SADAT li Wanê li ser kar e

SADAT ku weke JÎTEM a AKP'ê tê naskirin, li Wanê di bi navê saziyên sivîl ên civakî de kar dike. SADAT ku 6 sal in çalakî û xwepêşandanên li Wanê bi destê Walî dide qedexekirin, ji aliyê ÎŞGEM a AKP'ê ve tê fînansekirin.

SADAT ku bi piştgiriya xwe ya ji bo çeteyên DAÎŞ û El Qaîdeyê tê naskirin, demên dawî li Tirkiyeyê karên xwe zêde kir. Ev hêza paramîlîter a li derveyî qanûnan ku bi budçeya Serokkomariyê tê fînansekirin, di dema ragihandina xwerêveberiyê de ya li bajarên Kurdan, ji bo tepisandina têkoşîna rewa ya Kurdan, keriyê çeteyên xwe yên Çeçen ên li nava DAÎŞ'ê li Sûr, Cizîr û Nisêbînê bi kar anî û bi hezaran kes qetil kir.

NAVÊ DIN Ê SADATÊ, PLATFORMA FIKRÎ YA WANÊ

Li Wanê ku ji aliyê walîtiyê ve hezar û 900 roj in çalakî û xwepêşandan qedexe ne, bi navê 'Platforma Fikrî ya Wanê' bi rêxistineke civakî ya sivîl a paravan kar dike. Ji bilî vê, Komeleya Kardelen a Jinê ya Wanê jî yek ji wan komeleyan e ku karên SADAT'ê dimeşîne.

Fînansorê herî mezin ê SADAT'ê yê li Wanê Navenda Pêşvebirinê û Kar (ÎŞGEM) a ser bi hikumetê ve ye. Bi rêya ÎŞGEM'ê çavkaniyên mezin ên madî têne peydakirin û bi hêsanî propaganda tê kirin.

PIŞTGIRIYA TURGAVÊ YA JI BO SADATÊ

SADAT li Wanê bi navê 'Îniyatîfa Piştevaniya Sivîl a Wanê' jî tevdigere. Ev rêxistinî ji 54 komeleyan pêk tê; fînansmana wê jî ji aliyê TURGAV'ê ve tê kirin. Mehmet Emîn Akan ku Serokê Însiyatîfa Piştevaniya Sivîl a Wanê ye û endamên din ên vê rêxistiniyê timî serdana waliyan dikin û di mijara karên divê bêne kirin de hişyariyan didin.

SERKÊŞÊ SADATÊ, RÊVEBERÊ AKP'Ê YÊ BAJÊR E

Kesê ku karên SADAT'ê yên li Wanê bi rê ve dibe, Rêveberê AKP'ê yê li bajarê Wanê Sînan Başak e. Başak ku Alîkarê Serokê AKP'ê yê ji Danasîn û Medyayê Berpirsyar e di heman demê de Alîkarê Serokê Platforma Fikrî ya Wanê ye. Başak di heman demê de endamê saziya bi navê Weqfa Perwerdeyê ya Anatolû ye. Herî dawî di dema gera CHP'ê ya li Wanê de li her devera bajêr wêneyên Serokwezîrê berê Adnan Menderes daliqan ku di darbeya 27'ê Gulanê de hate darvekirin. Her wiha bîlboardên 'Em ê Erdogan nedin' daliqand. Sînan Başak di heman demê de serokatî ji Platforma Fikrî ya Wanê re kir ku komeleya sergirtî ya SADAT'ê ye.

GELO SADAT QEDEXEYA ÇALAKÎ Û XWEPÊŞANDANAN DIXWAZE?

Li gorî agahiyan, qedexeya çalakî û xwepêşandanan a 6 salan a li Wanê bi bandora vê komê tê kirin. Rêxistiniya SADAT'ê ku li gorî xwe walî û qeyûman bi rê ve dibe, dixwaze ev qedexe dewam bike. SADAT bi vê rêyê kolanan li partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl re qedexe dike, ji bo rêxistinên ser bi xwe ve li kolanan tevbigere, zemînê amade dike.

FESTÎVALÊN KU NAXWAZIN BETAL DIKIN

Ev rêxistinî dest li konser û festîvalên li Wanê jî werdide. Festîvala ciwanan a destpêkê ku wê Îlona derbasbûyî li Wanê bihata lidarxistin ji aliyê SADAT'ê ve hate astengkirin. Van kesên ku wê demê xwe bi navê Tevgera Exlaqê bi rêxistin kirin, li qadên girseyî yên bajêr nivîsên provokatîf nivîsîn û kirin ku walîtî festîvalê betal bike. Dûvikên SADAT'ê yên li Wanê sala 2018'an ji bo jinan otobusên cuda xwest û ji bo kampanya 'Otobusên pembe' dest bi komkirina îmzeyan kirin, îmze pêşkêşî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê UKOME kirin, lê bel ê ji ber nerazîbûnê, şaredarî dest ji vî karî berda.

'KA EM BIÇIN SERDANA WALÎ'

Balkêş e ku ev rêxistinî li Wanê bi sê waliyên dawî re têkiliyeke xwe ya xurt hebû. Endamên SADAT'ê di nava 5 salên dawî de timî serdana waliyên Wanê Îbrahîm Taşyapan, Mûrat Zorlûoglû û M. Emîn Bîlmez kirin û li ser karên divê bêne kirin hişyarî dan. Balkêş e ku piştî van serdanan Waliyan her tiştên SADAT'ê dixwestin bi cih anîn.