Sazî û rêxistinên Şengalê dijî peymana Bexdayê-Hewlêrê rabûn

Meclîsa Gel a Şengalê û Meclîsa Tevgera Jin a Şengalê bi daxuyaniyekê dijberiya xwe ya dijî peymana Bexda-Hewlêrê anîn ziman û bal kişandin ku ew carek din îrada xwe naxin destê dagirker û xiyanet karan.

Meclîsa Gel a Şengalê û Meclîsa Tevgera Jin a Şengalê derbarê peyamana di navbera Bexdayê û Hewlêrê de daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Daxuyanî pêşiya avahiya Meclîsa Gel hat dayîn û di daxuyaniyê de endam û rêveberên her du meclîsan beşdar bûn. Li ser navê girseyê endama Meclîsa Jin a Şengalê Mecîde Dexîl û Hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê Biro Berkat axivî.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

“Wek tê zanin 3’yê Tebaxa 2014, bi destê çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî gelê me kirin. Di van êrîşên hovane de, bi sedan mirovên me hatin qetil kirin, bi hezaran keç û jinên me hatin revandin û di bazaran de hatin firotin. Di dema êrîşan de bi hezaran pêşmerge li Şengalê bûn, qaşo Şengalê di parastin. Lê dema êrîş çêbûn berê hemû kesi peşmerge reviyan û gel di nav destê çeteyên DAÎŞ’ê de hiştin. Bêguman em gelê Êzidî heta saxbin em ê tu caran vê xiyaneta pêşmergeyên Barzanî li me kirin, ji bîr nekin. Heta neha jî birînên gelê me ne hatine pêçadin û sax nebûna. Hê jî bi hezaran keç û jinên Êzidî di nav destên DAÎŞ’ê de, li benda rizgar kirinê ne. Cardin hestiyên mirovên me di gorên komî de serî wan nehatine vekirin.

Bêguman bûyera reva pêşmergeyan ne tenê carek bû, heman bûyer 2017, dema Heşdî Şabî xwastin bikevin Şengal ê cardin pêşmergeyên Barzanî rêya revê ji bo xwe esas girtin û gel bi tenê hiştin.

Li ser fermana 2014’an re 6 sal derbas bûn, gelê me di nav zor û zehmetiyên pir mezin de li ser piyan ma û hêz, îradeya xwe ava kir. Sîstema xwe ya rêvebiriyê û parastinê ava kir. Îspat kir ku pêwistiya wê bi tu hêzeke derve nine, wê bi rê ve bibe û wê bi parêze. Pêwiste Hikumeta Herema Kurdistanê rêz ji vê îradeyê re bigre û lêborina xwe ji civaka me ya Êzidî bixwaze. Naxwe ne dîrok ne jî gelê me, yê tu caran wan efû neke.

Cardin piştî fermanê jî, dewleta Tirkiye ya dagirker bi rêya hewayî bi dehan caran, êrîşên hovane li ser civaka me kirin, zarokên me şehîd xistin. Hikumeta Herema Kurdistan yêk helwest nîşan neda. Berovaji bi daxwiyaniyên xwe, êrîşan rewa dikirin û her carek Şengal û zarokên me wekî hedef dan nîşandan. Em dibêjin yên ku di dema zehmetiyan de, me tenê hiştin û xwedî li me derneketin, di rojên ferehiyê de jî bila li me venegerin. Eger dixwazin bi me re alikariyê bikin, bila biçin keç û jinên me yên destê DAÎŞ’ê de mane rizgar bikin.

Tifaqa di navbera Hewler û Bexda yê de çêbûyî, em weki berdewame fermana 2014 û nenas kirina îradeya civaka Êzidî dibînin. Em li vêderê bang li hikumeta Iraq ê dikin ku li ser doza Şengalê li şuna hikumeta Herema Kurdistanê re pêwîstbû hevdîtin û tifaq bi civaka Êzidî re bihata kirin. Ji ber ku yên li ser Şengalê xwedî gotin û xwedi biryar gelê Êzidî bi xwe ye. Ji ber ku yên li ser vê axê ked dan û xwîn rijandin zarokên Êzidî bûn. Yên li beramberi êrîşên DAÎŞ’ê rumeta Iraqê parast cardin gelê Êzidî bû. Em ji hikumeta Iraqê dixwazin ku îradeya civaka Êzidî nas bike û bi rê, rêbazên siyasî pirskirêk hevbeşî û hem fikrî bên çareser kirin.”