xizmet ji wan re nayê kirin. Bi taybetî li gelek taxên di nava sînorê Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Rêya Armûşê de ne, bi mehan e av û eletkrîk li ser welatiyan hatine birîn.

QEYÛM, PEREYÊ AVA KU NADE WELATIYAN JI WAN DISTÎNE

Piştî ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Şaredariya Rêya Armûşê qeyûm hatin bicihkirin, binesaziya van herêman têk çû. Derket holê ku ava ji bo vexwarinê didin welatiyan, ava herî gemarî ya li gelemperiya Tirkiyeyê. Li hin taxan ava vexwarinê bi destê welatiyan nakeve. Yek ji van taxan jî Sixkê ye. Li taxa Sixkê ku weke taxeke welatparêzan tê naskirin, bi mehan e av li ser bi hezaran welatiyan hatiye birîn. Tevî ku av li ser hatiye birîn jî, fatûrayeke giran a avê li welatiyan tê nivîsandin. Îdareya Av û Kanalîzasyonê (VASKÎ) ya ser bi Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, bi hatina qeyûm re fatûrayên gelekî giran li welatiyan dibire. Di dema Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de, binesaziya van taxan hatibû çêkirin û bi rêk û pêk xizmet dihate dayin. Bi dehan kesên di dema Şaredariya DBP'yî de li VASKÎ dixebitîn, ji aliyê qeyûm ve ji kar hatin derxistin. Li şûna kesên ji kar hatin derxistin, qeyûm Mûrat Zorlûoglû kesên nêzî xwe û yên AKP'yî xistibû kar. Kesên ku ji aliyê qeyûm ve li kar hatin bicihikirin jî fatûrayên giran li welatiyan nivîsandin. Bi hezaran welatî neçar tên hiştin ku her meh pereyê ava ku li ser wan hatiye birîn bidin.

VEDAŞ'Ê JÎ DEST BI ŞÊLANDINA GEL KIR

Şîrketa Vangolu Elektrîk Dagitim (VEDAŞ) a belavkirina elektrîkê, ku ji qeyûm cesaret girt, dest bi şêlandina gel kir. Li navenda Wanê ji bo hin taxan xizmeteke bê rêk û pêk a elektrîkê tê dayin, li hin taxan jî hefteyê rojekê yan jî du rojan elektrîk tê dayin. Wezîfedarên VEDAŞ'ê bi rengekî kêfî elektrîkê li ser gelek malan dibirin û fatûrayên gelekî giran dinivîsînin. Bi taybetî li taxên Sixkê, Xaçort, Karşiyaka û gelek gundan, welatî tevî ku elektrîkê bi qaçaxî bi kar nînin jî, bi îdîaya 'qaçax bi kar anîne cezayê bi hezaran lîreyî li wan tê birîn. Ligel van cezayan bi hezaran welatî jî tevî ku xizmeta elektrîkê ji wan re nayê kirin, fatûrayên giran didin.

Welatiyên ku nerazîbûnê nîşanî vê rewşê dan, destnîşan kirin ku dewlet wan dişêlînin. Welatiyan anîn ziman, ku li gel nebûna xizmetê jî fatûrayên gelekî giran li wan tê birîn û nerazîbûn nîşanî qeyûmên Wanê û VEDAŞ'ê dan.