Rûken: Bi aqilê şer pirsgirêk çareser nabin

Endama Koordînasyona KJK’ê Zêrîn Rûken tevlî bernameya 'Rojeva Welat' a Stêrk TV bû û bûyerên ku di heremê de diqewimin bi berfirehî nirxand. 

Endama Koordînasyona KJK’ê Zêrîn Rûken; di destpêka axaftina xwe de got; bi aqilê şer pirsgirêk çareser nabin û wiha berdewam kir “Derdora 5 salan ti hevdîtin bi Rêber Apo re çênebûn. Piştî 5 salan di nav çend mehan de û çend caran hevdîtin çêbû. Rêber Apo dîsa ji bo çareseriya Rojhilata Navîn jî û ya çar parçeyên Kurdistan jî wê di kîjan de rolê xwe bilîze careke dîtir sekna xwe ya çareseriyê nîşan da û ev bi hevdîtinan diyar bû. Careke din Rêber Apo pozîsyona xwe nîşan da. Pir bi helwesteke eşkere, 7 madde bi raya giştî re par ve kir. Hîn jî pêwistî heye him Rojhilata Navîn û Tirkiye tevahî pêwîst e vegere li ser 7 madeyan. Ji ber ku Rêber Apo di wan 7 madeyan de çareseriya Rojhilata Navîn û çareseriya pirsgirêka Kurd bi rengekî aşkere û vekirî anî ziman. Lê belê di wan madeyan de çi hebû pêwîst e hîn zêdetir were nîqaşkirin. Divê di nav derdora çepgiran, sosyalîstan, feminîstan de hîn zêdetir were nîqaşkirin. Siyaseta demokratîk Rêber Apo careke din nîşan da. Got; rêya çareseriyê di siyaseta demokratîk de derbas dibe. Di wê derê de bal kişand ser aqilê dewletê pêwistî heye li ser siyaseta demokratîk, li ser pirsgirêka Kurd di vê astê de wê çawa bibe, Rêber Apo rêyeke pir vekirî nîşan da. Mixabin dewletê ev baş nenirxand û li ser nerawestiya. Dewletê bi şer bersiv da. Li çar parçeyên Kurdistanê dijminatiya Kurdan, qirkirin, şerê taybet, qirkirina jinê û tecrîd zêde kirin. Zêdetir di vê astê de bersiva Rêbertî dan û herî dawî jî bi dagirkirina şaredariyan çêbû.
Ji ber wê jî mirov dikare bibêje ev darbeya ku li ser şaredariyên HDP’ê hatin kirin, di 2’yê Tebaxê de careke din hevdîtinek çêbû bersiva dewleta Tirkiyeyê ji bo Rêber Apo şer bû. Ji dêvla ku bêje: Ez li ser siyaseta demokratîk rawestim û pirsgirêka Kurd de rol bilîzim, çû yê ku bi vîna gel hatine hilbijartin, dest danî ser peywira wan. Sedem ew e ku wek hevserokatî hate nîşandan wek ku pereyan ji Qendîlê re dişînin, lê belê tiştek bi vî rengî tune ye. Ji ber ku ew ê şer, dizî, komkujiya jinê rawestîne û wê şaredarî bi mejiyê jin û sekna wê û wekheviya wê û bi exlaqekî azad wê were birêvebirin. AKP’ê jî dijberiya vê yekê dike. Ji ber ku şaredariyên Tirkiyeyê piranî aniha di destê dewleta Tirkiyeyê de ye, di van hemiyan de jî dizî, birçîbûn, komkujiya jinan her roj heye. Tenê di meha Tebaxê de zêdetirî 40 jin hatin kuştin ev hemî bi politîkaya dewleta civakî tê kirin. Mirov vê yekê pir vekirî û zelal bêje, li hember vê yekê bêguman berxwedaneke mezin heye. Dewleta Tirkiyeyê mejiyê xwe winda kiriye. Heke dewletek mejiyê xwe winda kiribe rêvebirina xwe li ser esasê şer li ser piyan digire. 

ERDOGAN BI DARBEYA SIYASÎ WINDA KIR

Erdogan ne di nav partiya xwe de ne jî di Tirkiyeyê de ne bi hêz e. Erdogan bi êrîşkirina li ser şaredariyên HDP’ê hîn zêdetir winda kir. Mirov vê yekê vekirî dibîne ku piştgiriyeke zêde ji bo HDP’ê heye.

Bêguman êrîşa niha li ser HDP’ê bi qestî tê kirin. Niha HDP li Tirkiyeyê ji bo siyaseta demokratîk pêş bikeve hewildanên wan yê pir mezin hene. Ji bo ku şer raweste hewildanan dike, di heman demê de ji bo pirsgirêka Kurd û çareseriya li Tirkiyeyê jî hewl dide. Ji bo Tirkiye demokratîk bibe hewil dide. Ji bo vê yekê di Tirkiyeyê de HDP’ê roleke pir ciddî dilîze. Alîgirê demokrasiyê, çepgir, feminîst, sosyalîst her kes destekên wan a ji bo HDP’ê pir mezin e. HDP’ê him di Tirkiyeyê de him di rola aştiyê de û demokrasiyê de rolek girîng dilîze. Ji ber vê yekê hemî gelên ku di Tirkiyeyê de dijîn, hêviyên xwe di HDP’ê de dibînin. Ji ber ku partiyên di milê demokrasiyê de di heman demê de di milê komkujiya jin de û her wekî din tiştekî nadin gelan. Mirov dikare bibêje ku HDP hêviyeke di Tirkiyeyê de ye. Siyaseta demokratîk HDP dikare pêşengtiya wê bike di heman demê de dike. Hedefgirtina HDP’ê ne bi hêsanî ye. HDP’ê pêşengtiya xeta 3’emîn hîn zêdetir dikare bike. Ji ber ku darbeyek li ser şaredariyên HDP’ê hatiye kirin destekeke pir cîddî dibîne ne tenê li Tirkiyeyê mirov vê yekê li cîhanê de jî dibîne. Li gelek cihan daxuyanî dan, gelek dewletên din jî dan gotin ev yek zerar dide demokrasiyê û vîna gelan binpê dike. Di vê derê de Tirkiyeyê şaştiyek pir mezin kir, bi van qeyûman şaştiyên pir mezin kir ew ê Tirkiyeyê hîn zêdetir winda bike. Şaşitiyek pir mezin kir Tirkiyeyê ew ê winda bike, bi derba qeyûman re HDP’e winda nake, berevajî wê dewleta Tirkiyeyê winda kir. Dewleta Tirkiyeyê em karin bêjin aqilê xwe winda kiriye. Ger dewletek aqilê xwe yê çareseriyê winda bike qabîliyeta xwe ya birêvebirinê jî winda dike. Di 19’ê Tebaxê di dîroka Tirkiyeyê de rûpelek nû vekir ew jî derbeyek li dijî gelan bû bû li dijî jinan bû û li dijî hemû kesên ku demokrasî dixwazin alîgirê demokrasî hat kirin. Ji bo wê jî li hember HDP’ê tenê nîne ev derbe. Ji ber ku di 2’ê mehê de hevdîtin bi serok Apo re pêk hat û Rêbertî careke din ji bo çareseriyê bangewazî kir. Got ‘Ez dikarim di nava heftiyekê de şer rawestînim. Ji bo çareseriyê jî got ez karim rolê xwe di çareseriyê de bilîzim û dikarim pirsgirêka Kurd çareser bikim. Ez ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê jî û ji bo Rojhilata navîn jî ez karim roleke sereke bilîzim.’ Lê mixabin Tirkiyeyê bi vê derba 19 Tîrmehê de pir dûrî demokrasiyê ket, dûrî aşitiyê ket, dûrî pirsgirêka Kurd ket. Bi şer û qirkirina Kurdan bersiv da. Dixwaze li dijî kesên ku bi fikrê Rêber Apo û yên ku li gorî paradîgmaya Rêber Apo dijîn, bisekine. Mixabin dewleta Tirkiyeyê ji vê yekê re dibêje: Na tu vê yekê nikarî bijî, fikrê Rêber Apo nikarî hilbijêrî û tu yê tenê bi dewletekê bijî tenê bi al, zimanek û çandekê bijî û tu yê bi dewleta min bijî. Ji bo vê yekê ev şerê ku di roja îro de di meriyetê de ye dewleta Tirk vê yekê dike ji bo ku çawa hilweşîne 19’ê Tîrmehê ji bo desthilatdariya AKP’ê hîn zêdetir çawa ber bi hilweşandinê biçe û vê yekê bi lez bike. Mirov vê yekê dikare eşkere bibêje. Çareseriya Serok Apo ji bo tevahî Kurdistanê çi be ji bo Başûrê Kurdistanê jî bi vî rengî ye. Ji bo Kurdekî azad bi zimanê xwe bi çanda xwe û bi sîstema xwe bijî ne bi dewleteke din. Kurdên Bakurê Kurdistanê jî vê yekê naxwazin pêwîstiya wan bi dewleteke din tune ye. Pêwîstiya wan bi statuyeke Kurdî û jiyîna bi çanda xwe û bi pergala neteweya demokratîk heye. Ji bo vê yekê li himber vê em berxwedaniyekê pir mezin dibînin. A niha bi hezaran kes derdikevin dibêjin: Em ê şaredariyê xwe biparêzin. Ev 15-16 roj in ku gel ji kolanan derneketiye her dem çalakî pêk tînin û daxuyaniyan didin. Gelek kes hatin şaredariyan û serlêdan kirin. Ji bo wê jî pêwîst e helwestê gelê Kurd û gelê Tirkiyeyê hîn zêdetir be. Serokatî di van hevdîtinan de rîskek pir mezin li ser gelan dît, îro jî Rêber Apo do hêza çareseriyê de israr dike ji ber ku tecrîda li ser gelan dît. Îro jî AKP’ê di rîska li ser gelan de israr dike ji bo wê jî dixwaze bixitimîne. Asta tecrîdê, ji milekî ve qeyûm him li ser gel him jî li ser Serok Apo jî berdewam dike. Heke tecrîda li ser Serok Apo rabe ew ê li ser gelan jî rabe.’’ 

DIVÊ NEXŞERÊYA HÊZÊN DEMOKRASIYÊ BERFIREH BIBE

Endama Koordînasyona KJK’ê Zêrîn Rûken di dûmahîka axaftina xwe de got ku “Helwestên partiyên din li himberî pirsgirêka Kurd û li himber van qeyûman, bêguman çêbûn, eger mirov bêje qet nebû, ne rast e. Ev yek heya astekê çêbû, lê belê bila her kes vê yekê baş bizanibe îro ev qeyûm li ser Kurdan tê wezîfedarkirin, ew ê sibe li ser partiyên din jî were wezîfedarkirin. Ji ber ku me di destpêkê de anîbû ziman tecrîda ku li ser Serok Apo tê meşandin, li ser gelan hîn zêdetir tê şidandin. Ji ber ku Rêber Apo li ser gelan ev rîsk dît û nîşan da, ji bo vê yekê îro tecrîd li ser Serok Apo heye. 23’ê Hezîranê me ji bîr nekir, 31’ê Adarê me ji bîr nekir. Gel bi milyonan çû ser sindoqan û vîna xwe hilbijartin, lê belê bersiva AKP’ê çi bû, bersiva AKP’ê nas nekir. Bi xapandin û derewan gotin careke din em ê biçin ser sindoqan. Di 23’yê Hezîranê de dîsa gel çû. Ji bo Stenbolê eger em dîsa bêjin, alîgirê demokrasyê hemû bûn yek. Ez nabêjim ku CHP demokrasyê temsîl dike, lê belê ji ber ku AKP’ê dijminatiya hemî gelan dike. Ji bo vê yekê Kurdan dengê xwe nedan AKP’ê. Serdanên Îmamoglû ji bo şaredariyên Bakurê Kurdistanê çêbû. Kiliçdaroglû hinek daxuyanî dan. Ez dixwazim bêjim ku AKP’ê di heman demê de CHP di çareserkirina doza Kurdan de demagojiyê derbas nake. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan bernameyeke berfireh ya CHP’ê jî tuneye. Qeyûmtiya herî mezin di 23’yê Hezîranê, 31’ê Adarê li Stenbolê hate pêk anîn. Mînak Canan Kaftancioglû ji ber 10 gotinan 10 sal ceza lê hate birîn. Gelo terora herî mezin ne ev e¬¬? Kesek heke ji Suleyman Soylû re tiştekî bibêje, roja din tê tehdîd kirin. Suleyman Soylû îro di Tirkiyeyê û bi giştî Rojhilat navîn de serkêşiya çeteyan dike. Serkêşiya DAÎŞ’ê dike. Wê demê ev çawa dibe demokrasî? Ji bo vê yekê dewleta AKP’ê ewqas bûye faşîst ku êdî gotina demokrasiyê jî tune ye. Êdî ne hêdî hêdî, pir bi lez hildiweşe. Pêwîst e her kes vê yekê baş bibîne. Ez li vir bangî hemû çepgir û alîgirên demokrasiyê dikim. Eger hêza xwe nekin yek wê yek bi yek qeyûm li ser hemî saziyên Tirkiyeyê werin danîn. Heta Tirkiye demokratîk nebe ev şer ranaweste. Îro şer tenê ne li ser Kurdan e. Dewleta Tirkiyeyê dixwaze li gor xwe saziya ava bike û her kes li ber wê çong deyne. Îro agir li derdora Kurdan e, lê wê piştre wê bi derdorê jî bikeve û wê bi CHP’ê jî bikeve. Pêwîstiya wan bi nexşerêyekê firehtir heye û pêwîst e vê yekê nîşan bide. Îro eger bi rastî dewletek mejiyê xwe winda bike, êdî ji çareseriyê û aştiyê dûr dikeve û ji faşîzmê re dibêje erê. Gelo hemî dewlet ji vê dewleta faşîzm re dibêjin erê? Na ne bi vî rengî ye kes nabêje erê, lê pêwîst e helwest hîn zêdetir be. Destdanîna li ser sê şaredariyan, destdayîna demokrasiya Tirkiyeyê ye û wê demê ji demokrasîbûyîna Tirkiyeyê re dibêje na. Pêwîst e CHP’ê helwesta xwe ji bo Kurdan hîn zêdetir bike û nîşan bide. Seroka Bajarê Stenbolê ya CHP’ê du peyv gotin 9 sal ceza danê. Wê hîn çiqas faşîzim rûyê xwe nîşan bide ta ku CHP’ê di demokrasya Tirkiyeyê de rol bilîze?’’

KURD XWEDÎ LI DESTKEFTIYÊN XWE DERDIKEVIN

Endama Koordînasyona KJK’ê Zêrin Rûken; di berdewama axaftina xwe de got; ‘‘Ev şer kûrahîya xwe herî zêde li Başûrê Kurdistanê nîşan dide. Niha dagirkeriyeke pir mezin li ser Başûrê Kurdistanê heye. Axa Başûrê Kurdistanê bihos bi bihost ji bo dagirkeriya Tirkan re hatiye vekirin, ji kolanên Başûrê Kurdistanê, çol û çiyayên Kurdistanê di heman demê de gundên wê, li her derê ji bo dagirkeriya Tirkan rê tê vekirin. Politîkaya wê û hişmendiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji bo vê dagirkeriyê rê vedike. Gel vê yekê qebûl nake, mirov vê yekê dibîne. Ji bo vê yekê bêguman ev her du şandeyên li Başûrê Kurdistanê, di pêşengtiya Sezaî Temelî û her wekî din şandeyek jin hat û di heman demê du rêveberên KCD’ê çûn ev tişt bêguman pir girîng in. Pêwîstiya Kurdan di vê demê de ne tenê li Başûrê Kurdistanê di hemî beşên Kurdistanê de bi yekîtiyê heye. Heya yekîtiya Kurdan çênebe wê hêzên dagirker li her derê planên xwe yê qirkirinê û dijminayîtiya Kurdan û wê çawa deskeftiyên Kurdan wê çawa binpê bikin, wê her dem ji bo van hesab û plan werin kirin. Ji bo vê yekê ev şandeyên ku aniha hatine Başûrê Kurdistanê û hewil didin di nava Kurdan de çareserî ava bibe û şer rawestînin û di navbera wan de danûstandin werin kirin. Çi bibe bila bibe Kurd destpêkê werin gel hev û bi hev re nîqaş bikin û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd helwesta Kurdan çi be. Eger hevbeş nexşerêyekê were derxistin wê tiştek pir baş be. Lê belê mixabin hikûmeta Başûrê Kurdistanê di van rojan de pir tê dîtin ku gundên Başûrê Kurdistanê tehdît dike û PDK vê yekê eşkere dike, dibêje bila gundî cihê xwe berdin û wan tehdîd dikin û dibêjin wê şer çêbibe û Tirk têkevin van deran. Dewleta Tirkiyeyê tu hinceta wê tune ye ku li gundên Başûrê Kurdistanê yek bi yek lê dide û li cihê sivîlan dide. Ji ber vê yekê jî eger destûra Hikûmeta Başûrê Kurdistanê nebe nikare li gundên gel bide. Birêz Mesûd Barzanî got; em naxwazin xwîna Kurdan bi destê Kurdan were rijandin. Baş e lê wê demê pratîk pêwîst e. Dagirkeriya li Biradostê, Behdînan, Xinêrê, Qendîl wê demê tê çi wateyê? Hikûmeta AKP’ê hêza xwe ya herî mezin ji PDK’ê digire. Ji helwesta hikumeta Başûrê Kurdistanê digire. Wê demê em ji gelê Başûrê Kurdistanê re dibêjin bila helwesta xwe nîşan bide. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê heke ji vê yekê re dibêje erê, wê demê pêwîst e gel vê yekê qebûl neke. Ji bo vê jî ev şandeyên ku aniha hatine Başûrê Kurdistanê em hêvîdar in ku bi yekîtiya Kurdan re bi Kongreya Neteweyî re û bi giştî re bibe pêşengtî an jî bingehek wê çêbike. Di heman demê de ji bo jin jî ez dixwazim bêjim berê wek tevgera jin KJK’ê me konferansên neteweyî yê jin çêkirin û bi hev re helwestên me ji bo Rojhilata Navîn hatin diyarkirin. Îro bi taybet pêwîstî bi helwesta ji ya neteweyî heye û di kongreyek neteweyî an jî xebatek neteweyî bi pêşengtiya jin pêwîst e. Ev şerê ku roja îro ne tenê li Başûrê Kurdistanê li her 4 beşên Kurdistanê jin dikare rawestîne.’’ 

JINÊN KURD DI YEKÎTIYÊ DE ISRAR DIKIN

Endama Koordinasyona KJK’ê Rûken di nav axaftinên xwe de go “Jinên Kurd ji bo yekitîya netewî bi israr tevdigere. Em jinên Kurd di heman demê de tevgera jin em di xebatên ku bi pêşengtiya jin, ji bo hemî xebatên neteweyî amade ne. Pêwîstiya Kurdan û jinan di vê demê de ev e. Heya ku em wek Kurd di nava xwe de yekîtiya xwe ava nekin û helwesta xwe bikin yek wê demê em li himberî vî şerî dikarin rawestin. Niha îro ev şerê ku li Başûrê Kurdistanê di bin navê PKK’ê de pêş dikeve, ne bi vî rengî ye. Ewê destkeftiyên Kurdan hemî biçin. Niha îro li Başûrê Kurdistanê PKK’ê zirarê bibîne, ewên zirara herî mezin Yekitîya Kurdan PDK-YNK bibîne. Ew ê destkeftiyên hikûmeta Başûrê Kurdistanê bibîne. Ji bo vê yekê jî em dixwazin bêjin jinên Başûrê Kurdistanê pêwîst e vî şerî rawestînin, ji ber ku ev şer destpêkê li himber jin tê kirin. Rojek tune ye ku li Başûrê Kurdistanê jinek nayê kuştin. Her roj jinek tê tecawiz kirin û tundîtî li ser jinê heye. Hêza jinan heye ku vî şerî rawestîne, hêza me jinan heye ku em xebatekî neteweyî çêkin û li Başûrê Kurdistanê pêşengtiya hemî Kurdistanê bikin. Hereketa me ya giştî jî ev yek got: Em ji bo kongreya neteweyî amade ne. Lê belê destpêkê pêwîst e ev şer were rawestandin. Berê jî me ev xebat kirin. Ya girîng hinek partiyên Başûrê Kurdistanê wek YNK’ê û yên ku wek jin li wir kar dikin mîna Şanaz Birahîm, Talar gotin: Em dixwazin û ji xebatên neteweyî re amade ne. Em vê yekê bi nirx dibînin. Ji bo vê yekê pêwîst e bi hezaran jin ji Tirkiyeyê bibêjin: Em vê yekê di welatê xwe de naxwazin, tu ji welatê min kê derdixî, tu Kurdan bi destê Kurdan nikarî derxînî. Ji ber vê yekê ev şandeyên ku di pêşengtiya jinan de serlêdana wan ya Başûrê Kurdistanê em pir bi nirx dibînin û pir girîng e. Em hêvîdar in ku ji gelek tiştan re rê veke û em nehêlin ku neyar û faşîzma Erdogan Başûrê Kurdistanê carek din dagir bike û qirkirinê pêk bîne di heman demê de birçîbûnê pêk bîne.” 

ŞOREŞA ROJAVA BI HÊZA CEWHERÎ MÎSOGER DIBE

Endama Koordinasyona KJK’ê Rûken di dawiya axaftina xwe de got ‘‘Şoreşa rojava bi hêza cewherî mîsoger dibe. Hêzên hegemonik hewl didin di Sûriyeyê de şer kûr bikin. Her roj gefên Erdogan hene. Çareseriya Rojhilata Navîn bi paradigmaya Rêberê me pêkan e. Ev paradîgma ji bo tevahi jinên Sûriyeyê ye. Gelên Rojava dive li hember gef û kedxwariyê hêza xwe bi kar bîne û ji bo hêza cewherî tiştekî bike. Heke tecrîd rabe wê şer raweste. Di navbera Kurdan wê tifaq mezin bibe. Ev sedsal wê bibe azadiya jinan ji ber wê kampanyayek me yê jinan hebû. Ev kampanya li her çar perçeyên Kurdistanê di asteke berfireh de tê meşandin. Ev kampanyaya ku jinan daye despêkirin dikare vî şerî rawestîne. Di heman wextê de ji bo guhertin û veguhertina civakê ye. Ji bo guhertina pergalê ye. Ev kampanya ji bo talanê, ji bo qirkirinê ji holê rake di cih de ye. Niha ev kampanya gelek tiştan dikare ji hole rabike. Ew dewleta ku aqilê xwe winda bike nikare çareseriyê ava bike. Niha rewşa ku AKP tê de wisa ye. Hikumeta AKP’ê ewqas lewaz bûye ku çend malbatên ku kurê wan beşdarê PKK’ê bûne, dixwaze wan bi kar bîne. Bi vê propagandayê ji çareseriyê dûr dikeve. Dewletek ewqas aciz bûye ku hewil dide bi hestên dayikan bilîze. Ev tiştek pir lewaz e û pir erzan e.’’