Rûniştina roja yekem a şêwira yekîtiya netewî temam bû

Rûniştina roja yekem a şêwira yekîtiya netewî ya ji aliyê KNK’ê ve hate lidarxistin temam bû.

Rûniştina roja yekem a şêwira yekîtiya netewî ya ji aliyê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ve hate lidarxistin temam bû. Di roja yekem a şêwira bi beşdariya 350 nûnerên ji çar parçeyên Kurdistan, rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr-nivîskar, akademîsyen û rûspiyan pêk tê de, bi axaftin û projeyên yekîtiya netewî ya partiyên siyasî hatin pêşkêşkirin.

Piştî axaftina destpêkê ya KNK’ê û hilbijartina dîwanê û şûnde, rûniştina yekem a ku bi axaftinên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û rûspiyan dom kir, wê sibehê jî dewam bike.

Di rûniştina yekem de, Yekîtî Nîtîmanî Kurdistan (YNK), Tevgera Goran, Partiya Komela Îslamî, Partiya Yekgirtû Îslamî, Koma Civakên Kurdistan (KCK), Bizûtnewey Îslamî, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Komele Komunîstî Îran, Partiya Komunîstî Kurdistan, Partiya Demokratîk a Kurdên Sûriye, Partiya Çep a Kurdên Sûriye, Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Saziya Malbatên Şehîdan a Rojava, Rêxistinên Jinan li gel gelek rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û rûspî mafê axaftinê girtin û axivîn.

Tê payîn ku sibehê piştî rûniştinê û şûnde ji bo yekîtiya netewî û kongreya netewî nexşerêyek diyar bikin.