Sala 20’an a îxaneta Hewlêrê – 1

PDK’ê 16’ê Gulana 1997’an mezintirîn îxaneta dîrokê di xwe de civand û Komkujiya Hewlêrê pêk anî. Şahida komkujiyê Rotînda Engîn behsa wan rojan kir.

Ji bo Kurdan 16’ê Gulana 1997’an ew dîrok e ku rûpeleke dî jî ya reş a îxanetê lê zêde bûye. Cih Hêwlêr, Başûrê Kurdistanê. Kiryar jî damarê îxanetê yê ku efendiyê wan ê Tirk serê wan firinkandî û li Kurdan raselitandî. Ew damar PDK ye ku hê jî yek mû ji xwe nedaniye ku 14’ê Gulana 1997’an bi qasî ku tevlî ‘operasyona dersînor’ a bi navê ‘Balyoz’ a dewleta Tirk bibe, hatiye xistin. Ya ku hatî jyîn rewşa berbiçavbûna hevkariyê ye ku dema ku ber bi îxanetê ve diçe hemû norman betal dike. Îxanet ripîrût bû. Li  Hewlêrê, bi ser de jî li nexweşxaneyê û di saziyên Kurdan de, hemî jî zarên Kurdan ên birîndar. Bêyî ku bikeve dudiliyekê şebekeya îxanetê bi ser de girt, Nêzî 100 gerîla (sed mirov, sed Kurd, sen gerîlayên ku jiyana xwe ji bo gel dane) şehîd xistin. PDK hemû îxaneta dîrokê wê rojê vereşiya. Cenazeyên hin şehîdan li naverasta kuçeyan hate nîşandan, cenazeyên dî jî bi komî veşartin û qîr bi ser wan de hate kirin. PDK ne bi tenê bû. Li cem wan endamên MÎT’ê hebûn. Jixwe yek ji wan hatiye xelatkirin ku were ser Eniya Tirkmen, zîrektiya xwe nîşan daye û berdêla wê jî bi jiyana xwe daye.

‘’Min qet bîr nedibir ku îxanet wê ev qasî ji esl û feslê bikeve. Qet min fêhm nedikir yên ku ev kirin Kurd bin’’ Rotînda Engîn, xwediyê van gotinan ji ANF’ê re axivî. Bi vegotina Rotînda Engîn Komkujiya Hewlêrê ya 16’ê Gulana 1997’an..

ERD Û EZMÊN FEDÎ KIRIYE

"Bi carekê re bi hezaran ber û gule bi ser me de hatin. Bi sedan PDK’yî dor li  me girtibûn. Ev cara pêşî bû ku me îxanet ev qasî kûr didît. Çavên tije hêrs ên li me dinerin û guleyên ku mirin bi xwe re dianîn, me bawer nedikir ku yên Kurdan bin.  Mixabin rast bû. Ên ku ji xwe re Kurd digotin li ser hesabê dijmin hewl didan ku xwîşk û birayên xwe bigurînin.

Wê rojê erd û ezman wê ji xwe şerm kiribe. Hewlêr wê şerm kiribe. Îxanet weke benekî xwe pêçaya li stûyê hinan. Heke mirov cilika bênamûsiyê kişandibe ser xwe, êdî dikare her tiştî bike.

Dema ku êrîş dest pê dike hevala Hêvîdar deriyan qufle dike û diçe terasê. Li wir bi saetan bi tena serê xwe li ber xwe dide. Piştre birîndar dibe. Dixwaz bombeya destan bi xwe de biteqîne. Naxwaze bikeve nav destê îxanetkaran. Bombeya destan dûr û birîna wê jî giran e. Hêzên PDK’ê xwe li deriyê terasê yê nexweşxaneyê dixin, bi halê birîndar wê ji qata sêyan davêjin. Piştre cenazeyê wê yê tazî 4 rojan li naverasta kolanê teşhîr dikin."

ZEMANEKÎ ÇAWA BÛ

Rotînda Engîn beriya komkujiyê tenê bi çend saetan ji wir derdikeve. Lê beriya bi rojan bi bedana xwe ya birîndar rast îli zextan, li kirinên dij mirovî tê, dibe şahidê tiştên ku bi hevalên wê dikirin. Engîn ji dema niha li beriya komkujiyê dinere û dibêje:

"Artêşa Tirk 14’ê Gulana 1997’an li Hewlêrê li dijî hêzên PKK’ê yên Başûrê Kurdistanê êrîşek da destpêkirin. Beriya wê PDK’ê jî zexta li ser qedroyên PKK’ê ya yên li Hewlêrê, ku di destûra wê de bû, zêde kir. 16’ê Gulanê komkujî kir. Êrîş û komkujî zemîna konsepteke hevkar bûn. Ez wê demê nû bûm, gerîlayeke 4 salî bûm. Min bîr nedibir ku îxanet were vê astê."

A rast têkiliyên PKK û PDK’ê baş bûn. Bi ser de hatibû wê astê ku PKK’ê li Hewlêrê saziyên xwe yên fermî vedikirin, gerîla bi unîformayên xwe, bi çekên xwe li nav bajêr digeriyan. Rotîn Engîn bi berdewamî:

‘BI DESTÛRA PDK’Ê LI WIR BÛN’

"Li Hewlêrê gelek hevalên me yên birîndar û gazî hebûn. Li Hewlêrê navenda me ya çandê, Cerîdeî Welat, nexweşxane, bûroya me ya rêxistinê hebû. Me plana wê dikir ku em bûroya tevgara jinê YAJK’ê vekin. Li nexweşxaneyê nêzî 50 hevalên me hebûn. Hemû jî birîndar bûn. Hevalên me yên birîndar bi peymana bi PDK’ê re hatibûne wir. Hevalan bi destûrê tedawiya xwe dikirin. Ji Qendîl, Zap û Heftanînê bi wesayitên xwe yên fermî me dikarîbû biçin û bên."

PIRS ZÊDE DIBIN

Lê îxaneta ku piştî têkiliyên gemarî yên bi dewleta Tirk re weke xeyûlayekê li kuçeyên Hewlêrê li li nêçîra PKK’ê digere. Têkiliyên heta wê demê hinekî baş bûn, ber bi êrîşa dersînor ve bi rengekî ku were dîtin xirab dibûn. Kirinên PDK’ê yên li ser qedroyên PKK’ê yên birîndar dikir ku hin pirs çêbibin. Rotînda Enîn dibêje, ‘’beriya komkujiyê hin tişt çêbûn’’ û wiha didome:

Beriya operasyonê bi 2 heftiyan hin hevalên birîndar hatibûn. Dema ku em diçûne nexweşxaneyê ji bo tedawîbûnê, nêzîkatiya PDK’ê bi qasî ku were dîtin guherîbû. Mînak hevaleke bi navê Besta wê ji bêvila xwe emeliyat bibûya. Bêyî ku narkozê bidin emeliyat dikirin. Dema ku hevalan mudahele dikirin, digotin, ‘’Dibêjin jinên PKK’yî berxwedêr in, ka em binerin hûn çi qasî berxwedêr in’’ Heval Rûmet jî bê narqoz emeliyat kiribûn. Hevalê Ciwan birîna wî giran bû. Du çavê wî çûbûn û destê wî qut bûbûn. Derman kiribûn nav serûmê û dixwestin ku bikujin. Lê wê demê jineke ku refeqatiya hinan dikir rewşê dibîne û destûrê nade. Dema ku em çûne nexweşxaneyê jinê rewş ji me re got. Got, ‘’PDK’yiyan xwestin ku hevalê we bikujin.’’ Jinê got, ‘’Me mudahele kir nehişt, lê dibe ku dîsa bikin, bila haya we jê hebe."

ENDAMÊN MÎT'Ê DIGERIYAN

Îxanet ku mejî û dil radest digire, qadeke berfireh lê vedibe ku ji hemû nirxan bêpar maye. Êdî dest li kûdera wê bide di dest te de dimîne. Kirdebûna xwe, hebûna xwe deyndarî vê ye. Heke fersendê bibîne, bê dudiliyekê dikare xwîşk û birayên xwe bigurîne.

Rotînda Engîn birîndar e, hatiye ku tedawî bibe. Berdewam dike: "Doktoran gotin em ê ji mêjiyê hestî parçeyekî bistînin. Li nexweşxane hin kes bi Tirkî dipeyivin. Bi îhtîmaleke mezin endamên MÎT’ê bûn. Vî tiştî bala min kişand. Beriya niha me qet ev tîp nedîtibûn. Beriya operasyona 14’ê Gulanê bi du heftiyan li nexweşxane tevgerek çêbûbû. Hijmara kesên ku bi Tirkî dipeyivin têra xwe zêde bûbûn. Yekîneyên kontra hebûn ku MÎT’ê ew birêxistin kiribûn.

ME FÊHM KIR KU DIXWAZIN KU BIKUJIN

Li nexweşxaneyê yek hat bi  min re axivî. Min ji hevalan re got, 'Ez ji van ditirsim, ev dikarin tiştinan bikin'. Hevalan jî got, 'nikarin tiştekî bikin', li ser vê gotinê bêhna min hate ber min. Piştre du hevalên ku bi min re hatin (yek ji van Dr. Serhat bû, di Komkujiya Hewlêrê de şehîd bû) bi zorê ji nexweşxaneyê derxistin û derziyeke giran li min dan. Ji bo ku derziyê li min nedin min pir li ber xwe da, lê min bi wan nikarîbû. Piştî ku derzî li min dan kef bi devê min ket. Hê min fêhm nekirî bê ka çi bûye derziyeke dî li min dan û hema di cihê xwe de bêhiş ketim. Êdî min nikarîbû helwestê nîşan bidim. Hemû refleksa min ji dest çûbû.

Piştî bi 45 deqeyan bang li hevalan kirin û gotin, ‘’werin hevala xwe bibin’’ Em derketin lê me nizanîbû çi derzî l imin dane. Min rewş ji hevalan re got. Pêşî bê narkoz hevala me emeliyat kirin, piştre xwestin ku heval Ciwan bikujin û niha jî bi derziyê xwestin ku min bikujin. Êdî pir vekirî ye ku dixwazin me bikujin.

Beriya komkujiyê bi 4-5 rojan bû. Rojekê dema ku ji bo ku şimikê bikim piyê xwe min xwe tewand, êdî min nikarîbû xwe rast bikim. Lîfê û demarên newqa min bi bandora derziyê pûç bûbûn. Hevalan bi  lezginî ez rakirim acîlê. Doktor got, tiştin hatine kirin, ev ne rewşeke normal e. Em çûne doktorekî dî. Wî jî got, rewşeke rizîbûnê ye ku pir zû berbelav dibe û got, zû divê wê bibin Bexdayê. Doktor got ev bi mebesta kuştinê hatiye kirin û vekirî ev got. Hevalan ji bo ku min bibin Bexdayê dest bi amadekariyan kirin lê beriya komkujiyê bi demeke nêz bû, ez neçûm. Wiha mam."

KOMKUJÎ GAV BI GAV TÊ

Îxanet rûyê xwe hişkere nîşan dide. Komkujî gav bi gav tê. Rotîn Engîn ku beriya komkujiyê bi 2 rojan ji mecbûrî emeliyat bûyî, bi bîr dixe, piştî ku li Hewlêrê tevgera MÎT’ê zêde bûye, li hemû saziyan wan dest bi nobetgirtinê kiriye û wiha didomîne: 

"Tişta ku bi qadroyên me dihate kirin, helwesta PDK’ê, nêzîkatiya wê, her wiha zêdebûna hijmara sîxûrên MÎT’ê yên li Hewlêrê ji Rêbertî re hate gotin. Rêbertî jî gotibû, ‘’piraniya hevalan derxînn. Tenê hevalên ku rewşa wan pir giran e dikarin bimînin.’’ Rêbertî gotibû, ‘’li wir zemîna rêxistinbûyinê ava bûye, yekîneyeke biçûk bila bimîne. Hevalên din bila ji wê qadê vekişin.’’ Hevalan ev rewş ji me re gotin. Lê rewş êdî giran dibû. Gel jî ev didît. Beriya komkujiyê bi çend rojan hin dayin dihatin cem me. Yek ji wan jî dayika pêşmergeyekî bû. Dayik bi girî kete hundir û got, ‘’ji vir biçin, wê we hemûyan bikujin, kurê min dibêje wê PKK’yiyan bikujin, ji bo vê haziriyan dikin’’ Dayik pir giriya. Dilê ranake, ez dexîlê we me ji vir derkevin. Me bêhna dayikê fireh kir."

KEMÎNA TIRK DATÎNIN

PDK di ti hevdîtina bi rayedarên PKK’ê re negot, "ji Hewlêrê derkevin" Ev hemû pirs, tiştên ku têne kirin têne ragihandin lê  PDK bibiryar e ku kemîna Tirk pêk bîne. Rotînda Engîn çûn û hatinan, hevdîtinan bi bîr dixe:

"Heval hev dibînin û nîqaş dikin. Ew dibêjin tiştekî cidî nîn e. Piştî ku rageşî zêde bû li ser rewşê me pir nîqaş kir. Hevalên ku diçûne hevdîtinan jî careke dî ji PDK’ê re digotin çima wiha dibe. Lê înkar dikirin. Mînak ji me re negotin saziyên xwe bigirin û biçin, bi vî rengî hişyarî nedane me. Berevajî vê, wê demê me yê buroya YAJK’’ê vekira. Ji bo vê me cihek jî standibû. Wê demê li Hewlêrê em bi cil û bergên xwe yên leşkerî, bi çeka xwe digeriyan. Ti hevalê me cilên sivîl li xwe nedikirin. Em bi peymana ku me danî bi nasnameya xwe ya PKK’ê li wir bûn. Tedawiya hevalên birîndar jî, vekirina saziyan jî fermî bû. Me ev rewş ji bo yekîtiya Kurdan, ji bo hevkariyê pir erênî didît.

Beriya niha jî şerê 92-95’an hebû hûn pê dizanin. Li gel vê jî bêhna gel derketibû û pêwendiyeke mezin a gel ji bo me hebû. Pêşmerge jî wiha pir nêzî me dibûn. Ji bo vê jî em li benda tiştekî wiha bûn. Dema ku helwest hişk bû me ti wate nedayê. Lê niha dema ku dinerim, li zer zemîna têkiliyên qirêj ên bi dewleta Tirk re, her tişt berevajî dibû, ev bi zelalî tê dîtin. PDK li Hewlêrê qadroyên PKK’ê kire qurbana dewleta Tirk, pêşkêşî dewleta Tirk kir."