Şaredariya Pasûrê jî hat desteserkirin
Qeymeqamê Tirk ê li navçeya Pasûrê Fatîh Gulgeroglû weke qeyûm li Şaredariya Pasûrê bi cih bû.
Qeymeqamê Tirk ê li navçeya Pasûrê Fatîh Gulgeroglû weke qeyûm li Şaredariya Pasûrê bi cih bû.
Wezareta Karên Hundir, qeyûm li Şaredariya navçeya Pasûrê ya Amedê bi cih kir. Piştî ku hat ragihandin Hevşaredar Metîn Dînar ji wezîfeyê hatiye kirin, polîsan dor li avahiya şaredariyê girtin.
Walîtiya Tirk a li Amedê ragihand, qeymeqamê wan ê li Pasûrê Fatîh Gulgeroglû weke qeyûm hatiye tayînkirin.
Hevşaredara Pasûrê Sadiye Surer jî, di 5'ê Çileyê de ji aliyê dadgehê ve hatibû girtin.