Sala 20'an a îxaneta Hewlêrê -3

Di 16'ê Gulanê de, PDK ji bo PKK'yî ji Hewlêrê dernekevin hemû rê girtin. Di kuştina mirovên birîndar û bê parastin de xwe jîr û jêhatî dîtin.

Di beşa 3. a dosya 'Îxaneta Hewlêrê' de Rotînda Engîn qala bûyerên di roja komkujiyê de qewimîn dike. Rastî çiqasî giran jî be, bûyerên di wê rojê de qewimîn rastî bûn. Yên ku di wê rojê de li ber xwe dan, ji bo hêviya azadiyê ya gelekî ji holê ranebe, ji bo xiyanet bi ser nekeve, canê xwe feda kirin.

Dema mirov li Rotînda Engîn guhdarî dikin û bûyerên beriya 20 salan qewimîne hîn dibin, bûyerên niha diqewimin baştir fêhm dikin. Bi vegotina Engîn re şerê dijwar ê navbera azadî û xiyanetê bi zelalî tê dîtin.

HEMÛ RÊYÊN HEWLÊRÊ TÊN GIRTIN

Di 16'ê Gulanê de, PDK ji bo PKK'yî ji Hewlêrê dernekevin hemû rê girt. Kuştina mirovên birîndar û bê parastin, weke jêhatîbûnekê dîtin. Her tişt li gorî plana bi dewleta Tirk re hatibû amadekirin, dihat kirin. Û ew roj hatibû, celad rahiştibû çeka xwe...

Dem 16'ê Gulana 1997. Saet navbera 06:30 - 07:00. Davût Bagistanî diçe nexweşxaneya PKK'yî lê ne. Kincekî mîna yê Îngilîzan li xwe kiribû, perûk danîbû ser serê xwe. Diltirs e. Eşkere ye haya wî ji bûyerên biqewime heye. Xuya ye naxwaze tiştekî bi vî rengî were kirin, lê belê li gel vê dijberiya wî jî wê bê kirin.

Dibêje, 'Divê em zêde dereng nemînin. Me mînîbusek amade kir. Herî zêde em dikarin 30 kesan bi xwe re bibin." PKK'yî îtiraz dikin. Dibêjin ku hejmara hevalên wan ên birîndar zêdetir e, ancax bi du wesayîtan dikarin bên birin. Lê biryar hatiye dayîn. Wê ji Hewlêrê wesayîtek derkeve. Eger ew jî karibe derkeve.

Şahida komkujiyê Rotînda Engîn qalê dike…

"Ji ber ku encamek ji nîqaşê derneket, 33 hevalên birîna wan gelekî giran e hatin diyarkirin. Bi rengekî bêçare, me ancax dikarîbû ewqas heval bişanda. Lê belê kesî nedixwest biçe. Hevalên di rêveberiyê de nekarî hevalên dixwazin bişînin îqna bikin. Li ser vê yekê civîneke fermî hate kirin. Bang li hemû hevalên du roj berê ji malan re hatibûn şandin hate kirin. Em hemû li nexweşxaneyê bûn. Di civînê de fermana rêbertî careke din hate bibîrxistin. Rêbertî nedixwest hejmareke zêde ya hevalan li Hewlêrê bimînin. Lê belê diyar dikir, ku divê gel bi temamî neyê terikandin. Tevî vê yekê jî hemû hevalan dixwestin bimînin. Digotin, 'Madem wê li dijî xiyanetê berxwedan bê nîşandan, hingî em jî dixwazin bimînin û li ber xwe bidin'. Lê belê rêvberiyê, fermana Rêbertî bi cih anî û navên hevalên bên şandin diyar kir."

Di nava yên bên şandin de Rotînda Engîn a birîndar jî hebû. Gerîlayê bi navê Zagros ê ku birîna xwe sivik bû û di 14'ê Gulanê de tevî Engîn û 4 hevalên xwe li nexwşxaneyê bû, li wir ma.

"Yên mayî ji bo hevalên biçin taştê amade kirin. Her tişt bi lez û bez dihat kirin. Piştî taştê yên biçin xatir ji yên bimînin xwestin. Ji ber ku êdî her kesî rastiya ku nedixwestin nav lê bikin, didîtin: 'Yên mayî wê ji aliyê xiyanetê ve bihatina qetilkirin."

LI DIYANAYÊ ŞER

Di sibeha 16'ê Gulanê de li Hewlêrê hewayeke giran heye. Yên çûn cara dawî li paş xwe, li hevalên xwe yên mayîn nerîn. Cara dawî li hev temaşe kirin. Ti ji wan nexwestin dest ji hev berdin û biçin. Lê dizanin wê rojekê ji nû ve vegerin. Û yên mayî...

Xiyanet wê careke din li vî gelî neyê kirin. Wê careke din xwe bi tenê nebîne.

Wesayîta ku gerîlayên birîndar tê de bûn, dan pey wesayîta Davût Bagistanî û ji Hewlêrê derket. Di wesayîtê de bi giştî 31 gerîla hebûn. Ji nava bajêr derket, lê belê pêşmergeyên PDK'ê li pêşiya Hewlêrê wesayît sekinandin.

"Davût Bagistanî peya kirin û birin benda kontrolê. Em 4 saetan li benda kontrolê hatin sekinandin. Davût Bagistanî dema hat, me dît ku lê dane. Gelekî lê dane. Piştî ku ew hatin, em ji nû ve bi rê ketin.

Hevala Şîlan û hevalê Ciwan beriya du rojan hatine Şaqlawa. Di rê de me ew jî girtin cem xwe. Dema ku me heval girt, me bihîst ku berî du rojan Asayîşa PDK'ê avêtiye ser mala heval lê ne û hewl dane wan binçav bikin. Çavên hevalê Ciwan nedidît. Dema ku PDK davêje ser malê, hevalê Ciwan fêhm nake bê çi bûye. Dema ku hevala Şîlan û jina xwediyê malê li ber hêzên PDK'ê radibin, hevalê Ciwan rewşê fêhm dike û bombeyê dixwaze. Nadin wî. Dema ku hêzên PDK'ê hewl didin bi zorê bikevin hundirê xanî, xwediya malê derdikeve şaneşînê, dike qîrîn û alîkariyê ji derdorê dixwaze. Dema ku pêşiya malê ji nişka ve tijî mirov dibe, PDK'yî neçar dimînin û ji wir diçin. Heval bi vî rengî rizgar dibin. Lê dema diçin li pey xwe gefê dixwin û dibêjin 'karê me hê bi we neqediya ye'.

Baş tê bîra min, hevala Şîlan dema qala bûyerê dike dibêje, 'Ez ê careke din danekevim nava bajaran. Mirina min wê li bajaran be. Ez ê êdî bi ti awayî ji çiyê danekevim'. Lê mixabin di sala 2004'an de li Mûsilê, ku karê rêxistinî dikir, hate qetilkirin."

Gerîla piştî hevalên xwe Şîlan û Ciwan digirin cem xwe, ji Şaqlawayê berê xwe didin Diyanayê. Bûyerên li navenda bajarê Hewlêrê, li pêşiya bajêr û li Şaqlawayê qewimîn kir ku her kes fêhm bike ku yên li Hewlêrê biqewimin wê qat bi qat ji van bûyeran mezintir be. Lê belê dîsa jî hesaba wê nakin ku wê komkujiyeke ewçend bê esil û xedar bê kirin.

"Saet di 16:00 de em hatin Diyanayê. Li pêşiya bajêr, bi sedan wesayîtên leşkerî, yên doçka û BKC li ser bûn, em şopandin. Dema ku wesayîta me gihîşt cihê berpirsyarê pêşmergeyan ê Diyanayê, dor li me girtin. Dema ku dor li me girtin, hevala Şîlan got 'caman bigirin'. Bi sedan pêşmergeyan berê çekên xwe da bûn wesayîtên me û disekinînin. Di nava vê rewşa aloz a li dora me de, ji navenda bajêr dengê çekan hate bihîstin. Bombe li pey hev qetiyan. Şer bi qasî saetekê dewam kir. Dema ku em sekinandin, Davût Bagistanî dîsa birin. Ji ber ku her der bû qada şer, em hê bêhtir ketin nava fikaran. Me hewl didan fêhm bikin bê çi qewimiye."

PDK LI DIYANAYÊ DU PKK'YIYAN QETIL DIKE

Dezgeha ji bo komkujiyê hate amadekirin, ne tenê li Hewlêrê bû. PDK di çarçoveya hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re li her cihî êrîşî kadroyên PKK'ê dike, wan digire û dikuje. Şer li bajaran dike. Kîjan ê birîndar, bê parastin, bê çek dibîne, yekser wan qetil dike.

Gerîlayên birîndar vê carê li pêşiya Diyanayê disekinînin. Hê fêhm nekirine bê çi qewimiye, dengê çekan ji navenda bajêr tê. Dengê fîşekan, bombeyên destan. Piştre dibihîstin ku pêşmergeyên PDK'ê di nava bajêr de êrîşî du hevalên wan dike û di şer de hevalên wan Dilxwz û Hozan qetil dikin. Lê çare nîne, di rewşeke ku berê bi sedan tivingên xayîn li wan e, bisekinin. Piştî çend saetan Davût Bagistanî careke din ji cihê birine derdikeve.

"Piştî çend saetan Davût Bagistanî dîsa hat. Ket hundirê otobusê. Ji rûyê wî me fêhm kir ku tiştek qewimiye. Ji me re got, 'Serê we sax be, heval Hozan, heval Dilxwaz şehîd bûn'. Ev heval li Diyanayê hevalên di asta berpirsyariyê de bûn. Me nizanîbûn çi bêjin. Lê me êdî xeteriya rewşê fêhm kir.

Bagistanî axaftina xwe dewam kir; 'Ji bo min hevdîtineke zehmet bû. Min ê we di Ranya re bibira. Lê destûra vê nedan. Heta pêşiya bajarê Diyanayê dikarim bi we re werim. Ji wir û pê ve êdî, hûn bi tenê ne'.

Bagistanî piştî ku ev ji me re got, li ajokarê otobusê vegeriya û pirsa 'zarokên te hene?' lê kir. Ajokar got 'erê'. Bagistanî jê re got, 'Eger tu ji zarokên xwe hez dike, piştî ku ez ji we veqetiyam, heta ji te tê wesayîtê bi lez bajo. Ji ber ku ji wir û pê ve êdî di destê te de ye'. Û ji wesayîtê daket. Piştî ku ji wesayîtê daket, hevalên me yên berpirsyar jî pê re peya bûn û pê re axivîn."

'OTOBUS VEGUHERÎ GOLA XWÎNÊ'

Davût Bagistanî çi dibêje wê dike û heta pêşiya Diyanayê bi koma gerîlayên birîndar re diçe. Ji ber ku heta wê derê destûr jê re hatiye dayîn. Piştre jî êdî her tişt ji leza wesayîtê re dimîne. Ji ber ku wê çaxê rehm di dilê 'bira' de nema bû.

Dema ku Bagistanî ji cihê got vegeriya, ajokar heta jê hat pê li gazê kir. Lê ji nişka e bi hezaran guleyên doçka û BKC li wesayîtê tê reşandin. Yên di hundirê wesayîtê de birîndar in û bê çek in.

"Dema ku pêşmerge dest bi reşandina guleyan dikin, hevalên birîna wan sivik e, xwe li ber hevalên birîna wan giran e dikin sîper. Hemû heval li valahiya navenda otobusê hatin dirêjkirin. Cihê emeliyatê yê gelek hevalan ku hatibûn dirûtin ji nû ve vebûn û xwîn mîna avê jê herikî. Otobus veguherî gola xwînê. Hemû camên wesayîtê şikestin û bi ser me ve hatin. Hevalên saxlem xwe li ber hevalên birîndar kirin sîper. wesayîta me qulqulî bû. Dema ku wesayîta me lezand û dûr ket, pêşmergeyan dev ji me berdan. Piştî wextekê em ji herêma PDK'ê derketin. Dema ku em gihîştin benda destpêkê ya kontrolê ya herêma YNK'ê, pêşmergeyên YNK'ê bi rengekî matmayî li me nerîn. Şoq bûn. Hatin ji me re gotin, 'Hûn PKK'yî ne'. Me jî got, 'erê'. Wan jî yekser rê vekirin û ji me re gotin 'derbas bibin'. Em jî qet nesekinînin û em çûn Ranya."

PDK-MÎT LI HEWLÊR Û DIYANAYÊ DI HEMAN DEMÊ DE ÊRÎŞ DIKIN

Bûyera li Diyanayê qewimî tenê aliyê wê kêliyê yê bûyerê bû ku hate dîtin. Dema ku li Diyanayê du gerîla hatin qetilkirin, xiyaneta PDK'ê tevî MÎT a Tirk komkujiyeke ku wê ti carî neyê jibîrkirin, dikir.

Şerê li Diyanayê û êrîşa li Hewlêrê ya li dijî gerîlayên PKK'ê di heman demê de hatin destpêkirin. Lê belê Rotînda Engîn û 30 hevalên wê ku berî çend saetan ji Hewlêrê derketin, haya xwe ji komkujiyê nîne. Lê dilê wan şikestî ye, ji ber ku hevalên wa li paş wan man.

Piştî ku li Diyanayê ji êrîşê rizgar bûn, berê xwe dan Ranyayê (navçeya Silêmanî). Li wê derê ji aliyê hevalan ve tên pêşwazîkirin. Gerîlayên wan pêşwazî dikin, hevalên xwe dişîne Silêmanî.

"Piştî ku em gihîştin Silêmanî me hewl dan agahiyan ji hevalên xwe yên li Hewlêrê ma ne bigirin. Em hingî hîn bûn, ku dema êrîş li Diyanayê hate kirin, li Hewlêrê jî êrîş kirine û di êrîşa hevpar a PDK-MÎT'ê de bi dehan hevalên me hatine qetilkirin."

Komkujiya ku weke 'Komkujiya li Nexweşxaneya Hewlêrê' di rûpelên dîrokê de cih girt, di 16'ê Gulanê de hate kirin. 3-4 saet piştî derketina komek ji gerîlayên birîndar ji Hewlêrê, hate kirin.

DEMA KOMKUJIYÊ

Li gorî hiqûqa şer, li ti devera cîhanê nabe ku dest bidin birîndar û esîran. Lê belê PDK û MÎT a Tirk dest dan hev û dema dest bi komkujiyê kirin, ewilî êrîşî birîndaran kirin. Komkujî weke 'Komkujiya Hewlêrê ya 16'ê Gulanê' di rûpelên dîroka xiyanetê hate nivîsandin.

Rotînda Engîn qala bûyerên di 16'ê Gulanê de qewimîn kir:

"Em saet li dora 12:00 de ji Hewlêrê derketin. Bûyerên ku di nava çend rojên dawî de qewimîn û ya di wê rojê de hate serê me, nîşan didan ku wê xiyanet komkujiyekê bike. Dema em gihîştin Diyanayê, saet li dora 16:00 bû. Komkujiya Hewlêrê jî bi êrîşa li Diyanayê di heman demê de hate kirin.

Piştî ku em derdikevin, heval nobedar derdixînin. Hevalê li mutbexê jî diçe mutbexê û xwarinê ji hevalan re amade dike. Di wê kêliyê de êrîş dest pê dike. Di destpêkê de hevalê li mutbexê qetil dikin. Piştre jî dikevin hundir û hemû hevalan qetil dikin.

Hevaleke bi navê Adar hebû, lingê xwe tine bû. Dema êrîş dest pê dike hevala Hêvîdar heval Adar dibe li depoya binê nexweşxaneyê kilît dike. Û bi xwe jî ji nû ve diçe jorê. Diçe terasê û şer dest pê dike. Li gorî tiştên ji aliyê gel ve hatin gotin, 11-12 çekdarên PDK'ê dikuje. Dema ku heval Hêvîdar li terasê şer dike, hemû hevalên li hundir tên qetilkirin. Hêvîdar deriyê terasê ji pişt ve kilît dike û dest bi şer dike. Pêşmerge nikare pê û ji ber vê yekê derdikeve ser banê xaniyên derdorê û bi sûîqestê lê didin. Heval Hêvîdar bi giranî birîndar dibe. Dema ku bi birîndarî dikeve erdê, bombeya pêr e jê hinekî dûr dikeve. Hewl dide xwe bigihîne bombeya xwe û bi xwe ve biteqîne. Lê belê ji ber ku bi giranî birîndar bûye, nikare xwe bigihînê. Gel van hemûyan ji şaneşîn û ji banê xaniyên xwe dibîne. Şahid qalê dikin; Heval Hêvîdar dema hewl dide xwe bigihîne bombeya xwe, pêşmerge deriyê terasê dişikîne û dikevin hundirê terasê. Tevî ku heval Hêvîdar bi giranî birîndar e jî wê ji qatê 3'an davêjin xwarê û bi vî rengî qetil dikin.

Bi vî awayî hemû hevalan qetil dikin. Piştre ji terasê dadikevin jêrê û hevala Hêvîdar a ku ji terasê avêtin xwarê tazî dikin û li naverastê dihêlin. Cenazeyê wê bi vî rengî 4 rojan li naverastê tê hiştin.

'NIKARIM XWE LI VÊ ZILMÊ RABIGIRIM'

Dema em li nexweşxaneyê bûn, malbateke gelekî xizan hebû li nêzî me. Me her roj xwarina ji xwe re çêdikir, ji wan re jî dibir. Zilam nikare qebûl bike ku cenazeyê hevala Hêvîdar bi vî rengî bê teşhîrkirin. Dibêje, 'Nikarim qebûl bikim, ku ev tişt li kesên her roj xwarin dida me bê kirin. Ez ê biçim betaniyeyekê bavêjim ser û binixumînim'. Hevsera wê li ber digere, dibêje 'neçe, wê te jî bikuje'. Lê zilam dibêje 'Na. Ewqasî alîkarî bi me re kirin. Min bikujin jî ez ê biçim û binixumînim'. Dema diçe bi betaniyê dinixumîne, çekdarên PDK'ê bi sûîqestê wî jî dikuje.

Cenazeyê hevala Hêvîdar 4 rojan li wê rastê tê hiştin, teşhîr dikin. Çawa ku dewleta Tirk li hevala Ekîn wan kir, PDK'ê jî di wê demê de li hevala Hêvîdar kir. PDK'ê hê di wê rojê de jina Kurd teşhîr kir. Gelekî aciz bû. ji ber ku gerîlayên jin ên Kurd bandoreke xurt li gel dikirin. Wan jî dixwestin bi van kiryarên xwe yên li dijî mirovahiyê, tirs û xofê berdin dilê gel. dixwest bêje, 'Ez ê vê yekê li kesên ku hûn jê hez dikin, pê bawer in, bikim'."

'JI BO EV ROJ NEYÊN JIBÎRKIRIN, DIVÊ TU BIJÎ!'

Ji berpirsyarên PKK'ê yên li Hewlêrê gerîlayê bi navê Salih wê rojê li nexweşxaneyê nîne. Tevî du hevalên xwe li taxekê ne. Dema ku bi komkujiyê dihese, yekser dixwaze biçe wê derê, lê xwediyê malê nahêle. Ji ber ku PDK'ê ne tenê li nexweşxaneyê komkujî dikir, her wiha li nava bajêr jî dest bi nêçira PKK'yiyan kiribû. Li her derê kemîn danî bû. Her kadroyekî PKK'ê li ku derê bibîne wê bikuşta.

Salih û du hevalên wî, wê şevê li mala lê ne dimînin. Lê belê piştî rojekê êdî nema îdare dikin û dixwazin biçin cihê hevalên wan lê hatine qetilkirin. Ji malê derdikevin. Lê xiyanet di kemînê de li benda wan e. Di destê Salih de debanceyek heye. Hewl dide çemberê bişikîne. Lê belê debanceya di destê wî de têrê nake ku çembera xiyanetê bişikîne. Tê qetilkirin.

"Hevalê Salih tevî hevaleke jin û hevalekî mêr ên pê re bûn, ji mala lê bûn derketin. Lê belê tax hatibû dorpêçkirin. Bi hevalê Salih re debanceyek, bi hevala jin re jî bombeyeke destan heye. Dema ku heval derdikevin derve, PDK'yî dest bi gulereşandinê dikin. Hevalê Salih bi debanceya xwe heta wextekê şer dike, lê piştre birîndar dibe û şehîd dibe. Hevala jin jî bi giranî birîndar dibe û ji bo dîl neyê girtin, li naverastê bombeya xwe bi xwe ve diteqîne. Hevalê din jî hevalekî Soran ê bi navê Rênas e. Dema ku ji malê derdikevin hevalê Salih jê re dibêje, 'Tu Soran e, dikarî xwe veşêre. Biçe xwe li malekê veşêre. Dema ku derdor aram bû, biçe cem hevalan. Qala bûyerên li vir qewimîn bike. Ji ber ku divê yek hebe qala bûyerên ev du roj in li Hewlêrê diqewimin bike. Divê ti tişt winda nebe'. Hevalê Rênas diçe malek li kolaneke din û dibêje 'ji ber ku ji şer tirsiyam min xwe li vir girt'. Dema ku bi Soranî daxive, gel fêhm nake ku ew heval e. Bi rêya malbata Soran ji wir derdikeve û xwe digihîne hevalan. û qala bûyerên di wan rojan de qewimîn, dike."

XIYANET SÎNORAN NAS NAKE

Xiyanet sînoran nas nake. Di destpêkê de difiroşe, piştre jî qetil dike. Lê belê di xiyaneta PDK'ê de sînor nîne. Lingên protez ên gerîlayên birîndar ku wê rojê qetil kirin, hewl dide bifiroşe. Diçe cem doktorê ku lingê protez ji gerîla re çêkir û jê re dibêje, 'te ev ji wan re çêkir, niha jî tu yê bikire'. Doktorê ku lingên protez ji gerîlayên bi navê Dilxwaz û Mêrxas re çêkir, protezan nas dike. Dibêje, ez nakirim. PDK'yî dibêjin, 'tu çawa ji wan re ling çêdike, lê niha nakire' û îşkenceyê li wî dikin. Doktorê ku ev hovîtî dît, ji bo careke din venegere ji Hewlêrê derdikeve, diçe derveyî welat û careke din venagere.

BARZANÎ DIXWAZE TOLA MEZIN JI GEL HILÎNE

Gelê Hewlêrê bi ti awayî komkujiya Hewlêrê ya 16'ê Gulanê qebûl nake. Bi dehan ciwan, ji bo li dijî vê komkujiyê derkevin tevlî nava refên gerîla dibin. Gelek malbat dest ji cih û warên xwe berdidin, ji Hewlêrê derdikevin û koç dikin. Ji ber ku malbata Barzanî ji gelê nêzî PKK'ê dibe, gelekî aciz e. Bi rêya vê komkujiyê tola mezin ji gel hiltîne. Ji wî heye, ku divê derseke welê were dayîn, ku careke din kes xwe nêzî PKK'ê neke û navê wan hilnîne.

"Çawa ku îro ji Şengalê tolê hiltînin, di wê demê de jî ji Hewlêrê tol hilanîn. Wê demê jî bi dewleta Tirk re li hev kirin û bi hev re êrîş kirin. Lê belê bi qelêşî kirin. Eger bigotina 'Em naxwazin hûn li Hewlêrê bimînin', dibe ku rewş cuda bûya. Dikarîbûn bigotina 'em têkiliyên xwe dibirin, hêza xwe ji vir derxînin'. Ev nekirin. Bi MÎT a Tirk re hevkarî kirin û bi planeke zexel li komkujiya Hewlêrê komkujî kirin. Yên ku bi vê nizanin, dibe ku nikaribin rewşa li Şengalê baş fêhm bikin. Lê belê bûyerên li Şengalê qewimîn, ne xerîb in. Xiyanet heman xiyanet e."

CENAZE LI BINÊ RÊYEKÊ BINAX KIRIN

Gerîlayên wê rojê ji aliyê PDK'ê ve hatin kuştin, goreke xwe jî nîne. Nayê zanîn bê li ku ne. Lê belê rastiyek heye; yên wê rojê tên qetilkirin bi rengekî komî tên binaxkirin û li ser wan jî rê tê çêkirin. Piştî demekê, gava têkilî di navbera PDK û PKK'ê de ji nû ve çêbûn, ev cenaze tên xwestin, lê PDK dîsa jî nade.

"Me piştre bihîst. Hinek pêşmergeyan gotin; ew heval bi rengekî komî li cihekî binax kirin û li ser wan jî rê çêkirin. Hevalên me xistine binê rêyek li Hewlêrê. Divê PDK vê eşkere bike. Divê cenazeyên hevalên me bide. Divê bûyerên di wê rojê de qewimîn, eşkere bike. Yê ku divê beriya her kesî vê bike jî Barzanî bi xwe ye."