Saziyên Êzidî li dijî Erdogan banga daketina qadan kirin

Di serî de NAV YEK, Sêwana Meclîsa Jinên Êzidî û saziyên Êzidiyan di çarçoveya kampanyaya ‘Xêr nehatî Erdogan’ bang li civaka Êzidî kir ku dakevin qadan û hesabê ji dewleta Tirk a faşîst bixwazin.

NAV YEK, Sêwana Meclîs Jinên Êzidî û saziyên Êzidî daxuyaniyek nivîskî da û li dijî çûna Serokomarê Tirk Erdogan a Elmanyayê di serî de bang li civaka Êzidî kir ku dakevin qadan û hesabê êrîşên li Şengal dîsa teqtilkirina Mam Zekî Şengalî bipirsin kir.

Di daxuyaniyan de bal hate kişandina ser êrîşên dewleta Tirk ên bi hevkariya çeteyên DAÎŞ’ê û welatê NATO û hegomon û hate gotin: “Ev hêz serweriya xwe di tinekirina Kurdan de dibîne. Bi qetilkirina Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengal a 15’ê Tebaxê tinekirina civaka Êzidiyan e. Vexwendina Elman a Erdogan û alîkarîkirina siyasî û leşkerî tê wateya hevkariya sûcê Tirkiyeyê. Dîsa tê wateya binpêkirina hiqûqa xwe bi xwe.”

Di dewam daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em wek sazî û dezgehên Êzîdiyan NAV YEK û Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî bi hemû pêkhateyên xwe bang li civaka Êzîdî dikin ku bi girseyî tevlî çalakiya protestoyî yên eyaletan û ya navendî li Kolnê bibin.

Erdogan qatîlê jinan û yên gelan e, bi taybetî yên me Êzîdiyan e. Ji ber vê jî em ê bi mafên xwe yên rewa, bi biryara bilindkirina têkoşîna azadiyê, hesabên xwe ji Erdogan û tevahî hevkarên wê bixwazin. Wê fermana 73’emîn a li Şengalê û şehîdbûna Mam Zekî Şengalî mîsogeriya xweserî û azadiya Êzîdxan bike.

Divê civaka Êzîdî di serî de jin û ciwan bi al û pankartên xwe bi ruhê Mam Zekî Şengalî bi girseyî ji bo hesabpirsîna tevahî êrîşên dewleta faşîst a Tirk biherikin meşa navendî ya ku di 29 ê Îlonê li Kôlnê tê lidarxistin, bibin.”