Rûbarok çima kirin navçe?

Bajarokê Rûbarok ê Şemzînana Colemêrgê bi çarçoveya konsepta şer a AKP-MHP'ê ya li dijî Kurdan kirin navçe.

Bi çarçoweya haziriyên êrîşa dagirkeriyê ku dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin û dixwaze vê dagirkeriyê hê berfirehtir bike, bajarokê Rûbarokê yê li ser xeta sînor ê Şemzînanê bi Qanûna Trafîkê ya Rêyên Bejahiyê, bi Teklîfa Qanûnê ku hin qanûnan diguherîne, kirin navçe.

Qanûn 26'ê Cotmehê di Rojnameya Fermî de weşiya û sazkar bû. Bi vî rengî hijmara navçeyên Colemêrgê, li gel Gever, Şemzînan û Çele bûne çar. Li gorî şêniyên herêmê armanc ne xizmet e û ti têkiliya biryarê bi nifûsê re jî nîn e. Şêniyên herêmê dibêjin weke parçeyek ji şerê dijî Kurd ev biryar hatiye standin.

Rûbarok a ku cîranê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ye, xwedî girîngiyeke stratejîk e. Rûbarok ku 4 kîlometre dûrî Başûr, 65 kîlometre dûrî Şemzînanê ye, 195 kîlometre dûrî Colemêrgê ye û nifûsa wê 9 hezar û 288 e.

Bi vê biryarê gundên Anadag, Gelişen, Ortaklar û Uslu jî çûne ser Rûbarokê. Her wiha biryar hate standin ku avakirina avahiyên xizmetê yên saziyên kamûyê lojmanan, firotin û kirîna wan jî wê jihêla Wezareta Gencîne û Darayî ve were dabînkirin.

ZÊDETIR LEŞKER E

Li Rûbarokê ku ji nifûsa wê zêdetir leşker, qereqol û qelehqol lê hene, piştî ku Rûbarok bû navçe tê payin ku ev hijmar zêdetir bibe.

Şêniyên Rûbarokê dibêjin, armanca biryarê ew e ku li herêmê zêdetir leşker werin danîn û şer li qadeke berfireh berbelav bikin.

Şêniyên herêmê ku ji ANF'ê re axivîn lê ji ber sedema ewlehiya jiyanê nexwestin navê xwe bidin, gotin AKP ji ber qenciya gelê Colemêrgê ti gavê navêje. Şêniyan gotin bi biryara ku Rûbarok kirin navçe ne wê kar zêdetir bibe û ne jî şertên jiyana wan baş bibin, plana rejîmê ew e ku li herêmê zêdetir leşker bi cih bikin, şer geş bikin û zêdetir Kurdan bikujin.