Sancar: Em tifaqa Kurdistanî mayînde dikin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bi partiyên Kurd re civiya û got, “Me biryar da ku em vê platforma xwe ya bi partiyên di nav Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistaniyê de cih digirin, mayînde bikin.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Îmam Taşçier, Alîcan Onlu, Nûsrettîn Maçîn û Nejdet Îpekyuz, li Otela New Garden a li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê bi nûnerên partiyên Kurd re civiyan. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir û nûnerên Komeleya Kurd a Demokratên Şoreşger (DDKD), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Platforma Kurdên Demokrat-Bakur (PDK-Bakur), Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) û Partiya Azadî beşdarî civînê bûn. Nûnerên partiyan di civînê de li ser yekîtiya Kurd nîqaş kirin.

Piştî nîqaşan Sancar daxuyanî da û axaftina wî jî wiha ye:

“Îro em bi partiyên Tifaqa Kurdistanî re hatin cem hev. Civînek pir erênî û baş bû ji bo me. Em di gelek mijaran de bi zelalî li ser wê axivîn. Me di vê civînê de bi kêfxweşî biryarên şênber girtin. Wek ku rêzdar keke Mehmet Emîn jî eşkere kir, me li ser vê platforma xwe ya li ser tifaqa hilbijartinê pêk hat biryara mayîndekirina wê girt. Em gihîştin heman nêrînan û wê platforma me bi hev re tevbigere.

Di esasê xwe de piştî hilbijartinan hin hevdîtinên bi vî rengî hatibûn kirin, lê îro cara yekem me bi zelalî û şênber biryara Tifaqa Kurdîstanî hat axaftin. Û me gavên wê yê ewilî avêt. Di vê civîna me de biryarên dê Tifaqa Kurdistanî mayînde bibe û bi vê mexsedê bixebite derketin holê. Civîna me ya îro gava pêşî ye. Dîroka civîna me ya ji niha şûn ve wê sekreterya me ya heyî diyar bike. Di wê civînê de wê biryara me ya îro girtiye bibe xalek tenê ya wê rojevê. Wê li derdora vê rojevê xebatên berbiçav werin kirin. Ji bo me biryar û civîn gelek girîng e.

Em HDP van hevdîtinan ji du aliyan ve gelek girîng dibînin. Em gelek nirx didinê. Ya yekemîn meseleya Kurdan a yekîtiyê heye. Yekîtiya neteweyî ya Kurd gelekî girîng e. Ev jî ji ber ku yekîtiya Kurdan di bin tehdîtan de ye. Ya mafên netewî nayên nasîn înkar dikin yan jî li dijî mafên heyî her tim mudaxile tên kirin. Nûnerên siyaseta wê netewê û mafên wan her tim di bin gefan de ye neçar in li ser xetekê li hev bikin. Li hev kirin û li ser armancek û rêbazan hevpar bûn berpirsiyariya dîrokî, siyasî û heta ehlaqî ye jî.

Em bi hişmendiya vê berpirsiyariyê tên gel hev. HDP ji bo vê mijarê tişta bikeve ser milê wê bi biryar e. Me vê biryarê di reng û çavê partiyên Tifaqa Kurdistanî de jî dît û ev yek cihê kêfxweşiyê ye. Ev tifaqa me di heman demê de ji bo piştevaniya demokratîkkirina Tirkiyeyê xwedî potansiyel e. Li Tirkiyê bêyî Kurdan vegera li demokrasiyê ne mimkin e. Her wiha me bi partiyên tifaqê re li ser vê meseleyê jî nêrînên xwe hevpar anîn ziman.

Li Tirkiyê demokratîkkirin bi beşdariya çalak a Kurdan mimkin e. Em dixwazin raya giştî hemû vê yekê bibîne. Xebat û têkoşîna me ya ji bo siberojê hêvî dide me û di warê demokratîk, azadî û mafên neteweyî ya gelê kurd de jî hêviya mezintir dibe.

Em ji bo piştevaniya partiyên tifaqa Kurdistanî ku li dijî êriş û zextên li ser me nîşandan jî spasiya wan dikin. Peyamên piştevaniya wan me kêxweş û şanaz dike. Mezinkirina vê piştevaniyê bêtirîn me dilşad dike. Gumana me ji vê yekê nîne. Me li vir carek din vê rewş rûbirû gotûbêj kir. Em ji vê gelek memnûn in. Gelek mijar û xebat wê şênber bibin û werin temînkirin û birêvebirin. Rêya pêşiya me ev rê ye. Ev rê ji bo me hemûyan e. Em dibînin ku rêya me vekirî ye. Em bi vê bawer in. Em carek din li vir malovaniya hevalan hemû dikin.”