Ruhê Kawayê hemdem li bajarên Bakurê Kurdistanê ye

Di pîrozbahiyên Newrozê yên ku li gelek herêmên Bakurê Kurdistanê bi taybet li Serhat û Botanê hatin lidarxistin, li dijî hemû zextên dewleta Tirk peyama berxwedanê hate dayîn.

Di çarçoveya Newroza îsal de ku bi şîara "Dem dema serkeftinê ye" hat lidarxistin, îro li 20 navendan pîrozbahî hatin lidarxistin. Tevî zextên 7 salan ên li ser gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê, li her bajarî agirê Newrozê hat vêxistin. Di pîrozbahiya Newrozê ya ku her bajarî bi taybetmendiya xwe li dar xist de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyan azadî hat xwestin.

ŞIRNEX

Pîrozbahiya herî watedar a vê rojê li Şirnexê hat lidarxistin, hema bêje hemû berxwedanên xwerêveberiyê ji aliyê leşker û polîsan ve hatin îmhakirin û ji sedî 90’ê bajêr neçar ma koç bike. Di Newroza ku bi 30’emîn salvegera Komkujiya Newroza 1992’an re ye, gelê bajêr ji bo nasname, ziman û hebûna xwe herikîn qada Newrozê. Şirnexî li dora agirê Newrozê ku Vêxistibûn bûn yek giyan û yek beden û li dora yek hestê kom bûn: Paşve gav neçe!

ÎDIR

Li Îdirê ku netew û olên herî cihêreng ên Kurdistanê bi hev re dijîn, Newroz bû îfadeya jiyana hevpar. Cejna Newrozê ya ku jinan bi rengên xwe li Îdirê dest pê kir, bi vêxistina agir gihişt lûtkeyê.

DERSIM

Di pîrozbahiya ku li Qada Seyîd Riza ya Dersimê hat lidarxistin de nasnameya Kurd û Elewî ya bajêr hat parastin. Di pîrozbahiya ku weke Newroza gelan derket pêş, girîngiya têkoşîna hevpar û jiyana hevpar hate destnîşankirin.

DAPÊ

Li navçeya Depê ya Xarpêtê ku rewşa hewayê di bin sifrê de 6 pile bû pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Ji sala 2019’an vir ve cara ewil e pîrozbahiya Newrozê tê kirin. Pîrobahî li Qada Otogarê ya navçeyê hat pêk hat û bi sedan welatî tevli bûn. Welatiyên tevli pîrozbahiyê bûn li gel hewa sar jî govend gerandin û xwe germ kirin.

Agirê Newrozê ji aliyê xwişka Mazlum Dogan ê ku wek “Kawayê Hemdem” tê nasîn, Arîfe Dogan ve hat vêxistin.

BASA

Newroza li Basayê ji bo herêmê xwedî girîngiyeke mezin bû û piştî 8 salan cara ewil hat pîrozkirin. Agirê Newrozê li quntara çiyayê Gabarê hate vêxistin.

PANOS

Tevî ku îro li her bajarê ku Newroz lê tê pîrozkirin şert û mercên hewaya sar heye jî, li Panosê rewş cuda bû. Berfa ku di saetên şevê de bi bandor bû rêyên gund girt û qada Newrozê spî bû. Dihate fikirîn ku dê beşdarbûn kêm be, gelê Panosê bêyî ku bêje berf û zivistanê herikîn herêmê. Di saetên sibê de gel agirê Newrozê li qada ku ji aliyê maşînên înşaatê ve hatiye paqijkirin vêxistin û li dor agirê Newrozê govend gerandin.

QILABAN

Hêj di saetên zû yên serê sibehê de xelkê Qilebanê ji bo pîrozkirina Newrozê ber bi qada Newrozê ya li Xeraca Koylerê ve herikî. Welatiyan cil û bergên xwe yên Kurdî li xwe kiribûn. Barîna berfa zêde li pêşiya xelkê Qilebanê nebû astengî. Beriya destpêkirina pîrozbahiyê, ciwanan li qada Newrozê xelekên govendê gerandin û dirûşm berz kirin.

MÊRSÎN

Îsal wê bi şîara “Dem dema serkeftinê ye” li herêma Çûkûrovayê li 5 bajar û 2 navçeyan Newroz bê pîrozkirin. Amedekariyên Newrozê yên li herêmê temam bûn û îro bi Mersînê pîrozbahiyan dest pê kir. Pîrozbahiya Newrozê li Qada Tirmil bi çoşeke mezin pêk hat. Qada Newrozê bi flamayen reng rengî hat xemilandin. Pankartên "Em ê tecrîdê bişikînin û faşîzmê têk bibin" , "Newroz pîroz be" û "Kemal Kurkût nemir e" hatin daleqandin. Bi hezaran jin û zarok bi al û flamayên Newrozê yên kesk, sor û zer û bi tilîlî û dûrişmeya ""Bijî Newroz" ketin qada Newrozê.

GEBZE

Pîrozbahiya Newrozê ya li Gebzeyê jî veguherî daxuyaniya îradeyê. Li Meclîsê bertekên li ser rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê derketin. Girseyê bi baldariyeke mezin guh da axaftina Omer Faruk Gergerliogluyê ku derket ser dikê û demekê bi awayekî bêhiqûqî ji wezîfeyê hat dûrxistin û dîsa vegeriya Meclisê. Welatiyên li Gebzeyê di şexsê Gergerlîoglû de îdiaya îradeya ku li Meclîsê tê xwestin bê desteserkirin kirin.

QOSER

Li Qoserê di saetên sibehê de barana ku barî rê li ber tevlîbûnê negirt. Di Newroza Qoserê de ya herî balkêş girseya gel bê navber dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kir. Dîsa banga yekitiya neteweyî ya Ahmet Turk ji aliyê girseyê ve hat qebûlkirin. Xelkê Qoserê piştî pîrozbahiya Newrozê bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" dest bi meşê kir. Polîsan mudaxileyî meşê kir û ciwanan jî bi keviran bersiva polîsan da.

TEKMAN

Li Tekmanê, beriya pîrozbahiya Newrozê ya 21'ê Adarê bê lidarxistin, yekem agirê Newrozê ku li navenda navçeyê bi lastîkan hat vêxistin, pîrozbahiyên di salên 90'î de li kolanan dihatin pîrozkirin hate bîra mirovan.

AMED

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) di çarçoveya amadekariyên Newrozê de, li Taxa Mezopotamya ya navçeya navendî Peyas a Amedê agirê Newrozê hat vêxistin û bernameyek hate lidarxistin.

Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê û rêxistina partiyê ya navçeya Rezanê, rêvebiriya HDP'a Rezanê, rêveberên MED-TUHAD-FED û TUAYDER'ê jî di nav de gelek kes li Taxa Mezopotamyayê li ber avahiya MED-DER'ê li hev kom bûn û agirê Newrozê vêxistin.

Jinan ewilî agirê Newrozê vêxist û paşê li ber def û zirneyê li dora agir govend gerandin. Di dema pîrozbahiyê de tim dirûşmeya "Newroz pîroz be" hat berzkirin û dem bi dem jinan xwe di ser agir re çeng kir.

Bername bi tilîlî û çepikan bi dawî bû.