Ruhê berxwedêr ê ku Bêrîtanê afirandiye…

Şervanên Gulnazê kefiyên xwe yên sor li eniya xwe pêçandin, guliyê xwe hûnandin, şûrê xwe kêşan, cara dawîn li devê çekên xwe nihêrîn, destê xwe şidandin, destê xwe bi berxwedêriya daran kirin û zindî bûn.

Ax vedikola, Xelîl Dag ê ku ferman dida me divê em şervanên çiyayên wêrek li ser van destan binivîsin. Destê xwe dirêjî jina di bin axê de dikir. Destê xwe datanî ser rozeta wê, dema axa li ser wê radikir, rastî rûyê wê dihat ku evîna kendalan afirandibû. Rastî wî rûyî dihat ku di bin axê de tevî kokên daran aj dida.Ew tesadufek bû yan jî rêya heqîqeta çiyayan nîşanî Xelîl dida ne diyar bû. Lê demeke bêdeng diafirî.Ev rûyê Bêrîtanê bû ya ku xeta teslîmiyet û îxanetkar a ku pêşengtî ji dagirkeran re dikir dixist ber fediyê û li hemberî hêzên PDK’ê yên li dijî gerîlaya rahiştibûn çekê rastiya berxwedanê nîşan dida. Ev rûyê Gulnaz û Bêrîtanê bû ya ku kendal li ber dilê me şîrîn dikir.

Cihê wê yê dawîn li ber kendalekî ye. Dema ku pêlên bêhurmetiyê zêde dibe, ew derket lûtkeyê û çalakiya parastinê rûmetê kir. Hurmetdarî ji bo rastiya ku ji me re digot , “Şer bike, baş şer bike, bi şer re em hene.” Hurmetdarî ji bo fikra ku jin di şer de dikare hebûna xwe ava bike, heqîqeta xwe biafirîne, bi şer de dikare azad bibe û were hezkirin. Hurmetdarî ji bo rastiya ku jin ji bo xeyalên xwe divê wêrek bin. Bi cesareta ku Bêrîtanê ava kiriye, ev diaya hemû gerîlayan e yên li dijî dagirkeriyê şer dikin. Ev nivîs bi hurmetdariya ji bo fermandara Yekîneyên Jinên Azad Bêrîtanê dest pê dike. Bi mîrateya ku wê hişt a niha qadeke cengê ava dibe, li nav çiyayan, li bihuşeteke herî xweş. Li Heftanînê ya ku ruh dide heft rengên xwezaye. Heftanîn, li ser xeta wê dimeşe ser dagirkeran.

Êrîşa dagirker a li ser Heftanînê di 23’ê Tebaxa 2019’an de dest pê kir û 16’ê Hezîrana 2020’an de şevekê bû qada cengê. Qîrîna ‘Ev der Heftanîn e’ bilind bû. Li ser giran dengê tilîliyan bilind bû. Şervanên Gulnazê kefiyên xwe yên sor li eniya xwe pêçandin, guliyê xwe hûnandin, şûrê xwe kêşan, cara dawîn li devê çekên xwe nihêrîn, destê xwe şidandin, destê xwe bi berxwedêriya daran kirin û zindî bûn. Şervanên şox û şeng ên HPG û YJA Starê gotin “Em amade ne li dijî mêrên qirêj û lanet ê artêşa Tirk şer bikin. Di şerê Başûr de ya di salên 1992-93’an de çawa ku Bêrîtan derket lûtkeyê,kendal bi wê da hezkirin, kontrayên şerm nakin ên ku pêşengiya dagirkeran dikirin destvala vegeriyan ji wan berpalên Xakurkê. Di sala 2020’an de jî îxanetkariya ku pêşengiya dagirkeran dikir jî li her girî destvala vedigeriyan. Li ser her girî, li ber her darê û li qadê rastî şervanên Bêrîtanê hatin. Li Xantûrê rastî berxwedana Rustem Cûdî hatin a ku bi ruhê berxwedaneke sedsalî li wir bû. Piştre yeko yeko rastî peyrewên Rustem Cûdî hatin.

Hemû kesan dît ku ruhê Bêrîtanê ne bi tenê li Xakurkê ye, li her derê belav bûye û her carê nû dibe. Ruhê Bêrîtaê wekî jehrkujeke li dijî dagirkeriyê li her derê belav bû. Li qada Şeşdara li bin her darekê rizgarkerên qîrîna bi sedan jinên bêdeng destanek nivîsandin. Yeko yeko sloganên xwe qîrandin û bi dehan jinan dîsa ji bo azadiyê sond xwarin. Li herî pêş Zelal, Esmer, Nûcana wêrek, Amaraya masûm, Zeryana dilêr, Ararata bedew, Bêrîvana şervan, Dogaya bêtirs, Warşîna herî tûj, Zeyneba ji bo azadiyê sond xwaribû, Viyana melek, Mizgîna çalakger û hê gelekên din. Wan helwesta bi rûmet a mirinê berê li şervanên azadiyê û herî dawîn jî li dinyayê belav kirin. Hurmetdarî ji bo rastiya Bêrîtan a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ruh dabûyê û dîsa ji Cenga Heftanînê li her dera dinyayê belav bû. Hurmetdarî ji bo vî ruhê berxwedêr ê ku vê rastî afirand. ..