Salar Mehmûd: Li dijî biryara DYA'yê yekîtiya neteweyî divê

Parlamenterê berê yê YNK'ê Salar Mehmûd li dijî biryara DYA'yê ya li ser sê pêşeng û şoreşgerên Kurd, banga avakirina yekîtiya neteweyî li gelê Kurd û partiyên Kurdistanê kir.

Nerazîbûnên li dijî biryara DYA'yê ya li dijî sê pêşeng û şoreşgerên Kurd zêde dibin. Parlamenterê berê yê Yekîtiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) Salar Mehmûd ji ANF’ê re axivî. Mehmûd li dijî biryara DYA'yê banga yekîtiya neteweyî li gelê Kurd û partiyên Kurdistanê kir.

Şeva 7'ê Mijdarê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo agahîdayîn û diyarkirina cihê sê pêşeng û şoreşgerên Kurd Cemîl Bayik, Murat Karayilan û Duran Kalkan 12 mîlyon dolar xelat danî. Endamê berê yê Parlamenta Iraqê û parlamenterê berê yê YNK'ê Salar Mehmûd biryara DYA'yê şermezar kir û li dijî êrîşan banga yekîtiyê li gelê Kurd û partiyên Kurd kir.

Salar Mehmûd diyar kir ku li Rojhilata Navîn guherînên nû çêdibin û gelê Kurd jî ji bo bidestxtistina mafê xwe têdikoşe. Mehmûd işaret bi destketiyên li Rojavayê Kurdistanê kir.

Mehmûd nerazîbûn nîşanî biryara DYA'yê ya li ser sê pêşeng û şoreşgerên Kurd da û got, "Li gorî min DYA dixwaze bi vê biryara xwe dilê dewleta Tirk xweş bike û dixwaze girtina sîstema S400 a Tirkiyeyê ji Rûsyayê rawestîne. Dewleta Tirk dixwaze sîstema hewayî S400 ava bike. Tevgera rizgariya gelê Kurd PKK li dijî van êrîş û cezayan biçûk nabe, lê wê van planan têk bibin. Ya girîng ew e ku piştî dîlgirtina Ocalan ku ev 20 sal e li Îmralî girtiye, PKK bi dawî nebûye û li Rojhilata Navîn rolê pêşengên gelê Kurd derket pêş."

Salar Mehmûd diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze di vê serdemê de tevgera gelê Kurd weke tevgera terorîst nîşan bide û wiha domand; "Wê rojek were ku ev qerta dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd li civaka navneteweyî bi kar tîne wê biqede. Ya girîng li vir ew e ku aliyên Kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo yekîtiya gelê Kurd bixebitin û dawî li van êrîşên li ser PKK'ê bînin. Û  nehêlin bi komployekê pêşengên Kurd werin girtin."

Endamê berê yê Parlamenta Iraqê û parlamenterê berê yê YNK'ê Salar Mehmûd herî dawî got; "Divê dewleta Tirk temaşeyî dîrokê bike û li aqûbeta rejîma Baasê ya li Iraqê binere. Wê demê jî rêveberên rejîma Baas tevgera rizgariya gelê Kurd bi terorîstî bi nav kir. Lê encam diyar bû, ku çawa derketin pêşberî dadgeh û gelê Kurd jî destketiyên mezin bi dest xistin. Eger dewleta Tirk jî siyaseta xwe neguherîne wê aqûbeta wan jî weke ya rejîma Baasê be."