Rûniştina doza Leyla Guven pek hat

Rûniştina doza ku li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hate vekirin pêk hat. Şahid Evîndar Orûç wê bi zorê bînin dadgehê.

Têkildarî Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, ji ber daxuyaniyên xwe yên li dijî êrişên li ser Efrînê û karên xwe yên li nava KCD'ê bi îdîaya "Rêveberiya rêxistinê" doz hatibû vekirin. Rûniştina 11'emîn a dozê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Guven tevlî rûniştinê nebû.

Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran a ji bo bicihkirina îfadeya şahidan hemûyan li dosyayê, red kir.

Dadgehê biryar da ku şahid Evîndar Orûç bi zorê tevlî rûniştinê bê kirin.

Her wiha biryar da ku tevdîra kontrola edlî dewam bike û rûnişt ji bo 28'ê Cotmehê hate taloqkirin.