Rûniştina doza têkildarî kuştina Tahîr Elçî dest pê kir

Rûniştina destpêkê ya doza têkildarî kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî dest pê kir.

Rûniştina destpêkê ya doza têkildarî kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî dest pê kir, ku Elçî di 28’ê Mijdara 2015’an de li bin Minareya Çar Ling a Sûr a Amedê de hatibû qetilkirin. Di dozê de 3 polîs 4 bersûc tên darizandin. Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 10’emîn Amedê pêk tê.

Polîs F.T., S.T. û M.S. yên ne girtî tên darizandin ji sûcê “bûne sedema kuştina bi zanebûn û qestî” tên darizandin û ji 3 salan heta 9 salan cezayê girtîgehê ji wan re tê xwestin. Bersûcê firarî Ûgûr Yakişir hem ji kuştina Elçî û hem jî ji kuştina polîs Cengîz Erdûr û Ahmet Çiftaslan ên kêliyek beriya Elçî hatibûn kuştin tê darizandin û derbarê wî de 3 caran cezayê muebeta girankirî û 45 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. 
 
Beriya destpêkirina rûniştina dozê polîsan bi bendan derdora Edliya Amedê girtin. Li hundirê edliyê jî bi dehan polîs hatine bicihkirin. Gelek polîs jî li eywana rûniştinê tên sekinandin.

Malbata Elçî, Parlamenterên HDP’ê Hişyar Ozsoy, Necdet Îpekyuz, Dersim Dag, Mehmet Ruştu Tiryakî, parlamenterê serbixwe Ahmet Şik, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû, endama Delegasyona Yekîtiya Ewropayê ya Tirkiyê Sema Kiliçer, serokên baroyên Amed, Stenbol, Îzmîr, Mêrdîn,i Dîlok, Colemêrg, Edene, Êlih, Riha, Sêrt, Şirnex û parêzerên ji gelek bajaran hatine, parêzvanên mafê mirovan ji bo beşdarî danişînê bibin li edliyê kom bûn. 

Lê belê her kesî bernedan hundir. Bi endamên şandeya dadgehê re bi giştî 88 kes berdan hundir. Polîsên bersûcên dozê wê bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) beşdarî dozê bibin.