Rûniştina doza polîsên kujer li Cizîrê dewam dike

Rûniştina doza polîs Omer Yegît ku li Silopiyayê bi panzerê 2 zarokên birayê hev kuşt û amîrê wî, dewam dike. Destûr nehate dayin ku tevlî rûniştinê bibin.

Polîsê Tirk Omer Yegît roja 3'ê Gulana 2017'an li taxa Karşiyaka ya navçeya Silopiya ya Şirnexê bi panzerê li xaniyekî da û Mûhammed (7) û Fûrkan Yildirim (6) ku li hundirê xanî di xew de bûn kuşt. Rûniştina sêyemîn doza li dijî polîsê kujer Omer Yegît û amîrê wî Mûrat Maden ê ku ew wezîfedar kir, dest pê kir.

Polîsê kujer û amîrê wî di rûniştina destpêkê de hatibûn berdan. Rûniştina dozê li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê tê kirin.

Tevî bavê herdu zarokan Mesût Yildirim, parêzerên Baroyên Şirnex, Amed û Bûrsayê û Parlamentera Şirnexê ya HDP'yî Aycan Îrmez jî tevlî rûniştinê bûn.

Destûr nehate dayin ku rojnamevan bikevin hundirê salona rûniştinê û dozê bişopînin.