Sala 20’an a Îxaneta Hewlêrê – 2

Rotînda Engîn bi berdewamî şahidiya xwe ya li ser hevkariyê ku ber bi îxanetê ve diçe çawa hemû norman betal dike û berbiçav dibe, vedibêje...

Şahida îxaneta PDK’ê ya Hewlêrê ya 16’ê Gulana 1997’an, gerîlaya ku wê demê birîndar bû Rotînda Engîn behsa roja komkujiyê dike ku nêzî 100 gerîlayên PKK’ê yên birîndar hatibûn kuştin.

‘’Ya ku kezeba me ji qehra reş dikir ew bû ku me nikarîbû em tiştekî bikin..’’

PDK ya ku 14’ê Gulana 1997’an tevlî operasyona ‘dersînor’ a bi navê ‘Balyoz’ê bûyî, nêzî 100 gerîlayên PKK’ê qetil kir. Şahida komkujiyê gerîla Rotînda Engîn tiştên ku wan rojan bûyîn vedibêje.

PKK û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya operasyona 14’êGulanê, bi hişkbûna helwesta PDK’ê re îxanet û komkujiya pêkan dîtin, hişyarî dan ku tevdîr werin girtin. Ji ber ku îxanet ku ta bi ta dihate rêsîn, dema ku fersend bi dest ve anî wê dezgeha xwe deyne û yên ku jê re dibêje ‘’xwîşk û bira’ jî bigurîne.

 ‘Ragêşiyên beriya operasyona 14’ê Gukanê û piştî wê komployên ku dikarin hevalên me jî bikujin fikarên kûr çêdikirin. Rêveberiya Qadê talîmatên ku ji Rêbertî û Biryargeha Navendî hatin di civînekê de nirxandin. Encamên civînê ji hevalên avaniyê re hatin şandin. Li gorî vê jî hevalên ku birîna wan giran bû û yên nexweş bêyî ku werin mexdûrkirin wê ji Hewlêrê bihatana derxistin.

Her çend sedema êrîşa PDK’ê xeta wê ya hevkar a dîrokî û xeta îxanetê jî be, sedema dî jî ew bû ku gelê Başûrê Kurdistanê bir ser PKK’ê de pir meyldar dibû.

‘’Her ku PDK’ê êrîş bi ser me de dianî, sempatiya li  PKK’ê jî zêdetir dibû. Hişkere îxanetek dikirin. Lê dema ku gel bi çavê serê xwe ev dît, ber bi refên PKK’ê ve dihatin. Tevlêbûna ciwanan zêdetir dibû.

A rast, rastiya  ku PDK ditirsand sempatiya li PKK’ê û tevlêbûna ciwanan a li eniyên gerîla bû. Her roj bi sedan kes serî li saziyên me didan. Lê PDK jî xwe vala nedihişt. Ji bo pêşî lê meyla li PKK’ê bigirin komployên bi bêbextî diedilandin. Hingî her tişt wiha hişkere dikirin, ên ku dihatin seriyek didana me, ji bo ku  tevdîran bistînin hişyarî li me dikirin.

Saziyên me li nav bajêr bûn. Her kêlî dibû ku êrîş bi ser me de bianîna. Ji bo vê jî li hemû saziyan nobeta bi çekê hate girtin. Ev çekên me jî ne veşatî bûn. Beriya wê demê jî bi PDK’ê re peyman hatibû danîn ku em ê bi çekên xwe li Hewlêrê bin. Ji bo ku em bi çekê xwe digeriyan, bi vî rengî hatibûn tedawiyê, li saziyên xwe jî bi çekê me dest bi nobetê kir. Jixwe di pîrozbahiyên 8’ê Adarê û Newrozê de jî ewlehiya xwe me bi xwe standibû. Me ji PDK’ê re jî ragihand ku em ê ewlehiya saziyên xwe bigirin.

 ‘DIVÊ CAREKE DÎ ÎXANET LI HEWLÊRÊ NEYÊ KIRIN’

Her çendî zilamê ku hawraniyê reş li ser milan li ba dikir û nêz dibû jî qadroyên PKK’ê, li gel ku îxaneta PDK’ê dîtibin jî nedixwestin ku gelê Hewlêrê tenê bihêlin. Bi rojan nîqaş hatin kirin bê ka dev ji Hewlêrê biqerin an na. Li gel ku birîna wan giran bû jî kesî nedixwest ku Hewlêrê bi dest şebekeyên îxanetê ve bihêlin.’’

Her çendî semseletên talokeyê beloq xuya dikirin jî hevalên me bi moral û coş bûn. Perspektîfa Rêbertî ku digot divê li Hewlêrê xwedî derkevin ji bo her kesî bûbû coşî û moral. Mînak hevalan digotin, ‘’Gelê Başûr gelek caran îxanet lê bûye, her cara ku êrîş li ser gelê Başûr bûye, PDK an jî YNK vekişiyaye. Her wiha dîsa vî gelî di şerê navxweyî yê PDK-YNK’ê de gelek ziyan dîtiye.’’ Ji bo vê jî Rêbertî digot, ‘’Divê li Başûr rêxistinî çêbibe, li li gel xwedî derkeve û hêviya gel careke dî neyê şikandin, di dawiyê de şehîdbûn jî hebe, divê PKK heta dawiyê li gel xwedî derkeve û hêviya gel neşkîne.’’ Hemû heval jî qanihkirî bûn ku vî tiştî bikin. Ji bo vê jî, li gel şertên dijwar û zextan jî kesî nedixswest ku ji bajêr derkeve. PDK jî ti hişyariya ku divê em ji bajêr derkevin nedabû. Her kesî digot, dibe ku dewleta Tirk êrîşê bîne lê divê em xwe biparêzin. Me dixwest ku nîşanî vî gelî bidin ku bi berxwedanê, ku hewce be bi berdêldayinê mirov dikare azadiyê bi dest ve bîne. Me hemûyan hesab dikir ku bi berxwedanê mesaj bidin gel.’’

LI DIJÎ ÎXANETÊ ZÎLANBÛYIN

Careke dî jî dengê gavên îxanetê dihate bihîstin. Lê li dijî her îxanetê helwesteke rûmetdar jî hewce ye.

‘’Wê rojê hin hevalan hîs kiribû dibe ku wê êrîşê bînin. Heval Hêlîn û Heval Hêvîdar tam wê sibehê ev hîsa xwe ji me re vegotibûn. Wê demê berpirsê Hewlêrê Heval Salih û Heval Hêlîn bûn. Heval Salih ji Hîlwanê bû. Çend birayên wî li nav refên têkoşînê bûn. Heval Hêlîn jî bi du birayê xwe re li nav refên rêxistinê bû. Heval Hêlîn berpirsa giştî ya Hewlêrê bû, xwîşka wê Berbang jî berpirsa me ya nexweşxaneyê bû.

Ez dixwazim hîsên ku hevala Hêlîn berbanga komkujiyê bi me re par ve kirî, par ve bikim. Heval Hêlîn dema ku berê sibehê hatî nexweşxaneyê got, ‘’Îro dema ku ez hatim hîsên seyr bi min re çêbûn. Weke ku îro Hewlêr wê birûxe û rola min jî wê bi dawî bibe.’’ Hevala Hêlîn ev hîsên xwe tam jî berê sibehê yê komkujiyê bi me re par ve kir. Dema ku heval Hêlîn wiha gotî heval Berbang jî got, ‘’Xwîşkê, tu çima wiha dipeyivî? Bi axaftina bi vî rengî tu bi hevalan re fikaran çêdikî’’ û pê de xeyidî.

Heval Hêvîdar hebû. Ew jî di komkujiya nexweşxaneyê de şehîd bû. Wê jî wê rojê digot, ew tim dixwaze pêngaveke weke ya Zîlan pêk bîne û digot, ‘’Ez li vê Hewlêrê dixwazim pêngaveke çalakiyê ya weke heval Zîlan pêk bînim. Ez dixwazim bibim Zîlan û wek ku ev fersenda dîrokî hatiye ber lingê min.’’

Hevala Hêvîdar ji apandîsta xwe emeliyat bûbû. Birîna wê ne wiha giran bû. Belkî jî yek ji wan hevalan bû ku wê beriya her kesî ji Hewlêrê derbiketa. Lê wê rojê, bi rikdarî behsa Zîlanbûnê dikir. Heval Hêlîn piştî ku hîsên xwe par ve kirin, wê jî got, ‘’Wekî ku wê li Hewlêrê rola me bi dawî bibe, naxwe em ê jî weke Zîlan biqedînin.

Îxanetê, xeleka îxanetê ew çend berteng kiribû, wiha vekirî digot ez têm, hemû hevalan tiştên ku wê bibin hîs dikirin. Helbet dema ku wiha diaxivîn heval Berbang dixeyidî. Li heval Hêvîdar zîvirî û gotiyê, ‘’Tu yê tedawî bibî û biçî’’ Heval Hêvîdar jî ‘’na, ez ê bimînim, min jiyana xwe nivîsî û hatim. Ji zaroktiya xwe ta bi niha min hemû jiyana xwe nivîsî û da arşîvê, ez wiha hatim’’

Her wiha Şîlan hebû. Heval Şîlan Kobanê, 9’ê Mijdara 2004’an li Mûsilê şehîd bû. Heval Şîlan jî digot bajar dijwar in, li van deran berxwedan cudaye. 14’ê Gulanê ji Hewlêrê çûne Şaqlawayê, malekê. Em ê jî ji Hewlêrê biçûna cem wan, ji malê ew bistanda û biçûna çiyan.’’

ÎXANET DI KEMÎNÊ DE YE

PDK peymanên ku berê bi PKK’ê re danî tine dihesibîne. Ji bo vê jî wesayitên ku hatibûn birîndaran bibin asteng dike. Hewlêr hema hema tê dorpêçkirin, bi tememî tê astengkirin ku wesayitên PKK’ê têkevin bajêr.

‘’14’ê Gulanê operasyonê dest pê kiribû. 15’ê Gulanê ji Heftanîn û Metîna wê wesayit bihatana û heval bibirana. Jixwe çûnûhatina me ya li Hewlêrê ne wiha bi dizîka ve bû, bi resmî em diçûn û dihatin. Lê vê carê nehiştin ku werin.’’

Ji ber ku dewleta Tirk li dijî Qadên Parastinê yên Medyayê operasyona dersînor dabû destpêkirin. PDK jî di vê operasyonê de bi dewleta Tirk re bû. Kirinan nîşan dide ku têkilî qut bûbûn. Têkilî li hêlekê, êdî em li bendê bûn ku êrîşê bi ser saziyên me de jî bînin. Di vê rewşê de ji bilî çend hevalên li nexweşxanê me hemû heval li malan belav kirin. Beriya ku em hevalan li malan belav bikin jî gelek kes hatin cem me da ku hevalên me li malên wan bimînin. Ango gel bixwe ji me ev tişt dixwest.

Dawiyê ji nexweşxaneyê 43 heval, ji saziyên din jî heval bi piranî me şandin malan. Em du jin û du hevalên mêr li nexweşxaneyê man. Piştî ku hevalên din jî çûn, em jî ji bo ewlehiyê çûne qata jor a nexweşxaneyê. Me hemû derî asê kirin. Ji ber ku, piştî ku operasyona 14’ê Gulanê dest pê kirî, em jî li bendê bûn ku li dijî me êrîş çêbibin. Me xwarina xwe jî bire qata jor.

Li qada jor hem çûne mezeleke ku derdorê baş dibîne. Di nav me de tenê hevalê Zagros dikaribû bimeşe. Ango di êrîşeke pêkan de tenê wî dikarîbû me biparêze. Em her 5 jî bi giranî birîndar bûn. Ji bo ku em hêsîr nekevin tişta ku me dikarîbû bike ew bû ku em bombeyan bi xwe de biteqînin. Ji bo vê jî her yek ji me bombeyek da rex xwe. Tişta ku me dikarîbû ev bû û me ev kir.’’

‘ÎXANET Û AZADÎ ŞERÊ HEV DIKIN’

Heke têkildarî we, wê dîrokeke jêneger were jiyîn, ev ê li ser tercîhên me were nivîsîn. Û a rast dîroka xwe, di dema jiyanê de hûn jiyane. Pênaseyên derbarê we, we diyar kirine. ÎXANET û AZADÎ her çendî ji hev dûr bin jî bi qasî mûyekî ji hev vediqetin, yê ku yek ji van têgehan bîne serê navê we jî ji we pê ve ne kesekî dî ye.

 ‘’Di vê rewşê de ku her tişt ber bi pêkhatina teqez ve diçû, di navbeyna Davût Bagistanî û hevalan de hevdîtin dibûn. Ne şaş bim wê demê di Neteweyên Yekbûyî de dixebitî. Di van hevdîtinan de, bi kêmanî ji bo hevalên birîna wan giran e ji Hewlêrê werin derxistin daxwaz dihate kirin ku rê werin vekirin.

Wê rojê jî dema ku heval çûne hevdîtinê em 6 heval li nexweşxaneyê man. Hevalê Zagros jî qet ranediza. Tim ji pencereyê li derve dinerî, tiştên ku dibûn dişopand. Carinan digot, tîpên kontra digerin, tevgera panzêr û tangan heye. Bi vî rengî bêyî ku em deqeyekê jî razin em li bendê man. Pir baş bi bîra min tê, wê rojê jî, tam weke îro, ji êrîşên dewleta Tirk zêdetir me nîqaş dikir bê ka çima PDK ev çend di îxanetê de ye, me hewl dida ku vê îxanetê fêhm bikin.

Me operasyonên Başûr ên 92-95’an jî dîtibû. Lê cara pêşî bû ku me îxanet ev çend nêzî xwe didît. Zindî, gav bi gav me şahidî jê re dikir. Li hêlekê nêzîkatiya gel, xwedîderketina gel, lê li hêla dî jî, îxaneta PDK’ê, Barzaniyan. Me nedikarî herdu geşedanan li mêzînekê deynin. Me bixwesta jî her du li heman mêzînê nedisekinîn.

Lê tiştên ku dihatin jiyîn rastî bûn. Em 6 hevaln bi birandiriya xwe ya giran, bi bombeyên destê xwe, ji bo ku nekevin destê îxanetkaran li bendê bûn. Me hewl dida ku texmîn bikin em di destê wan de bibin hêsîr wê çi bikin. Hevalên jin em du kes bûn. Em herdu jî bi giranî birîndar bûn. Me nikarîbû ji cihê xwe jî xwe tev bilebitînin. Tekana tişta ku me bikirana ew bû ku em bombeyên ku me di kefa destê xwe jidandî bi xwe de biteqînin. Tenê hevalê Zagros dikarîbû şer bikira. Lê wî jî bi tena serê xwe heta deverekê dikarîbû li ber xwe bidaya. Ya ku em kezebreşî dikirin ne birîndarbûna me ya bi giranî, ne êşa ji bîrîna me dihat. Ya ku ji qehra em kezebreşî dikirin, îxaneta PDK’ê bû û ya ku li dijî vê îxanetê mirov nedikarî tiştekî bike.

JI BO DÎROK RASTIYÊ BININVÎSÎNE..

Her ku xeleka îxanetê berteng dibû, 6 heval, 6 hevrê disêwirînin ku tiştên piştî wan derxînin derveyî wê xelekê. Dixwazin ku dîrok wan rast binivisîne. Ji bo vê jî ne tenê tiştên ku wê bijîn, haziriya tiştên piştî xwe jî dikin.

‘’Piştî ku me hazirî û tevgera li derve dît, me got, teqez em nikarin ji vir bi saxî bifilitin. Ne diyar e, ku yek ji me bi saxî bifilite, me qewitî li hev kir ku tiştên hatin jiyîn, tiştên ku wê werin jiyîn bigihînin derve. Ji bo vê jî, bi dibêtiya ku yek ji me sax bifilite me bîranînên xwe ji hev re digotin. Bi bîra min tê, heval Hêvîdar di qewîtiyeke xwe de gotibû, ‘’ Di arşîva Zapê de çîrokeke min a 17 rûpelan heye. Ez di malbatê de ya herî kiçik im. Heke ez şehîd bibim û tu bijî wê çîrokê teqez bigihîne dê û bavê min. Wan pêşketina min watedar kirin. Tevlêbûna min pir tesîr li wan kir. Ji bo vê jî, wê arşîva min, mînakeke ji wê nivîsa min bigihîne malbata min. Û me digot, tiştên ku em li wir dijîn, heke ji me hinek sax bifilitin teqez divê vebêjin. ‘’

Moralê hevalê Zagros pir baş bû. Moral dida me hemûyan. Xwarin çêdikir. Digot wê navê me were hildan û em ê têkevin mêjûyê. Hevalên din çûne cem malbatan, belkî tiştek bi wan neyê, ew xilas bibin, lê em ê bi berxwedana xwe têkevin mêjûyê. Ev rûmeteke mezin e, ev lehengî ye. Heta ku ji dest dihat motîve dikir. Hevalekî wiha bû ku bi ken mirin pêşwazî dikir. Lê ji hêlekê ve gelek hêrs dibû li dijî îxanetê. Li hêlekê henek dikirin û li hêla dî jî moral dida lê ji aliyekî ve jî li dijî îxaneta PDK’ê pir hêrs dibû. Digot, bi çekên me, bi rextên me, yê ku destûr da ku em li vir bimînin ew bûn, em bi dizî nehatine vir, naxwe çi dixwazin?’’

Êdî teqez em pê bawer in ku wê êrîş bibe, em li bendê ne ku êrîşê bînin. Piştî ku heval çûn û bû derengê şevê, em li bendê bûn ku wê kêliyê êrîşê bînin. Jixwe gotinên heval Zagros ku tevgera derve dişopand jî ev nîşan dida. Em wê şevê deqeyekê jî ranezan. Bi şev êrîş neanîn. Berê sibehê xeweke giran kete ser çavê me. Em hemû pêlekê razan lê hevalê Zagros ne bi roj û ne jî bi şev raneza. Em hemû emanetên wî bûbûn. Wek ku deqeyekê raze wê her tişt bibe û wê peywira xwe ya parastina me bi cih neanîbe. Ji bo vê jî, her çendî pir bê xew û westiyayî jî bû raneza.’’

Sibe: Li Hewlêrê şeva îxanetê..