Şaredariya Qendîlê xebatên xwe nirxandin
Şaredariya Binarê Qendîl a li Herêmên Parastinê ya Medyayê têkildarî xebatên xwe yên salekê bi civînekê nirxandin.
Şaredariya Binarê Qendîl a li Herêmên Parastinê ya Medyayê têkildarî xebatên xwe yên salekê bi civînekê nirxandin.
Civîn, bi deqeyek rêz ji bo kesên di Têkoşîna Azadiya Kurd de şehîdbûne destpê kir. Piştî rêzgirtinê rapora xebatên salekê hate xwendin û xebatên hatine kirin, hatin nirxandin.
Civîn bi beşdariya encumenên gundên girêdayî Şaredariya Binarê Qendîl û Hevşaredaran Emîne Ebdullah û Mamoste Mihemed ve destpê kir. Hevşaredarên ku di dîwanê de cih girtin xebatên salekê nirxandin. Di civînê de beşa ku herî zêde bal kişand jî, bomberdûman Binarê Qendîl a ji aliyên balafirên şer ên Tirk ve hate nirxandin bû. Hat diyarkirin ku di êrîşên esmanî de hem ziyanên madî û hem jî giyanî dibe, li dijî van êrîşan bêdengiya dewletaên cîhanî jî hate rexnekirin.
Di dawiya civînê de gotûbêj li ser xebatên ku wê sala 2017'an bên lidarxistin hate destgirtin û piştre plansazî hate kirin û civîn bi dawî bû.