Saziyên dewletê yên li Wanê bi bertîlê dixebitin

Saziyên dewletê yên li Wanê êdî bi bertîlê kar dikin. Karmendên li van saziyan dixebitin, bêyî bertîlê karê welatiyan nakin.

Eşkere bû ku li Wanê bi taybetî li saziyên tapû-kadastro û maliyê bêyî bertîlê kar nayêk kirin.

Li navçeyên Tûşba, Rêya Armûşê û Artemêtanê, hin karmendên li saziyên tapûyê dixebitin, bêyî bertîlê karê welatiyan nakin. Karê çend saetan ê li tapû û maliyeyê, dema ku bertîl neyê dayin bi rojan, carna jî bi mehan dewam dike. Welatiyên ku naxwazin bertîlê bidin, karê wan li erdê dimîne.

Li Wanê ku rêjeya bêkariyê gelekî zêde ye, ev berdîlxwariya karmendên dewletê rê li ber nerazîbûna gel vedike. Karê gelek kesan ji ber ku bertîl nedane çend meh in bi cih nayê naîn. Welatiyekî ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike, ji ANF'ê re got, "Eger tu bertîlê nede, tu nikare li saziyên dewletê karekî bike. Gava ku bertîlê nadim, karê min ê 10 deqeyan bi mehan nayê kirin. Dema ku bertîlê tê dayin, karmend di cih de karê mirovan dikin. Hema bêjin hemû sazî bi bertîlê dixebitin. Lewma kesekî ku wan kontrol bike jî nîne. Li gorî karê ku bê kirin, rêjeya bertîlê jî zêde dibe."