Salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê li Başûrê Kurdistanê hat pîrozkirin

Îro êvarê li bajarê Silêmanî, Eniya Piştevaniya Rojava bi merasîmekê heştemîn salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê pîroz kir.

Êvara îro bi tevlîbûna gelek welatiyên her çar beşên Kurdistanê, nûnerên partî û aliyên siyasî û nûnerên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li pêşiya Baxê Giştî ya bajarê Silêmanî bi merasîmeke pîrozbahiyê heştemîn salvegera şoreşa Rojava pîroz kirin.

Beşdaran du posterên mezin hilgirtibûn ku li ser hatibû nivîsandin “Em dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê ya li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin” û “Serkeftina Rojavayê Kurdistanê, serkeftina Gelên herêmê ye”. Her wiha gelek posterên din jî hatibûn hilgirtin.

Li ser navê Eniya Piştevaniya Rojavayê Kurdistanê Îbrahîm Ebdulah bi munasebeta salvegera şoreşa Rojava peyamekî nivîskî pêşkêş kir û ragihand: “Di encama xwîna bi hezaran şervanên şehîd li Rojavayê Kurdistanê vîneke serbixwe û civakeke hişyar derketiye holê.”

Ebdulah her wiha diyar kir: “Çawa ku em berê jî piştevanê Rojava bûn, niha jî em destkeftên şoreşa Rojavayê Kurdistanê wek destkeftên hemû gelên azadîxwaz dizanîn; lê belê mixabin metirsiyên li ser Rojavayê Kurdistanê xilas nebûne, niha Rojava û Başûrê Kurdistanê jî di bin metirsiya dagirkeriya Tirkiyeyê de ye. Ji niha ve Tirkiye bi hişmendiya faşîstî hewl dide Kurdistanê dagir bike.”

Di heman demê de hevserokê Nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nûrşen Hisên jî axivî û got: “Em sipasiya tevahî gelê Başûrê Kurdistanê dikin ku ji destpêkê ve heta niha piştevaniya gelê Rojava kirine. Di wê oxirê de bi dehan şehîd daye, şoreşa Rojava ne tenê destkeftek ya Rojava ye ji ber ku ji bo hemû gelan e.”

Nûrşen Hisên bal kêşande ser êrîşên dagirkeriyê yê dewleta Tirkiyeyê ya li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê û wiha pê de çû: “Yekane rêya çareseriyê ya li hemberî dagirkeriyê, yekîtiya neteweyî ye. Yekîtiya netewî ne bijarteyek e, erkek e.”

Merasîma pîrozbahiyê bi dîlan û stranên şoreşgerî yên taybet li ser Rojavayê Kurdistanê heta derengiya êvarê berdewam kir.